19 Kasım 2017 Pazar

Qirix û Qicix

qirixî
Li Qirix Kafeyê bêkupon rûniştime li benda çayekê me. 

Yekser bêkupon dibêjim, çinku mişterîyên vê kafeyê ekserî mêrên qumarbaz in. Serî xwe di saetekê de sed car datînin kuponên xwe û radikin li ekrana televîzyona ku her lê maçeke ji lîga nizam kîjan welatî heye dinêrin. 

Dilê min bi heyecana wan dimîne, bêkupon im. 

Tenê girtina fotoya wê atmosferê heyecanê dide min: Paşê belkî blog. Dielimim ku ji nexweşîya nivîsîna her tiştî re dibên grafomanî. 

Aynur Doganê albumeke nû derxistiye, Sony Music 2017. Li Qirixê diçim Spotifyê: Dinêrim ku di albumê de tiştekî nû tune, şîrovekirina stranên berê. Di vê serdemê de afirandin tune êdî, tenê şirovekirin heye wek ku. 

Bêkupon im li Qirixê û şiroveya vê nebûna heyecanekê ye.

Li kêleka Qirixê kafeyeke bi navê Qicix hebûya ezê biçûma wê. Qicix digirim ji xwe û ji vê nivîsê çinku. 

Bêkupon im, ser û ber li ''bi'' digerin. Ezê bi-bînim, bînim.

Sermawez 2017, Ofîs - 2017


2 yorum:

  1. Şîroveya qenc afirandina heqîqî ye ji xwe. Lazim nîne mero maneyên werga gir li peyva afirandinê siwar ke.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Tu rast dibêjî Adsız, te şîroveyeke heqîqî afirandîye, hew dibe.

      Sil

Related Posts with Thumbnails