23 Kasım 2017 Perşembe

Gerdan, Gustîlk û Gerdûn

groteskî
Di gerên xwe yên li Ofîs û Sûrê de, van demên dawî çend car in li jinên ku li gerdanên wan ala dewleta Tirkîyê heye rast têm.

Dibirûsin hîv û stêrk, mîna ku zanibin nîşana guherîna gerdûna Dîyarbekirê ne, şewqên wan şerût.

Dadigerim, dikevim dikaneke morî û mercanan îro; guhar û gustîlk qase bi qase li hêlekê.

Dinêrim li kesk û sor û zeran, li awirên Ahmet Kaya û Yılmaz Güney, li logoyên Galatasaray û Fenerbahçe û li hîv û stêrkan.

Di nêv hev de ne gustîlk groteskî, ka kî bîne bêjingê û kî hilpifîne heq û ne-heqan.

Demekê dibêjin, dozdeh gerîlayên PKK'ê hatine kuştin û wê rojê darebeyên hemî dikanên Diyarbekirê daketî bûne.

Dadiweşînin ku ji ezmên, gerdan jî gerdûn jî gustîlk jî xwe diguherînin difiroşin zemên.

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails