20 Mart 2019 Çarşamba

''Şeveke Îstismar'' Derket

Omer Faruk Baran


Omer Faruk Baran

FOTONIVÎSK - Bîr û Bakur û Hepburn

*flashhilat li dû gavên yek û duduyan, ji niha de hazirîya hejmara 3yan dike.

*Bîra xwe dikolim, dikolim, dikolim ku li bîranînên fotografîk rast werim.

*Newroz tê. Li bakurê welêt ne qelebalix nola salên berê ye, ne heyecan, ne coş. Bêguman fotograf jî wê ne nola yên salên berê bin; sar, xav û ne-dagirtî.

*Fotografekî Audrey Hepburnê hebû. Canika porkin li pişt xwe nihêrîbû û wisa hatibû girtin fotograf. Li ser bergên hin kovaran weşandibûn ew fotografê ez behsê dikim. Îro wer ji nişka ve hat bîra min, lê min çi kir nekir min li ser Googleê peyda nekir. Ji min re bû kul û meraq. 

18 Mart 2019 Pazartesi

flashhilat: Hejmara 2yan Derket!

Riha, Adar 2019
flashhilat, fanzîna ji fotografîyê dinizila hejmara xwe ya 2yan derxist. 

Di vê hejmarê de; 

Bûbb Evdemûn şiîreke Şükrü Erbaş wergerandîye, 

di Kevnefotoyê de Gustave Le Grey heye, 

Perxudres, çîrokeke bi navê Kemîna Mitribê Methan nivîsîye, 

Sîna Silokoro, ji zarê Metîn kurê Çetînê Hamed ew daye nasîn, 

Şemzîn Zankademî bi sernavê ''Dîyalektîka Melayê Cizirî, Guherînên Civakî û Wek Erk Pêvadanên Storyan'' kurtelêkolînek hazir kiriye 

di Kuçenûçeyê de Parîsîyên ji Instagrameran aciz û di Gazincameyê de rewşên fotografîk hene, 

fanzînê, di beşa ''Hesabekî Instagramê'' de îcar jî bi gavurmahallesi re hevpeyvîn kiriye. 


Di vê hejmarê de jî tenê 40 nûsxe bo firotanê hatine belav kirin. 

Aqûbeta pirtir, xweşiktir li hejmarên nû be. 

Hejmara 1ê dikarî ji vê lînka pirtukakurdî bistînî

Hejmara 2yan dikarî ji vê lînka pirtûkakurdî bistînî

FOTONIVÎSK - Rengê Berhemdarîyê

*Piştî demeke dirêj, min di telefona xwe de zêdetirê 1000 fotografî jê birin. Ji Instagramê jî bi qasî 10 - 12 ketin ber lepên min, şewitîn çûn. Îcar jî dixwazim fotograf hindik bin û xweşik bin.

*Harddiska min a bi 500 GB, xerabe bûbû û tirsa min ji wê tirsê bû ku careke din neşixulîya. Li Kadıköya Stenbolê Nobil Bilişimê ew ji mirinê filitand. Min ji xebatkarên wê yên kubar ên guh didin memnûnîyeta muşterî jî hez kir.

*Dê û bavên fotografên zarokên xwe dikin profîl û nivîskarên kitêbên xwe dikin profîl bi heman rengî behsa berhemdarîyê dikin.

*Li gor gelek însanan meriv nikare bi makîneyên çûçik fotografên xweşik bigire. ''Profesyonelî''ya makîneyê bi giranbûn û mezinbûna wê hesab dibe.

*flashhilat, bi hejmara duduyan, berî Newrozê derdikeve. 

15 Mart 2019 Cuma

FOTONIVÎSK - Garantî Qedexe

*Li Stenbolê ji dilê min nê ez fotografan bigirim; tevî ku malzeme zêde zêde heye jî mîna ku li wî bajarî dereke fotograf lêneketî nemaye.

*Nobedarê Muzeya Ahmet Hamdi Tanpınar çito ez ketim hindur nav û îmza ji min xwest û tavilê got ku ''Li hindur girtina fotograf û vîdeoyan qedexe ye.'' Min fedî kir bipirsim bêjim ''Çima qedexe ye?'' Ne jiber ku min dixwest fotografan bigirim, çima, tenê meraq.

*Harddîskeke min a bi qasî 500 GB û naşixule, ji min re bûye kuleke giran çend ro ne. Min cîhekî ku garantîya xelaskirina fotografan dide nedîtiye hîn. 


*Min li pêş derîyê mezin ê Zanîngeha Stenbolê selfieyek girt û li xwe nihêrî. Wê di rûyê min de bimîne her; şopa nestandina wê dîplomayê, ne bo min be jî, bo dîya min û bavê min. 

13 Mart 2019 Çarşamba

FOTONIVÎSK - Porqiran

*Vodafone e mesajek şandîye: ''Fotografên tu di gerê de dikişînî bila tenê di telefona te de nemînin. Ji fotografên xwe berhemên dekoratîf çêkin, bîranînên xwe bi-nemir-înin. Û bi ser de 20% daxistin. Agahîya berfirehtir: Sosyopix''

*Wextekê porqiran ketibû nêv porê min û li paş stûyê min bû. Min telefona xwe dida ser, fotografê wê dikişand û lê dinêrî her ro. Porqiran çû ez jê xelas bûm, fotografên wê man di arşîvê de.

*Nexweşî û karên din ên neasayî ne têde, heq e, edet e, ûsil e meriv di 24 saetan de li e-maîlan vegere. Yekî rûyê min î şikestî yê ku gava ez bo e-mailên xwe bersivê nastînim û dîn dibim, bikişanda.

*Rêza Marcel Proust yê bi Tirkî ''Kayıp Zamanın İzinde'' ye dixwînim hîn. Lazim e ez wan her heft kitêban carekê jî taybet bo hevok û paragrafên li ser fotografan bixwînim. 

8 Mart 2019 Cuma

FOTONIVÎSK - Derdê Mê

*Samsungê şaşîyên teknîkî dikirin, Casio bêşarz hat, talîya tali dîsa a ji min re mayî bû Canon. Min çav li yeke sor zer kiribû, lê ji wî rengî nemabûn. Ezê êdî bi Canoneke reş î çûçik fotografan bikişînim û herhal dê hevalîya min û wê demeke dirêj dewam bike.

*Berê birêz Zinarê Xamo, paşê jî birêz Abdullah Keskin ez hişyar kirim: Him ew him jî ferhengeke ku Mamoste M. Malmîsaij pêşengîya wê kiriye, dibêjin ku ''fotograf'' ne mê ye, nêr e. Loma ezê ji vir û wa nebêjim ''fotograf-a min'', lê bêjim ''fotograf-ê'' min.


*Duh ne, pêr min bavê xwe bire dixtor. Navê dermanekî bavê min nehat bîra me û li cem dixtor jî qeyda dermanên bavê min dixwe tunebû. Dixtor nedixwest şaşî çêbe, îllehîn navê dermanê bavê min pê lazim bû. Min telefona xwişka kir, ji Whatsappê fotografekî qutiya dermên ji min re şand hema û em ji derdê giran xelas bûn. 

6 Mart 2019 Çarşamba

FOTONIVÎSK - Mirin û Zewac

Zewac
Riha - Adar 2019
Wênekaran wextekê bala xwe dabûn ser girtina fotografên mirîyan.

Mirîyê kefenkirî, berî here binî erdê, bi saya fotografan yadîgereke dawî li dinê dihişt ji xwedîyên xwe re. 


Dem û moda, îro li ser girtina fotografên bûk û zavayên teze diçe, ne li ser miriyan.

Ew guherîna sedsalekê, şoreke hevalekî min tîne bîra min: ''Zewac jî nola mirinê ye lo, îlehîn tê serî merîya, îro were ji siba çêtir e.''