8 Kasım 2017 Çarşamba

Mîna Kenê Dawî li Dara Dinyayê

fotografî
Ji profîlan dibînim ku ''Hinara Dawî ya Dinyayê'' ya Bextîyar Elî derketîye. Fotografeke min ya li ser dara hinarê hatiye girtin tê bîra min. Ji bin qenepeya qurşînî kîsê kulîlkî yê fotografên kaxetî derdixim û li dara hinarê digerim. Dibînim, fotografê, dara hinarê û xwe. Di darê de ti hinar nemane. Zanim ku bi çavên min, guhên min, poz û bîra min emel nabe edî; loma rind dinêrim li fotografê. Bi zimanê nûçegihanekî agahîyê piştrast dikim, belê Dilbixwîn îro danê nîvro qut kirin hinara dawî ya dinyayê û sedema qutkirinê hê eşkere nebûye. Mezin dibim, diherrimim, dişkînim çiqinên narîn yên darê hinarê ku kenê min mîna pêla dengekî pir jî dûr ve tê vediciniqîne min. ''Ku vegerîyam Diyarbekir, ezê kitêbê bistînim ji xwe re'' dibêm, ken ku nê kirrîn nê firotan.

Mijdar 2017, Sirûc

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails