7 Kasım 2017 Salı

Min Jîyana Xwe..

heta vê derê
di siya Odisseus Elitis de, bo Mistefa Dogan

*Min jîyana xwe anî heta ber tirba xwe ya nekolayî, go: ‘’Tu here ezê werim!’’ (Sirûc)

*Min jîyana xwe anî heta ber nedana faturayeke înternetê, îcra û faîz hişke hişk ketin min. (Stenbol)

*Min jîyana xwe anî heta ber pêsîra yarê ya çepê, go: ‘’Piçekî ji zaroya ra bihêle wîîîi’’ (Diyarbekir)

*Min jîyana xwe anî heta ber nimêjeke Înê li Camîya Wayîsa, li derketinê pere top dikirin ji mizgefteke li Qazaqistanê re. (Sirûc)

*Min jîyana xwe anî heta ber di satila mêst de şewitandina kitêbên rêbêrên Kurdan, Rewşa Awarte dewam dike. (Diyarbekir)

*Min jîyana xwe anî heta ber ramûseneke li ber derîyê asansorê, xwedîyê xêni ez ji mal qewitandim. (Stenbol)

*Min jîyana xwe anî heta ber termê çekdarekî DAIŞ’ê, ji Sînopê bû. (Kobanî)

*Min jîyana xwe anî heta ber ji şevekê heya şefeqekê tenê nêrîna porê jinkekê, jinikê mêr kir û bû diya cêwîyan. (Riha)

*Min jîyana xwe anî heta bi serê xweş xwendina helbestên Kurdî li festîvaleke rocka Tirkan, Koma Wetan li dûrî welêt. (Balıkesir)

*Min jîyana xwe anî heta ber şerma venaxwerina araqê li ber birayê xwe, poşman im. (Agirî)

*Min jîyana xwe anî heta ber yekîtîya axa Tirkîyê, yan Qeredenîz yan neman. (Artvin)

*Min jîyana xwe anî heta ber ala reş ya DAIŞ’ê, ger ji min xwendina Ayetul Kursî bixwestana, min nizanibûya û serê min jê kirina. (Cerablus)

*Min jîyana xwe anî heta ber xwekuştina bi kêrê, niha ez li kêrê kêr li kêrê. 
(Diyarbekir) 

*Min jîyana xwe anî heta vexwarina şerabê ji navikê, tobe nakim ji wê çaxê ve. (Mêrdîn)

*Min jiyana xwe anî heta ber goleke Galatasarayê, kupon girt û min 900 mîlyon lêxist. (Diyarbekir)

*Min jîyana xwe anî heta ber bilêteke şanoyeke Îspanyolan, keça porxelek hîn jî ji kenê hez dike. (Edene)

*Min jîyana xwe anî heta ber muhbetên mecburî yên seba xatirê xatirê xatiran, kes ji ber kesî ve hez nake. (Batman)

*Min jîyana xwe anî heta ber çekekî polîsê Tirk, qurşîn dikira di kadraja makîna min ya fotografê re derketa. (Diyarbekir)

*Min jiyana xwe anî heta ber kampên çadirî yên Kobanîyan, careke din çavên min li Nesrînê neket. (Sirûc)

*Min jîyana xwe anî heta ber bi telefonê ziqaq bi ziqaq tarîfkirina adresê û yek li jêr yek li jor vebûna du derîyan, li nigên min şimikên reş û hêşin. (Îzmîr)

*Min jîyana xwe anî heta ber bi şev dereng çûyîna ji maleke lê îsot tune bûn. (Mêrdîn)

*Min jîyana xwe anî heta ber êrîşeke YPS’ê ya li qereqolekê, ez li qereqolê desteserkirî bûm. (Nisêbîn)

*Min jîyana xwe anî heta poşmanîyên ji niha ve pişt li min şikandine, ne poşman im. (Heyat)

Mijdar 2017, Sirûc


2 yorum:

  1. Te jiyana xwe nebiriye bajarokê min, jiyana te biçûya wir, hela çi dibû.

    ...

    "Min jîyana xwe anî heta poşmanîyên ji niha ve pişt li min şikandine, ne poşman im. (Heyat)"

    Poşîman î yan na?

    Poşîmanî...

    Çito yanê?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Adsız,

      Nizanim tu ji kîjan bajarokê yî. Çawa çito yanê? Heyatê wisa da nivîsandin, eynî wisa.

      Sil

Related Posts with Thumbnails