24 Kasım 2017 Cuma

Geşkirin û Reşkirina Blogan

defterî
Li cem me edet e, çi tişt geş bibe tavilê tevgereke reşkirinê destpê dike. Hinek bi hêrsa hesûdîyê tevlî vê tevgera reşkirinê dibin, hinek qaşo bo qerfan û ya herî xirab hinek jî ji nezanîyê.

Jiber ku civata Kurmancî civateke pir çûk e, geşkirin û reşkirin jî di nav de, hemî hereket hema tên bihîstin û dîtin.

Duhinî jî pêr jî hevalên bloger ji min re, ji Whatsappê screenshota twîteke fenomenekî me şandin.

Fenomenê mexdûr dida zanîn ku dewra blogan derbas bûye û ji zerîkubareke ku dixwest yek van blogeran bisekînîne re jî dîyar dikir ku ewê me koma ''kolpa''yan biqedîne. ''Kolpa'', yanî ya kêrî tiştekî nayê yan jî sexte. 


A min ez dikarim bêjim bi xêra bloga min, ji min rê rêya rojnamevanîyê vebû û ez îro bi wî karî debara xwe dikim.

Gava gêncek çi werger, çi helbest, çi foto, çi hevpeyvîn, çi çîrok, ku afrînerîyeke xwe ji min re bo nirxandinê dişîne, ez piştî pêşnîyazên naçîzane dibêjim ''teqez blogekê jî veke û karên xwe li wir biweşîne, bo ku tu her tiştê xwe berhev bikî û pêşdeçûna xwe jî bi rehetî bibînî.''

Ehlekî qelemê, geşbûna blogerîya Kurmancî çira û çito mîna kelema li çavan dibîne fehm nakim û ne ji me lê dixwazim ji cîranan û cîhanê çend mînakan bidim.

Yekta Kopan nivîskarekî Tirk e, bi çîrokên xwe û bi bernameyên hunerî yên li ser televîzyonan tê nasîn. Li ser Twitterê, ji 1,200,000 zêdetir şopînerên wî hene, lê ew dibêje nivîsên min yên blogê û ne ti tişt. Ji 2010'an vir ve li ser filucusu.blogspot.com.tr dinivîse û xwendekarên zanîngehê xelatên blogerîyê danê.

Ümit Kıvanç, rojnamevanekî Tirk e û bi nivîsên xwe yên muxalîf bi nav û deng e. Ji 2013'an vir ve li ser riyatabirleri.blogspot.com.tr bi dehan nivîsên ku li ti rojnameyan nehatine weşandin belav kirine.

José Saramago di 1998'an de Xelata Nobelê sitandîye. Wî jî di navbera Îlona 2008'an û Hezîrana 2010'an de li ser blogê nivîsîye. Di sala 1922'an de ji dayik bûye Saramago, yanî gava dest bi blogê kiriye 86 salî bûye û hema bêje heyanî roja mirinê jî nivîsîye. Nivîsên wî yên blogê bi Tirkî ji alîyê Kırmızıkedi ve bi pêşgotina Umberto Eco, bi navê Defterler çap bûne. Xanima Saramago ji wî re gotiye ku ''Karekî te heye êdî, blogê binivîse'', loma kitêb aîdî wê ye filan.

Deutsche Welle, ku sazîyeke medya ya Almanya ye, 4 sal in xelata bloga herî baş, The BOBs, dide. DW, xelatan dide blogên 10 zimanan: Erebî, Çînî, Almanî, Îngilizî, Fransizî, Felemenkî, Farsî, Portekîzî, Rûsî û Îspanyolî.

Ê me çi ye lê? Ji oqyanûsê dilê dilopekê. Bidî ser hevdu belkî sed blogên aktîf yên bi Kurmancî tune ne, lê berovajî methan û pêşnîyazan, wê hinek rabin wan reş bikin û hewes û heyecana keç û xortên ku dixwazin tiştekî biafirînin bişkînin.

Kes di zikê diya xwe de nabe fenomen û kubarbûna kesî wî heqî nade ti kesî ku kolpabûnekê bi me blogerên Kurmanc ve bizeliqîne.

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir

6 yorum:

  1. Wek blogerekî kurd ez wî "fenomenî" protesto dikim.
    Di van 10 salên blogeriya xwe da min ji xwe ra, ji kurdan ra û ji zimanê kurdî ra mîrateke baş komî ser hev kiriye.
    Min nenivîsîya ewê çi kara kurdan û zimnanê kurdî hebûye?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mîrata te hiştî nola sed donim erd e Apê Zinar, bi hez û hurmet têm destên te.

      Sil
  2. Korbûn bi xeteretirîn nesaxî ye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Belkî kor hin tiştên hîn xweşiktir dibînin, nizanim.

      Sil
  3. Bloxeke birêzên Kawayê Selîmê Ozmên hebûya wê demê blogger hemî xilas dibûn ji kolpatîyê...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Birêz Adsız,

      Kî ji kê hez dike hez nake ji min re ne lazim e. Lê ez ji rexneya bêbingeh, ku dibe reşkirin, hez nakim û hew.

      Sil

Related Posts with Thumbnails