22 Kasım 2017 Çarşamba

Dawî û Destpêka Romanekê

demdemî
''Di berbangeke dawîya meha Tebaxê de, çaxa ez bi alarma telefona xwe ya ekranderizî, bi acizî û tiralî ji xew rabûm, gotineke ez nizam ji kû dera derhişa min niqûtîbû, yekser hat ser devê min: ''Di vê serdema selfie de, ferz e ku hemî hevok jî xwe li xwedîyên xwe bigirin!'' Owwwww min got, super. Berê min xwest ez hema li Twitterê binivîsim wê gotina qerase, lê paşê hat bîra min ku serê sibê kes gotinên wisa retweet û fav nake. Min got bila bimîne ji êvarî re, heta bêje ne êvar jî, bi şev piştî saet dehan dê baştir bûya. Bo jibîr nekim, min hevoka ku hêvîya zêdekirina çend şopîneran dabû min, li notên telefonê qeyd kir û min careke din serê xwe da ser balgeha xwe ya nexşeyên xwêdanê li ser bûn..''

ji Nifşê Nîvşa

Di helbestê de bi ser neketim. 
Çûme çîrokan, di wê de jî min ya ku dixwest bi dest nexist. Ma roman. Min plan proje çêkir, navê romana xwe ''Nifşê Nîvşa'' - ku ji zûde wer di qafê min de çerx dibû - danî û dest bi nivîsînê kir. Dûre rokê min dî ew jî ne îşê min e û min dawî lê anî. 

Niha tekane tiştê ku ez dikarim bêjim ez ji heq tême der û ez dizanim ezê dev jê bernedim blogerî ye. Loma, jîyana min wê êdî ji berê pirtir bloga min be û ez dixwazim asta vê blogerîya xwe her ro tibabekî din bilindtir bikim.

Ji roya royê de min gotibû ku ev der nola defterekê ye û xwendevanên ku hatin serdanê bi şîret, tespît, rexne û pêşnîyazên xwe kirin ku ez reng û rûyê blogê xweşiktir bikim. Spas bo te, we û wan hemîyan.

Hin spasên min yên din yên taybet hene lê ezê wan di hefte yan mehên pêş de eşkere bikim. Jixwe ji vir û wa, emê li vir pirtir hevdu bibînin û bi hev re romana blogê binivîsin.

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. Law pismam te dînîtî kiriye ji ber ku dev ji nivîsandina romana xwe berdaye. Law destpêkeke superotesi ye, heyf. Lê li ber nekeve telafiya wê heye. Û bi xêra vê nivîsa te dîsa fikreke min a tahrikkar û dehşet heye. Madem tu nikarî dev ji blogê berdî, were romana xwe wek romaneke tefrîka (ji bo blogê em navekî din bibînin) carê di blogê de belav bike û piştî ku qediya wek pdf di blogê de belav bike. Heger tu wisa nekî va ye ez ê wiha bikim û hetta li benda te nasekinim , dest bi romana xwe dikim li ser blogê. Hezar spas ji bo te ku tu fikrên afirîner bi me re çêdikî. Ez vê qenciya te ti carî ji bîr nakim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Înanolo,

      Spas bo metha ser destpêk û dawîya romanê. Nizanim, ezê êdî çi be jî xwe bidim ber bloga xwe. Belkî romana min ew e. Emê bi demê re bibînin çi diguhere, çi naguhere nola berê dimîne. Romana te ya li ser blogê ser xêrê be. Hezar spas xweş bo te. Ez ji ceribandinan hez dikim û kêfî min xweş dibe gava yekî ji min gênctir bi pêşnîyazeke min ya biçûk tiştekî pir rind çêdike. Hez û hurmet.

      Sil

Related Posts with Thumbnails