30 Kasım 2017 Perşembe

Serencama Meheke Blogê

ked

*Nivîskarê min di meha 11'an ya 2017'an de her ro nivîsek li min bar kir û rekora xwe şikand.

*Li gor îstatîstîkên ku ez digirim ji nivîsên vê mehê herî zêde Çemçîrokên Çayekê hate xwendin.

*Di vê meha dawî ya payîzê de, piştî Tirkîye ya Kurdistan jî di nav de ye, herî zêde ji Amerîka, Kanada û Almanyayê mêvanên me hatin.


*Ciwanên ku çi bi peyaman, çi rû bi rû ji nivîskarê min re gotin ku ''em ji bloga te sûd werdigirin'', him kêfî min him kêfî nivîskarê min xweş kirin.

*Nivîskarê min di vê mehê de, jiber êşa çavan yek caran bêyî ku xatir bixwaze ji min derkeve, ekranvekirî komputer tep û girt lê min zanibû ku ewê dîsa were, loma ez jê nexeyidîm.

*Nizam jiber çi tayên sipî li nêv porê nivîskarê min de zêde bûn vê mehê, lê wî jixwe carê soz daye ku heta ku birû û bijangên wî jî sipî dibin dev û dest ji min bernede.

*Nivîskarê min berê pir qala bêrîkirina şevên Kurmancî dikir, wî bi saya min ji xwe re dîwaneke ku xwe pê Kurmanc hîs dike çêkiriye û ew bêrikirin bi taybetî jî vê mehê bû xwê helîya û çû.  


*Yek caran, nivîskarê min dema nivîs li min bar dikir di ber xwe de dikir minemin digo, ''yaw ne hewcî ez li blogê dinivîsim, ez kitabekê yazi kim eceb çi'bkim'', lê wî dûre jî digo ''A muhîm xwendin e lo.. Xwedê jî xwedîyê çar kitêban e, ku nehat xwendin şûnde çi maneya wê heye'' filan.


*Di vê meha ku nivîskarê min jibo ku dilê tiyan jê nemîne, jê re got Mijdar, Sermawez û Çiriya Paşin, wî hez da min û min jî hêz û hizûr dan wî.

*Nivîskarê min ji min çêtir dizane ku li dinyaka boş û betal e, di vê payîza têrmirin de wî rind dît ku ewê here rojkê û ezê bimînim li van deran. 


*Spas dibêm bo nivîskarê min ku di roya dawî ya vê mehê de kir ku ez jî ya xwe bêjim. Spas bo te jî xwendevanê hin jê re dibên xwîner, ne tu bî nivîskar jî nabe, belkî nivîsvan.

Meha 11'an 2017, Sirûc

4 yorum:

  1. Aqûbet li gelek mehên din be.

    Nivîsên ji yek û du ecêbtir werin ber me.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Nizanim çend mehên min mane li vê dinê.

      Sil
  2. Desthilanîn fereca xêrê ye.
    Berxwedan jiyan e.
    Îstîkrar gava pêşî ya serketinê ye.
    Dom bike, ne west e.
    Min ji xwe ra bike numûne...:))

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails