5 Kasım 2017 Pazar

Hebûna Navan û Nebûna Sifatan: Lata Lêron

li çongê
Xwendevan, cerku endamê sadiq yê Kulûba Xwendinê ya Diyarbekirê, Tahir Taninha ji wir nas dike ve paşnavê wî bi xwendevên ecêb tê. Tevî ku wî di ferhenga D.Îzolî de peyva ''taninha'' nedîtiye jî, gava li şêwireke kitêbekê yan li kafeyekê li Tahir Taninha rast hatiye jî jiber eybkirinê wateya wê jê nepirsiye. 

Çend royên berê, xwendevên dema li dikana pirtukakurdi di refa kitêbên Weşanxaneya Lîsê de, kitêba çîroka ya Tahir Taniha, Lata Lêron dît, meraqeke din ya xewa şevan diherrimîne li xwe zêde kir: Lêron. Eger xwendevên nizanibûya ''lat'' çi ye û navê Tahir Taninha jî li ser berga kitêbê nedîta, teqez wê bifikiriya ku kitêbeke ji hêla Latîn Amerîka wergerandine Kurmancî: Lata Lêron..

Xwendevên bi bişirîna di ser navan re, di esirekî teng de li parkeke li ber sûrên Diyarbekirê dest bi xwendina Lata Lêron kir. Çîrokek, du çîrok, sê çîrok xwendevên fehm kir terza Tahir Taninha, hevokên kin yên bê xeml û xişr in.

Dengê pisîkekê dihat. Ez diricifîm. Li ber xaniyekî min pisîkek didît. Ez dibezîyam, min digot ez ê biçim nik pisîkê. Lê pisîkê xwe avêt qirika min. Ez û pisîkê em diketin erdê. Me bi hev re şer dikir. Min bi qirika wê pisikê digirt, min diavêt erdê. Pisîkê dikir nehwînî, bazdida. 

Di çîroka çaran ya bi navê ''Êdî Mar Jî Natirsin'' de, piştî xwendina vê paragrafê xwendevên dest bi ponijînê kir: Serdestên wêjeyê, meyla xwendevên ji zû de ye qulibandine ser şêweyên bi şayesandinan. Wek ku li nivîskêr ferz bû ku bi ''mîna''yan, ''wekî''yan û sifatan her hevok hinekî dirêj bikira: Karekterê çîrokê, li ber xanîyekî çito pisîkekî bi çi rengî dîbû mesela û ew pîsîk çawa diketin erdê, wekî kê û kê şer dikirin? Dayîna detayan, bi çi şiklî di qafê xwendevên de bûbû qaîdeyeke wêjeyeke baş, fehm nekir xwendevên. 

Dibêjin Cicero, di De Oratore de gotiye ku gerek meriv bi awayekî boş û betal metaforan neda ber dev û destên xwe. Li gor wî, çito ku cil di serî de seba sermê hatine çêkirin û paşê bo şan û şerefê hatine li xwe kirin, eynî wisa metafor jî ji nebûna peyvan çêbûne û paşê bi kêfî hatine karanîn. De li gor xwendevên, belkî bi ''mîna'' û ''wekî''yan metafor çêbin, lê sifat tenê nabe metafor, bes dikare bibe parçeyekê metaforekê. Yanî ya kurt û elbet kurmancî, xwendevan dibêje bo dîtina xweştir - ku sifat dîtin didin - xwezila di çîrokên Taninha de pirtir sifat hebûna. 

damla
Ji nêv 21 çîrokên di kitêbê de, xwendevên herî zêde ji ''Dilop''ê hez kir; nîşanek li ber wê çîrokê danî û paşê vegerîya careke din ew xwend. Nivîskar di ser ewrekî ku ''dilop''ên wî hatine kuştin bûne ''damla'' û mamosteyê qatil û zarokê xwendekar yê li ber asîmîlasyonê, meseleyeke sed salên dawî ya bakurê welêt vedibêje. Xwendevanê ku bi qasî ji dest tê xwe dûrî karên dewleta Tirkîyê dide, psîkolojîya mamosteyên Kurd yên welatperwer yên li dibistanên dewleta Tirkîyê di dersên tarîxê de ji neçarî dîroka damezirandina Komara Tirk dibejin û Kürt Teali Cemiyetiyê ji zarokên Kurd re wek cemiyeteke zararli nas kirin didin jî pir meraq dike.

Di kurteçîroka ''Dilop''ê de, bi hîn kinî, zarokek bo ''dilop''a ku li cîhê dersê bi ser deftera wî de dikeve, dibêje ''Ogretmenim dilop düştü''. Mamoste tê ji zarok re dibêje ''Oglum 'dilop' değil, 'damla'' Ser vê ewr jî ji mamoste re diqîre: ''Te dilopên vî bajarî kuştin,  te dilopên vî bajarî..''

Li ber sûran, piştî çîrok diqede, bi offffffffff, serî xwe radike li ezmanê bi ewr dinêre xwendevan: Wan çiqas kesên me kuştin lan, wan çiqas tiştên me..

Mijdar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails