9 Kasım 2017 Perşembe

Heb û Herfên Hinaran

Bextîyar Elî
şaredarîya hinarî
Li meydana Sirûcê me. Çavên min li avahîya şaredarîyê ye ku fotografeke wê û hinara li ber bigirim; lê jiber polîsên dewleta Tirkîyê yên li pêş avahîyê berevanîya qeyûm dikin ditirsim ku berî telefona xwe dîrekt li wê hêlê dim. Xwe li orta meydanê êgle dikim û nola ku selfieyekê digirim dikim, di kadrajê de ala Tirkan li ba dikeve. Bi xofa ku dagirkerî diniqutîne ruhê min û canê min ji sêrî heya nigan gurzgurzî dike, digirim fotografeke ricifî û di ziqaqên bi gend û gemar re  - şaredar jî nedişixulî, qeyûm jî naşixule - derbazî mal dibim.

Ji Elîgor, di qaseyeke textî de, hinarên yek jî jê neqelişî anîne birayekî min. Dinêrim li qaseya dagirtî, meraq nakim hindurê tiyan, hebên sor û sipî bin wê, hinek tirş bin hinek şêrîn, hinek jê korik. Lê gelo Bextîyar Elî çi xistiye hindurê Hinara Dawî ya Dinyayê? Wî ku di hevpeyvînekê de gotîye ku ''Eger ez bimirim û bihêlin ez kitêbeke tenê bi xwe re bibim wê dinyayê, ji nav hemû kitêb û berhemên xwe ez ê 'Hinara Dawî ya Dinyayê' bi xwe re bibim!'' 

Hindurê hinara Bextîyar Elî, nizanim ji çi ye çend ro ne meraqeke ezamet li hişê min pêçandîye. Hinarên din, tehm çi bin jî yên xerş û perşê ne niha li ber çavên min. Hatiye ku hinara ku nivîskêr ji herfan çêkirîye, ya Xwedê yan Xwezayê ji heban afirandî teqle kiriye danîye erdê. De ew bû ku digot ''Bixwîne!'', di siya ala dagirkeran de be jî rûne hinara xwe bixwe û bixwîne.

Mijdar 2017, Sirûc

2 yorum:

  1. Dapîra min digo; zemané beré dema yek nexweş diket me jé ra hinar dişand, hinar mîna dermanek dihat hesibandin û piştî ew nexweş wé hinare xwar baş dibû.. dibe ku bextiyar jî ser vé çendé hinara dawî ya dinyayé nivîsî be, xuyaye ku dermana dawî mirov bi xwe dibe goré..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas bo vê şiroveya şebab, qet wisa nefikirîbûm. Sihhat xweş, hebên hinarên herî çeleng bibin para te.

      Sil

Related Posts with Thumbnails