26 Kasım 2017 Pazar

Fotografeke Underground

mihemedî
Wê dema hanê İnan Eroğlu bi Mihemed Ronahî re ser Kûçikîstanê hevpeyvînek kiribû û bo di blogê de biweşîne ji min çend wêneyên wî xwestibûn. Ku min sê çarekên li ber destê xwe jê re şandin, Înên îcar jî cîh û dîroka wan pirsî.

Fotograf giş li Dîyarbekirê hatibûn girtin, lê tevî ku yek ji wan fotografeke min ya favorî bû, nedihat bîra min ku min tam çi wext û li kû girtiye. Bîrê, ji niha ve careke din sir û sînyalên pîrbûnê didan û dimiçiqî.

Ez pir li ber xwe ketim. Min not motên xwe tevdan, bîr kola, kola, kola û ez li ciyekî kûr û ji min pir dûr - çito çetin tê bi min - gêhiştim qelşên fotografê.


Di Hezîrana 2016'an de bi kameraya telefoneke Nokia, ez di heft gavan de gêhiştibûm wê fotografa Mihemed Ronahî ya ku paşê navdar bûbû û min li bini notek jî nivîsîbû. 


1

2

3

4

5

6

7
Mihemed Ronahî telefon kir. Ez çûm, li Çingenem Büfeyê tenê rûniştibû vedixwar dîsa. Cara siftih ketim wê büfeyê. Her ro di wir re derbas dibim, cara yekem min dît. Li hêla paşîyê li binî erdê meyxaneyek çêkiriye xwedîyê büfeyê. Ku ez ketim wir, Mihemed Ronahî bi ken û devekî serxweş got: ''Underground Edebiyat'' Bû tîqetîqa min, têr kenîyam.. Diêşîya û vedixwar û çêr dikirin wek her car. Ez jî êşîyam. Min çend fotografên wî girtin û Fantayek vexwar. 

Çiriya Paşîn 2017, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

Related Posts with Thumbnails