21 Kasım 2017 Salı

Xofa Fotografan

robertfie
Li gor hin jêderan, selfie ya yekê ya cîhanê ji alîyê Robert Cornelius ve, di sala 1839'an de li Philadelphia ya Amerîka hatiye girtin. 

Jiber asta teknolojîya fotografê ya wê demê, tê texmîn kirin ku Robert bo ku vê fotografê bigire bi qasî 15 deqîqeyan ji şûna xwe nelivîyaye.

Teknolojîya îro, derfetê dide makîneyên fotografan ku di deqîqeyekê de bi hezaran foto bigirin.


Mîna nivîskarekî ku bi qehr pirsîye ji kesên li dora xwe - Ez ji kê ra dinivîsim? - dipirsim ji xwe û ji dora xwe, bi rastî jî em ji kê re digirin ewqas wêne? 

Eger fotograf mîrat e û em ji zar û zêçên xwe re dihêlin, ku em wênegirtina wan bi xwe jî bihesibînin texmîn nakim ku wexta wan bo nihêrîna hemî wêneyên me hebe.

Na eger em tenê jibo xwe digirin û ji xwe re fotobîyografîya xwe çêdikin, ribê emir wê bi senifandina wan wêneyan re here û wexteke ku em li wan binêrin û pê bikenin yan bigirîn namîne.

Bavê min bi qasî 20 salên berê ji rûyê xwe felc bû. Li gor gotina dîya min, bavê min li fotografeke xwe ya berî felcê hatiye girtin dinêrîye û digirîyaye.

Kurê wî dikare bibêje, bavê min di mecazê de ''bi ser xwe de giriyaye'' lê jiber ku fotografa xwe daye ber xwe û girîyaye, wî di rastîyê de jî hêsir bi ser xwe de barandine.

Digirim lê xofê dixe dilê min fotograf. Çito ku ditirsîne min, ew awira Robert Cornelius ya ku ji 1839'an heya îro hatiye.

Sermawez 2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails