29 Kasım 2017 Çarşamba

YPK, Tirkîye, Amerîka û Pîvaz

rêber
Di sala 2014'an de, li Sirûcê di mîtîngeke bo piştgirîya Kobanîyê de min li ser enîya zarokekî bi herfên kesk û sor û zer YPK dîtibû.

Reng bêli bûn, lê ew her sê herf li ber hev cara siftih li ber çavên min diketin.

De min zanibû ku li binxetê gelek partîyên Kurdan hene û wê demê jî min hê nû ew nav bi nav nas dikirin. Min got qey YPK jî yek ji wan partîyan e û ez pir bi ser meraqa xwe de neçûm. 


Ji wê 2014'an heta 2017'an bi hezaran nûçe di ber dest û çavên min re derbas bûn, lê min qe li derekê di tek hevokekê de be jî YPK nedît û min ji kesî jî nepirsî wer.

Îhtîmal e, YPK ya li ser enîya wî zarokî spasîya bo Yekîneyen Parastina Gel (YPG) yan Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bû, şaş hatibû nivîsîn û jê spesîyalek çêbûbû. 

Tirkîye YPG'ê wek baskeke PKK'ê dibîne û wê ji rêxistinên terorîst dihesibîne. 

PKK hîn di lîsteya rêxistinên terorî yên Amerîka de ye û YPG jî bi awayekî fermî hevalbenda wî welatî ye.

Piştî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, bi hevkarîya Amerîka, Reqa ji dest Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitand, rizgarkirina bajêr li pêş postereke mezin ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ragihand.

Karbidestên Amerîkî nola yên Tirk daxuyanîyên 
dijî wê postera Ocalan dan.

Siyaset yanî, nade dû gotineke pêşîyên me û di ser rengan re nabêje çi sor çi sipî, pîvaz pîvaz e.
Lê dibêjim dîsa jî, biteyîsîya biçûya xumamîya siyasetê ji nêv me û ew ne pir lê bi qasî şaşîya li ser enîya wî zarokî rastgo bûya bo Kurdan.

Çiriya Paşîn 2017, Riha

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails