12 Kasım 2017 Pazar

Kurmê Kitêban û Kulîlkên Sosyal Medya

Dilek Şendil
kurmê bostana
Xwendevên çend royên berê ji Kafka, ku ji demeke dirêj ve bo gelek wêjehezên li Diyarbekirê bûye navenda dîtina kitêbên wêjeya cîhanê, Gezgin, Kule ve Kitapkurdu ya Alberto Manguel kirrî. Manguel dema telebe bûye, çar salan ji Jorge Luis Borges yê ji çavan kor re kitêb xwendine. Belkî jî loma kitêbên wî bêhtir li ser xwendinê ne. Meriv bo çi dixwîne, xwendin çi ji meriv dibe û çi lê zêde dike, kîjan nivîskarî li ser xwendinê çi gotiye çi negotiye, dide pey pirsên wanî Manguel.

Hema bêje mîna hemî wêjehezên van salan yên li bakurê welêt, xwendevan jî bi tîpên latînî û bi zimanê Tirkî bi rêka xwendinê ket. Paşê di havînekê de li xoce elifbêya Erebî jî elimî xwendevan, lê berovajî xwendina bi Tirkî wî ji ya bi Erebî tiştek fehm nedikir. Niha gava li wê dewrê dinêre xwendevan, dibê dêmek ku her xwendin bi xwe re fehmkirin û ferasetekê çênake. Bes hevalekî lîseyê tê bîra wî ku digo, ''E xêncî Qur'anê tiştekî naxwînim, zati kitabên dinê gî di vê kitabê da ne.''

Li gor Manguel, jîyan rêwîtîyek e di kitêba cîhanê de; xwendin jî, yanî dîtina rê di kitêbê de, jîyan e û rêwîtîyek e di nav cîhanê de. Hinekî li nêv ket, ne? Ya xwendevên ji wê fikrê fehm kirî, jiyan rê ye û xwendin şikl û şemalekê dide wê. Cîh tê bi xêra xwendinê rê li ber meriv dûz dibe û meriv bi surata Ferrarî difire li wê rêyê, cîh tê xwendin keviran li wê rêyê datîne û meriv nigê xwe li kêvir dixîne dilikume. Xwendevên bi qasî faydeyên wê zararên xwendinê jî dîtine yanî.

Di kitêbê de gerokê qirna 12'an Îbn Arabî dibêje ku ''Koka hebûnê hereket e. Bêhereketî di hebûnê de tune, çinku gava hebûn bêhereket bimîne, wê vegere nebûnê. Îşte loma jî, li vê dinê jî li axretê jî rêwîtî tew naqede'' Gava xwendevan kitêbekê dixwîne, her çiqas li cîhê xwe sekinî xuya dike jî, ya rast li hevoka pêşî siwar dibe û bi rê dikeve, xwe û hevoka pêşî, li hevoka duyê siwar dike paşê, dûra her sê li hevoka sêyan siwar dibin.. Wanî werga, heta talîya kitêbê xwendevan li wê rêya ku xwendin dîzaynira wê ye, bi hereketa xwe di hebûnê de ye.

Manguel li ser xwendina elektronîk jî nivîsîye, lê belkî jî jiber ku kitêb di sala 2013'an de hatiye nivîsîn û heta vê hevoka 2017'an gelek tişt li ser înternetê guherîn, beşa bi navê ''Ağda Gezinmek'' bi xwendevên qels hat. Xwendevan êdî matbuat û elektronîkê nade ber hev, dilê kê ji kîjanê hez bike wê bi wê formê bixwîne: Ha te kaxet kiriye destê xwe te çav danîne ser hevokên kitêbê, ha te ji cîhazekî elektronîk xwendîye. Ne ew, ya xwendevan meraq dike, xwendinên li ser sosyal medya jî ji xwendinan tên hesibandin yan na? Namîne çend salan, belkî pirseke pir komîk be ew, lê herhal îro ro piranîya wêjehezan, nasnameya xwendevanîyê nadin kesekî ku tenê li ser sosyal medya dixwîne.

Çi yên matbuatê çi yên elektronîk, kovar û rojname tiştên li ser sosyal medya berê hatine belav kirin, naxwazin biweşînin. Sedema nexwestina wan tekrar e û va yeka nîşan dide ku ew sosyal medya mîna xwe wek cîhekî xwendinê dibînin. Şairek bo ku kitêba wî were kirrîn, li ser sosyal medya yek bi yek belav dike helbestên xwe, lê gava eynî şair kitêb di destan de dakeve meydanê û bo kitêb were kirrîn ji wan helbestan belav bike - bixwîne - belkî bêjin ew xurifîye. Tevî vê rastîyê jî niha neheqîyeke mezin li xwendinên li ser sosyal medya tê kirin û biçûk tê dîtin. Bes li gor texmîna xwendevên, çend salên din wê kitêbên wek ''Twîtên Filan Nivîskarî'' derkevin, belkî derketine jî wî hay jê tune. Yanî xwendevan dibêje ku eger mesele ne av e gav e, gav xwendin e, av ji kê derê çito kişiyaye ne muhîm e. 


xwendinî

Di epîgrafeke kitêbê de Thomas a Kempis dide zanîn ku li her derê bextewerîyê gerîyaye, le wî ew tenê di quncikekî de dema kitêbek di dêst de bûye dîtiye. Ser vê gotinê ji xwe dipirse xwendevan: ''Hele ti niha gî berde, tu seba çi dixwînî niha tu wê bêje ji min ra hele..'' Difikire û hewil dide ku pirsa xwe ji dil bibersivîne xwendevan: ''Bêjim ku bo ku li civata keçikan bi gotinên qalind û qelew nanekî bixwim, derew, ew berê bû, çû. Bêjim ku bo ku nivîsîna xwe pêşde bibim û kitêban binivîsim, ew jî berê bû. Ê lê çi? Ez ji tenêtîya sînordarkirî hez dikim û xwendin fersendê dide min ku ez tenê bimînim. Matbuat yan elektoronîk, gava ez kitêbekê dikim destê xwe, li dora min kî hebe jî tenêtîya min desthilatdarîya xwe radigihîne û 'dengê dijmin' êdî nayê min'' 

Manguel, di dawîya kitêbê de ji zarê nivîskarekî din dibêje ku di her kitêbekê de pênc şeş şorên veşartî hene, her tiştên din yên di kitêbê de jibo wan tên nivîsîn. Her çiqas xwendevên jî ji Gezgin, Kule ve Kitabkurdu pênc şeş gotinên veşartî, derxistine danîne pêş xwe jî, ya rast li gor xwendevên ji her kitêbekê re ewqas gotinên veşartî zêde ne. Fikra wî, her nivîskarekî/ê gotineke wî/wê ya tenê heye û heta mirina xwe di hemî hevokên xwe de hewil dide ku wê gotinê binivîse. 


Ji dil yek e divê eşq yek bîtê diçe dev yek e gotin jî wê yek be xwendevan. Nivîskarên ku dikarin wê gotinê binivîsîn di wêjeyê de bi ser dikevin, yên ku di wê pêşbirkê de têk diçin yan gotinên xwe nîvçe xistine berhemên xwe yan jî xwe li gotinên berhemên din danîne. Belkî li gor hin wêjehezan ''tek gotinek'' ne ti fikir be, lê li cîhê ku cîhan ku bû çi dinyaka pûç û vala, hemî gotinên din çawa nebin pûç û vala? De, xwendevan î, geh dibî mişkê kitêban geh dibî kurm, ku carê bi rêza kitêban dikevî, ti car ji xwarina wan têr nabî. Silav li kêzik û kulîlkên sosyal medya jî tabî.

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails