20 Kasım 2017 Pazartesi

Kenê Zaroyên Xelkê: Muhalefet Defteri

Levent Gönenç
opozîsyon
Bala xwendevên heta 2014'an ser vegotina mîzahî bû û wî bi Kurmancî yan Tirkî dema tiştek dinivîsand hewil dida tinazan jî li hevokan rêz bike. Bi destpêka Herba Kobanîyê re ew bêyî ku ferq bike, hêdî hêdî ji wê vegotinê dûr ket û carê hew dît ku ketîye nav lepên depresyoneke kûr û fikarên ku însên ji dinê sar dikin. Kesên bi mîzahê re eleqedar in dikarin bibêjin ku, berovajî, mîzah di demên zorbazîyê de geş dibe, lê yê xwendevên ne ew şansa bû. Wî piştî Kobanîyê, Herba Xendeqan jî - herkes li gor xwe navekî li wî şerî li Sûr, Cizîr, Nisêbînê dike, hemî nav qebûl in - ji nêz ve şopand û ken û qerfa di nivîsan de bi temamî terikand.

Ew demek e xwendevan, bi hisretîya royên berê dixwaze kodên koka mîzaha di hişên wî de jinûve şîn û şên bibin. Loma, wî gava Muhalefet Defteri, Türkiye'de Mizah Dergileri ve Karikatur ya Levent Cantek û Levent Gönenç dît, xwest bixwîne û dîrekt ji înternetê wesand.

Muhalefet Defteri di Hezîrana 2017'an de çap bûye. Her du Leventan, bi hevkarîyeke ku herikbarîyeke xweş daye xebatê, kovarên Tirkî yên mîzahî yên sed salên dawî bi berfirehî nirxandine. Xwendina dîroka kovarên mîzahê li Tirkîyê kir ku xwendevan ji xwe bipirse ku wî heta niha çend kovarên mîzahî yên bi Kurdî xistine destê xwe.Pîne yek, Golik dudu, û, û hew.

Muhalefet Defterî ser kovarên mîzahî yên Kurdî yên li Tirkîyê bêyî ku ti navan bide, dibêje ku jiber kêşeyên çapkirinê û kadroyên wan yên ne-têrgêhiştî emirqut bûne. Xwendevan hinekî bi tamarên welatperwerîyê diqehere ji leqeba ''kelebek ömürlü'' bo kovarên Kurdî yên mîzahî, lê agahîyên din yên di kitêbê de hêrsa wî fiş dikin.

Kovargerîya mîzahî ya Tirkî di sala 1870'an de bi Dîyojen ya ku Teodor Kasap destpê kiriye mesela. Di sala 1908'an de bi ragihandina Meşrûtîyeta Duyê re hejmara kovarên mîzahî 40'î derbas dike. ''Li zaroyên xelkê hele..'' dibêje xwendevan. Sed sal di ser re derbas bûye lê di zimanê wî de kovar kategorîze nebûne ewqas hîn, Kurdîbûn bes e ya.

Di dema ku Tirk bo rizgarîyê herbê dikin, yek li Enqerê yek jî li Stenbolê du hikûmetên wan hene. Li Enqerê ji alîyê Sedat Sîmavî ve Güleryüz tê derxistin ku piştgirîya Mustafa Kemal dike, li Stenbolê jî Aydede ya Refik Halit Karay alîgirê paşayên Osmanlîyê ye. Karay piştî serkeftina Mustafa Kemal demeke dirêj li sirgûnê dimîne.

Dîsa wan deman li Trabzonê di navbera 1922-1924'an de ji alîyê Bolşevîkan ve 152 hejmar Kahkaha derdikeve. Mustafa Kemal ser wê rojnameya mîzahî tahqîqatê dixwaze û li ser fermana wî kovar weşanê disekinîne. 


Piştî damezirandina Komara Tirkîyê di ser Markopaşa û Akbaba û çêlikên wan re di salên 1970'yî de dewra Gırgırê destpê dike ku bo kovarên mîzahê li Tirkîyê serdemeke zêrîn e. Heta niha jî ti kovarên mîzahê negihaştine tîrajên Girgirê. Levent Cantek û Levent Gönenç bi berfirehî ser vê serkeftina Oğuz Aral, ku di mîzaha Tirkî de bi lokalîzekirina mîzahê tê nasîn û nifşek li ber destê wî mezin bûye, nivîsîne. Li gor beyana Aral, di sala 1972'an de tîraja Gırgırê di destpêkê de 40 hezar e di sala 1981'an de digihêje 500 hezarî.

Levent Cantek û Levent Gönenç di vê deftera rikeberîyê de xwe dûrî rexneya xav dane û tespîtên xwe bi delîlan bi cîh kirine. Li gor Cantek û Gonenç, li dû Lemanê bi Penguen û Uykusuzê re, ku kovarên populer yên van salên dawîyê ne, êdî hêdî hêdî muxalefeta mîzahî ji berg û naverokên kovaran vekişiyaye û di xêz û nivîsan de hema bêje qet naxewîne.

Li siyaseta kovarên berê dinêre xwendevan û îro desthilata Erdogan li Tirkîyê û medya. Elbet, ka niha kî diwêre bi navê xwe eşkere bi edeba mîzahê du gotinên giran li bin guhê Erdogan xîne? Ti kes. Zaroyen xelkê dikenin, lê ditirsin jî: Qulik ji herkesî ve eyan e, heps dibêjin heps.

Sermawez 2017, Ofîs - Diyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails