13 Kasım 2017 Pazartesi

Weşangerên Webê - 24: utay-alidurantopuz


utay-alidurantopuz.blogspot.com.tr

Blogeke bi Kurdî-Tirkî ye. Di sala 2010'an de dest bi weşanê kiriye. Mottoya blogê ''Eşarım sevmemek ayb olmaz'' e. Nivîskarê wê Ali Duran Topuz e. Di blogê de helbest û nivîsên ser rojeva siyasî hene. Vê dawîyê nivîsên bi Kurmancîya ku têde nîşanên devoka hêla Sêwazê hene hatine weşandin.

Ji blogê paragrafek:

Me ne tirsên dilê te zanî edê, ne jî şabunên dilê te. Edê. Yadê. Ez îro dizanim kû, em nezanê êşên te ne, êşên dilê te. Bin rûyê te yê biken min wer zanî kû va dinê her tim me ra dikenî; wek gava bin rûyên te yê biken ez diketim xewên kûr û dirêj. Edê! Yadê! Ev çitan êş e kû çextê em dipirsin wê vextê wenda dibî tere?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails