28 Kasım 2017 Salı

Ala Tahir Elçi

Dîyarbekir
Ala Tahir Elçi - 2015
Karê fotografçiyan di rojên reş de jî girtina wêneyên baş e. Ew qaîdeya, di serî de wek tiştekî ne-etîk tê bi meriv, lê bere bere meriv dielimê. 

Di roja definkirina nemir Tahir Elçi de, li ser karê xwe bûm û min xwe dabû ber ku video û wêneyên baş bigirim. 

Ne darbesta Tahir Elçi ya ku li ser milên parêzeran ji morgê derdikeve, ne pankartên bi gotinên wî, ne portreyên wî yên hatine hildan, ne ambulansa di nav qelebelixê de, ne jî serê merivên wî yên bi ser kêlên gora wî de xwar bûnî..
Çi wext vedikim li wan wêneyên min girtî dinêrim, li yekê sist û mest dibim ku min nav ''Ala Tahir Elçi'' danîye.

Bi sedan kesên ku meriv zane ji her cûre siyasetê însan têde hene, li jor Koşuyolu Parkıyê li şûna xwe sekinîne, Tahir Elçi oxir dikin.

Bê al, mîna alekê xuya dikin ewqas însan tev ku, bê ku li ba bikevin, sabît li heqberekî li rêya dawî dinêrin.

Dîyarbekirê, çi partî çi rêxistin çi sazî , careke tin tew çênekir ew ala qelebalix ji ti kesî re û herhal wê çêneke jî.

Mîna ku meriv nekeve nav dîwarê zîndanan û neçe serê çîyan jî, hilde ala Tahir Elçi li bajaran ku hat ku mirin jî bû jiyan!

Çiriya Paşîn 2017, Ofîs - Dîyarbekir


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails