10 Kasım 2017 Cuma

Toj û Tûj

li mînakan
Di ferhenga Sirûcê de ''toj'' û ''tûj'' bi maneyên ji hev cihê tên gotin. Li gor Sirûcîyan ancax tiştên bo birrînê dikarin ''tûj'' bin, bes seba tehmê lazim e meriv ne ''tûj'' lê bêje ''toj'' Di ferhenga D. Îzolî de min ''toj'' nedît. Di ferhengên din de û li dereke din ferqeke wanî heye yan na nizanim. Li vê herêma ku bi îsotên xwe yên ''toj'' navdar e, jixwe ferz bû ku bi şiklekî tiştekî cuda li ser vê tehmê derketa. Loma, min kêra tûj li ber îsotên toj danî, fotograf girt û bloganî.

Mijdar 2017, Ofîs - Diyarbekir

2 yorum:

  1. Ji bo kér tiştan baş bibirre li ba me dibéjin; tîj..
    Ji bo biberén devé me dişewîtîne û ki bo mirovén zîrek û har dibéjin; dijwar..
    Ji bo pénira ta'ma wi kevn bû yî û li ser zimén ta'mek dijwar dihéle dibéjin; pénîra tîj bûyî.. ev cara yeke me ez toj dibihîsim..

    YanıtlaSil
  2. Erê di ferhengê de "tîj" jî heye, nizanim tu ji kîjan hêlê yî, li hêla Botanê "tîj" dibên herhal.

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails