15 Kasım 2017 Çarşamba

Feleka Bîranînên Osman Sebrî

Bîranînên Min
bêrî
Xwendevên navê Osman Sebrî cara pêşî di hejmareke Kovara Hawarê de dît û bêyî ku zanibe ew nivîskar ji kê derê ye, jiber zimanê wî - qey nola xwînê, ziman jî dikşîne - bi hez û heyranî ew li hişên xwe qeyd kir. Piştî ku xwendevan bi agahîyên berteng elimî ku Osman Sebrî ji hêla Kolika Semsûrê ye, bala xwendevanê ku devoka wî dişibîya ya nivîskêr pirtir çû ser. Xwendevên him ji ser malperan him ji çend hejmarên din yên Hawarê nivîsên Osman Sebrî yên din jî xwendin û di ser wêjekarîya wî re ew li ber dilê xwe kir peyayekî di ser pozê xwe re. 


Kobanî
hindurê herbê
Di sala 2015'an de, dema Herba Kobanîyê dewam dikir xwendevên dixtorên biyan ji Sirûcê bi qaçaxî biribûn wê hêlê û wî bo ku di rê de cesaretê bidêkê, kitêbeke Osman Sebrî, Hevalê Çak, nola efsûna nivişta li stûyan, xistibû çenteya xwe. Wê demê xwendevên zanibû ku Osman Sebrî jî di rêya Sirûc û Kobanîyê de pir çûye hatiye, lê detayên çerxbûna wî camêrî li wan deran, nizanibû. Hin xwendevan û nivîskaran, tim ji xwendevên re gotibû ku ''divê tu teqez bîranînên wî bixwînî, qala hêla we jî dike..'' 

Bîranînên Min ya Osman Sebrî wek pdf 
li ser înternetê çend caran li ber çavên xwendevên ketibû, bes jiber êşê, çavên wî nebirîbû ku kitêbê li ser komputerê yan telefonê bixwîne. Duhinî ne pêr, xwendevan çû dikana pirtukakurdi ku xususî Bîranînên Min ya Osman Sebrî bikire. Weşanxaneya Lîsê kitêb ji rêza Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî çap kiribû û reqema 7'an danîbû ser bergê. Ji reqemên li ser bergên kitêban nefret dike xwendevan. Gava wî ew reqema 7'an dît, ket ber nefsa berê xwendina şeş kitêbên li pêş Bîranînên Min ya Osman Sebrî. Bêguman ti eleqeya wan kitêban bi hev re tunebû xêncî yekahengîya wan ya jibo rêzê, lê xirabîya obsesîf-kompulsîfê li xwendevên badida ku rûyê xwe ji kitêbê dagerîne. Xwendevên jiber vê nexweşîya gelekî giran pir kişandibû. Hat bîrê ku berga kitêbê biçirîne û wisa bixwîne, bes ew jî wê li şexsî Osman Sebrî heqaret bûya. Axir, xwendevên keser da ser keserê, reqem di hindurê xwe de sar kir û kitêb sitand. 

Osman Sebrî di sala 1905'an de hatiye dinê û 1993'an li Şamê jîyana xwe ji dest daye. Wî bîranînên xwe di sala 1980'yî de bi destê xwe nivîsîne. Di van bîranên sala 1980'yî de, Osman Sebrî dîyar dike ku di navbera 1926 û 1972'an de hijde caran ketiye zindanê û sê caran nefî bûye. 

Xwendevên ji zû de ye, hûrgilîyên sirgûnîya Osman Sebrî ya li Madagaskarê pir meraq dikir, lê wî di bîranînên xwe de qe qala vê meselê nekiriye. Osman Sebrî li wî welatê Afrîqa rêzikên evînî nivîsîne ku ne eşkere ye ji çi ye, bi xwendevên ecêb tê. Wî li wir dil daye reşikekê gelo, yan jibo jina wî ya ku di hevdeh salîya wî de ji wî re anîne nivîsîne şiîr? Hewil dide ku nîşanekê bibîne xwendevan, lê şop li ser eşqê rast nabe:

 ''Sala 1922'yan, payîzê ez hevdehsalî bûm ku wan ji min re jinek anî. Piştî salekê ji min re lawek bû, (kurê min Welato) û bi vî awayî û wî cendekê xwe yê qels ji sefê zarokan derketim û ketim sefê peyayan; lê peyayekî qels û kijmirî. Hîn baş tê bîra min roja wan ji min re jinek anî, tevî ku ez gihabûm dawîya hevdehsalîyê, geda min bi qasî ya zarokekî sêzdeh çardehsalî bû. Dema cilên zavatîyê li min kirin, ên dora min gelekî di ber xwe de dikenîyan.'' 

Osman Sebrî û du apên wî, di sala 1926'an de jiber piştgirîya Şoreşa Şêx Seîd li Mehkemeya Îstiqlalê tên darizandin. Bi biryara vê mehkemeyê her du apên wî tên îdam kirin û Osman Sebrî jî dişînin hepsê. Ew li ser vê dadgehê wiha dibêje ''Ji xwe Mehkemeya Îstiqlalê ne hewceyî îfade, şahid û delîlan bû. Hebûna zebtekê ji alîyê memûrekî biçûk ve têrê dikir ku pê deh Kurdan bi dar ve bike.'' Xwendevan dizane îro ro jî bi hezaran Kurd, eynî nola sed salên berê bê îfade, bê şahid, bê delîl li hepsên dewleta Tirkîyê girtî ne û tevî hemî hewildanan jî ti çare ji gazî û hawara wan re nayê dîtin.

Rêberên eşîra Osman Sebrî, jiber xinizîya Bedirê Paşê dikevin ber lepên dewleta Tirk û apê Osmên, Şukrî Beg, berî wî bibin ber sêdarê ji birazîya xwe dixwaze ku ''mêr be, qenc be, rast be'' û bi kuştina Bêdir heyfa mala Heyder Axa hilîne. Çito ku gotinên Şukrî Beg tesîrê li xwendevên dike, kira Osman Sebrî ya hema li dû bidarvekirina her du apan sê qat bandorê li ser wî çêdike: Birazîyê ku hîn cendekên apên wî li sêdarê ne, roja din dişîne pey berber, rûyê xwe kur dike û ji edeteke şînê pirseke wêrek dipirse: ''Ma ez ê tolê bi rûyê xwe, an bi dilê xwe bistînim?''

Osman Sebrî piştî Hepsa Diyarbekirê du meh û sêzdeh rojan li Zindana Edeneyê dimîne. Nivîskarê welatperwer, di bîranînan de dide zanîn ku dersên hezkirina welêt ên pêşîn ji Çerkesekî hîn bûye: ''Hisên Hilmî Atîk qeymeqamê Cebaxçûrê bû û yek ji hevalên Şêx Seîd ku jê re hikimê îdam hatibû dayîn. Ji ber ku di şerê Fransizan de mêranîyeke mezin rave kiribû, wan jê re daxist pazdeh salan. Ew ji Çerkesên Kurdistanê bû; lê ji Kurdekî pirtir bi doza Kurdîtîyê girtibû.''

Piştî Hepsa Edeneyê, Osman Sebrî li hepsên Konya û Denîzlîyê jjî dimîne. Walîyê Denizliyê li ser destê xortekî Kurd î sirgûn ku li mala wî dixebite re navê Osman Sebrî dibihîse û xeberê jê re dişîne ku her tim ji alîkarîya bo wî amade ye. Osman Sebrî dibêje ku ''Ew walî bi navê Xalid Beg Kurdek bû, lê nedixwest kesek Kurdîtîya wî bizane. Nasîna di navbera min û walî de gelekî bi pêş de çû. Heta hin caran rojname digel kurê xwe Elî dişandin dergehê zindanê.'' 

Xwendevên piştî xwendina van hevokan tavilê li Google nihêrî û xwest ku wî walîyî bibîne. Ger lêgerîna xwendevên ya li ser înternetê ne şaş be, walî Halit Aksoy e, bûye walîyê gelek bajarên Tirkîyê û hin cîhan xelkê leqeba ''Süper Vali'' lêkiriye. 

Qedrî Cemîl Paşa

Osman Sebrî dema ji Hepsa Denizliyê derdikeve, di ser Mersînê re derbazî Edeneyê dibe û bo vegera welêt li wir trênê siwar dibe. Tala Gawirdaxê, ji hevalekî xwe yê ji hepsê dielime ku Qedrî Cemîl Paşa jî tevî xanima di eynî trênê de ye. Fikrên ku Osman Sebrî ser pirseke Qedrî Beg nivîsîne pir bala xwendevên kişandin û ew pirs û paragraf, jiber ku ferqa eşîrîya li gundan û bajêr pir baş nîşan didan, wî ew der sê çar caran li ser hev xwend:

Ez û Şêx Emîn çûn dîtina wî, piştî silavê, pirsa pêşîn ku ji min kir ev bû:

-Piştî Tirkan her du apên te kuştin, ma tu netirsîyayî?

Berî Qedrî Beg bibînim, min gelek begên bajarî dîtibûn û ramanên wan dinasîn, ji lew re ez ji pirsa Qedrî Beg a çepel kiz nebûm. Ji pisaxayekî eşirî re ev gotin zor giran bû. Di nav eşîran de ji bo camêran vê gotinê nayînin ser zimanê xwe. Pirsên holê bi bersivine hişk li xwedîyan vedigerin. Lê ji ber ku mentiqa bajarîyan ne wekî ya eşîran bû, wan dikarî pirsên holê xav bikin. Ji lew re min bi nermî gotê:
-Na ez benî. Bi kuştina apan nikarin me bitirsînin.

Osman Sebrî ku vedigere welêt, bo wasîyeta apê xwe, xwe dide ber kuştina Bedirê Paşê û ser wasîyetê, ji pişt ve ne lê, bi qaîdeyeke mêranîyê, derdikeve pêş Bedir Axa û wî dikuje. Birazîyê ku tola apê xwe distîne, ji Sêwêrekê wêde radibe ser girekî, berê xwe dide Diyarbekirê û bang dike û dibêje apê xwe: ''Îro min dest bi standina tola te kir, pêşî lê hat, dawî jî li Xwedê'' û berê xwe dide Kanîya Ereban. 

rêya Osman Sebrî, 2015

Foto: Hatice Kamer


Osman Sebrî, di bîranînan de bo Kobanî, ''Kanîya Ereban'' nivîsîye, bo Sirûcê jî ''Ordî'' Xwendevan gava ''Ordî''yê dibîne yekser diçe zaroktîya xwe ya li gund. Wî wê demê Sirûc nebihîstibû hîn, ku mezinan xwe çêdikir dixemiland berê wan li Ordîyê bû. Xwendevên bi demê re Ordî ji bîr kir û elimî Sirûcê. Vê talîyê bo nîşandana helwesta siyasî û qaşo negotina navên dewleta Tirkîyê ''Pirsûs'' jî hat gotin ji Sirûcê re, lê xwendevên piştî xwendina ''Bilûra Min'' ya Celadet Alî Bedirxan, ji erdê xwe re her got Sirûc û ne tiştek.

Kanîya Ereban, Eynel Ereb, Mürşitpınar, Kobanî navên eynî cîhî ne. Di sala 2014'an de gava DAIŞ'ê êrîşî Kobanîyê kir navê wir Eynel Îslam danîbû, Kanîya Îslamê. Piştî ku DAIŞ li wir têk çû, hin fermandarên wê rêxistinê îcar jî ji wir re gotin Kanîya Şehîdan. Niha bo wê derê nîqaşa sereke ''Kobanî'' û ''Kobanê'' ye.

Osman Sebrî dema derbazî Kobanî dibe diçe mala her du kurên Şehîn Beg, Bozan û Mistefa dimîne. Wê demê li Kobanîyê mişawirê Fransa heye ku mîna walîyê wê derê ye. Osman Sebrî ji mişawirê Fransiz dielime ku Îsmet Paşa fermana girtina wî daye û ji karbidestên Fransa wî dixwaze. Li gor peymana di navbera Fransa û Tirkîyê de, her du dewlet diz û mêrkujan teslîmî hevdu dikin, lê mişawir Osman Sebrî ''xwesparekî siyasî'' dihesibîne. Li peyva ''xwespar'' dinêre xwendevan, cara yekê ye ku dibîne herhal, nivîskar ew peyva ji ''xwespartinê'' bo ''penaber''ên ku îro bûne kêşeyeke cîhanî nivîsîye.

Osman Sebrî rojekê li çarşîyê ''peyayekî girs, şapo li serî, di gel her du kurên Şahîn Beg'' dibîne û ji katibê Bozan Beg dielime ku ew ''Kurê Bedîrxan Beg Celadet Beg'' e. Osman Sebrî ku diçe mala Mistefa Beg hevrûyî Celadet Beg dibe; jiber ku zane ew li Stenbolê mezin bûye, dibêje qey bi Kurmancî nizane û bi Tirkî pê re dipeyîve. Celadet di dest de dibê ''Ma tu bi Kurmancî nizanî?'' Bi meseleyeke wisa hev nas dikin ku xwendevan rewşa her du rewşenbîran fikirî û tîq tîq kenîya li di vê beşê de: ''Dêmek giregirên me yên em didin dû wan jî dikevin vê dudilîya duzimanîyê û li rêya Kurdî-Tirkî diçin tên..''

Piştî ku du sê caran bi Celadet Beg re rûdine, ser daxwaza xwe Osman Sebrî jî dibe endamekî Xoybûnê. Celadet Beg ji wî dixwaze ku hin belavokên Xoybûnê yên bo banga serhildanê ji sînorê Sûrîyê heta Dêrsimê belav bike û hin reşbelekan jî bigêhîne Seyîd Riza. Osman Sebrî hezar fîşek jî dixwaze Celadet Beg û piştre li ser wê bûyerê û wî wiha dinivîse:

Celadet Alî Bedirxan: Ew bû ku rêya Dêrsimê xist ber min. Tevî ku ji bo rêyê fîşek û pere dê bişandana, gotina xwe kir derew, tenê reşbelek û belavok şandin. Paşê min zanî pere û bihayê fîşekan ji Xoybûnê standin, cîyê ku ji min re bişîne, xwarin. Hingê mesrefa ku li rêyê bû min hemû ji kîsê xwe da.

Xwendevan hema bêje di hemî kitêbên bîranînan de li gotinên surprîz rast tê. Di bîranînên Osman Sebrî de, ya ku xwendevan şok kir gotinên wî yên li ser Celadet Alî Bedîrxan bûn. Belkî jî loma, Dilawerê Zengî, ku bîranînên Osman Sebrî kom kiribûn, di pêşgotina çapa Şamê de gotibû ku ''Ez bawer im wê ne li gor dilê hin kesan be. Lê ji bo emaneta dîrokî wekî ku hatine nivîsandin, belav dikim.''

Dema Serhildana Agirîyê, Xoybûn biryarê dide ku di pehnayîya sînor re dirêjî nava welêt bike. Li gor karbidestên partîyê, hikûmeta Tirk hemû leşkerên xwe şandine Ararat e û hêla jêr sist û serbest maye. Li gor plana ku Bozan Beg ji Osman Sebrî re dibêje, ''Birek di bin fermandarîya Celadet de wê di Cizîra Botan re derbasî jor bibe. Birê duduyan di bin fermandarîya Haco de derbasî nava Heverîkan bibe. Cîyê birê sisêyan dê bin fermandarîya Ekrem Cemîl Paşa de derbasî Çîyayên Dêrikê bibe. Birê çaran di bin fermandarîya Mehmo Lawê Îbrahîm Paşayê Milî de dêrbasî Wêranşarê bibe. Birê pêncan fermandarîya me ye ku em ê berê xwe bidin vegirtina Rihayê.''

Li gor zanebûna xwendevên wê demê serdestîya Bozan Beg û Mistefa Beg li ser Berazîyên binxetê heye, lê tevî ku li Sirûcê baş tên nasîn jî li ser Berazîyan serxetê ti hikmê wan tune. Bozan Beg ji Osman Sebrî dixwaze ku ew derbasî serxetê bibe û bigire ser qereqolên dora Sirûcê û dide zanîn ku dûre dê ew jî werin bi eşîrên Sirûcê re rabin û tev herin bigirin ser Riha. Osman Sebrî fikra ji sêri de xwestina alîkarîyê ji Berazîyên serxetê şaş dibîne û dibêje ''Dema Berazîyên jor em serdestî hikûmetê bidîtana dê alîkarîya me bikira.''

Osman Sebrî tevî ku wê fikrê şaş dibîne bi çend peyayên ku Bozan Beg û Mistefa Beg derbasî dane pey wî derbasî Sirûcê dibe û digire ser qereqola Peyamlîyê, li wir tevî hevalên xwe pênc leşkeran dikuje û bi siwarekî rapora rewşa dawî ji Bozan Beg û Mistefa Beg re dişîne. Piştî serkeftina li Peyamlîyê Osman Sebrî berê xwe dide qereqola Riha ku hîn kîlometreyek re neçûye, siwarê ku ji raporê şandî xwe digêhîne wan: ''Berî ez xwe bigêhînim began, Fransizan her du jî girtibûn û şandibûn Helebê.'' 

Li vir disekine xwendevan. Ji kitêba bîranînê çend rûpel mane, bera girîyê nade lê gewrîya xwendevên hişk dibe. Vedike ji dengê Abdullah Koçal, Feleka Bêbext, helbesta Osman Sebrî guhdar dike; careke din, careke din, careke din guhdar dike helbestê. ''Xêncî felek me hene neyar'' dibêje xwendevan jî di ber xwe de, dike ku stû li ber vê qederê xwar bike lê dengê apê Osman Sebrî ye di guhê wî de vedide: ''Mêr be, qenc be, rast be!''

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir


10 yorum:

  1. :( dilêm loy loy loy.. Ev bû dido ku rewşenbîrên Kurd di derbarê Bedirxaniyan de ne xweş diaxive. Nizanim Ekrem Cemîlpaşa jî heman tiştê digot. Kuro ma ev qeder naguhere lo..
    Dest û hestên tê sax bin lê te kir ku kezep biperite..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Qeder wê biguhere, me bawerîyeke xurt divê û şixul lazim e ne ne şikestin. Spas.

      Sil
  2. Sihet xweş pismam. Baş e ku tu hin hûrgiliyên kêmnas bi me re parve dikî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bîranînên wî tesîreke zehf zêde li min kir; têde detayên hîn ecêb hene. Ez dikim îcar jî demeke dirêj vê kitêbê bi xwe re bigerînim. Spas.

      Sil
  3. Ji edebiyatê herî bêtir ji bîranîn û hevpeyvînan hez dikim. Gava min xatiratên apê Osman Sebrî xwend, min ji rastgoyî û mêraniya wî pir hez kir, min got xwezî her kurd wek apê Osman Sebrî bûya.
    Ji zû da ye teferuat nuha nayên bîra min.
    Xwendina kitêbên wiha pir muhîm in, ji bo xwenaskirinê ji roman û çîrokan bi feydetir û bi tesîrtir in.
    Bi xwendina wan meriv kane tarîxa xwe û pêşiyên xwe nas bike, di heqê tarîxa xwe û sebebên bindestiya kurdan ya îro hinekî fêm bike...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez jî nola cenabê te me Apê Zinar.. Ji bîranînan pir hez dikim, ji koza dil in. Hinek bîranînên ku min berê xwendine, dikim careke din bixwînim, tenê carekê xwendin têra bîranînan nake bi min.

      Sil
  4. Dê çaktir biya vê nivîsîna bikirayî çend beş an bi kurtir çêbikira. Ji ber ku wek eyan e serdem û hwd...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Tu hêlekê de rast dibêjî lê ne ewqas nivîseke pir dirêj e yaw. Dirêj e lê ne pir dirêj e yanî, yanî yanî serdem.

      Sil
  5. Mîna hinara li erdé ketî belav bûm Omer

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Temamê bîranîna bixwîne, tuyê hûrhûrî bibî.

      Sil

Related Posts with Thumbnails