16 Kasım 2017 Perşembe

Ramûsanên Didîrokin

şahid şaredar
Mîna honikîya şevên biharê yên pêşî bû hewaya wê şeva ku di fermîyetê de payîz êdî hêdî hêdî radestî zivistanê dikir. Du xortan, li Anıt Parkê li ser bankeke textî xwe kutabûn ber hevdu û bi dengekî bilind henekên hinekî naz û nûz têde hebûn li hev dikirin. Xanimên nuxamtî, yên serqot, pîqut, mêrên bi şort yên seba sporê li parkê bûn û di her tûrekê de di ber banka xortan re derbas dibûn, gava xortan lêv dan ser hevdu li wan nesekînin. Her du xort piştî du sê gezên din rabûn çûn. Yekî matmayî mîna ku karekî dîrokî bike çû ku fotografeke banka ku şahida ramûsana xortan bû bigire, dît ku li palpiştîya bankê, nivîsa Şaredarîya Amed jî qeyûm qeyûm didîroke.

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir

6 yorum:

  1. Du xort? Du law yanê?

    YanıtlaSil
  2. ���� pir kéfam xweş bu, min nikarî wer bikim, sanki wan di şuna min de jî hevdu maç kiribin

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Alem tijî..

      Sil
    2. Li canê kêfa te sihhet be, ku nebû, rojekê here wê parkê li wê parkê rûne û xwe ramûse, kes te nabîne.

      Sil

Related Posts with Thumbnails