17 Kasım 2017 Cuma

Qehra Qondereyên Xwedê

fer
Cotek qondereyên reş bûm li pişt xwedîyê xwe yê Henefî. Tirsa min lêketina telefona wî bû li nimêjeke di nav Şafiîyan de, ku silav li melayîketan da, hema telefon ji berîka xwe derxist û nirçika çepê li kêlekê daxist jêr, ayfon. 

Dûre telefon ji dirêjîyê teqle pehnanîyê kir û bi lezeke fedok fotografeke solên Şafiîyan girt xwedîyê min. 

Edetên xwedîyên wan solan ne mîna yên xwedîyê min bû. Mesela digotin ku ser xwînê, ancax ku ferek ji wan solan tije xwîn bûbûya avdesta xwedîyê wî dişikê. 

Ê min, xwedîyê min ji meyla mezheba xwe bêhtir bedguman bû. Rojekê, sirf sebî ku bîna xwîna mirîşkeke serjêkirî ketibû pozê wî, em ji rêya mizgeftê ecele vegerîyabûn mal. Wî li devî dêrî, mîna tim berê pozê fera min ya rastê dabû pişta çepa min û ew danîbû - jixwe pozê min peritîye, pişta min pelixîye xema kê ye! - dûre jî rast û ez wehşane avêtibûm ser soldankê. Gava goreyên xwe yên bi destnimêja çişkî berê hinekî şil bûbûn danîbûn, hîn jî min digot qey dikê careke din avdestê bistîne, lê wî bi kerbekê û di derbekê de tenê gotibû ''şeytênnoo'' û çûbû xwe dirêj kiribû.

Paşê, piştî nimêja Înê, tilîya xwe ya eşhedê ya destê çepê kir kerata pê ez pê kirim û derket ji Mizgefta Abdulcelîl xwedîyê min. Hema derxist telefon, li fotografa solên Şafiîyan nihêrî, bişirî.

Heta niha qe carekê fotografeke min negirtibû xwedîyê min. Dû wê fotografa sola Şafiîyan li mizgeftê, hema lê rê jî yeka min bigirta min qebûl bû, lê negirt. Ew qûlê Xwedê bû de ma ez jî ne qondereyên Xwedê bûm? Him bi ser de min ew biribû mizgeftê. Şikestibûm ji wî û min dixwest ku rast dibe çep dibe ferq nake fereke min, berî ez bi xwe biqetim, rojkê tijjjjjeee xwîn bibe, xwedîyêxwennno!

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. Dîndareke min hebû..
    bi bîra min ket.

    Kêfî xwe ji dîndara ra nêy..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kêfî kê ji dîndara ra nêy? Ya min jî dinyayeke min hebû, tine êdî.

      Sil

Related Posts with Thumbnails