3 Aralık 2017 Pazar

Biçûkêd Kurmancan û Meyra Cîmeylê

kurmancî
Xwendevên ser pêşnîyaza çend hevalan, dawîya vê hefteyê ji komputerê du hejmarên Biçûkêd Kurmancan xwendin. 

Biçûkêd Kurmancan fanzîneke helbestan e û ji manîfestoya di hejmara yekê de xuya dibe ku şairê/n wê fanzînê hewil dide/didin ku navê xwe bike/bikin yê guherîn û lêgerîneke di helbesta Kurmancî de.

Xwendevên gava helbest xwendin, li hinek rêzikan kenîya, li hinek cîyan sekînî, fikirî û fotografeke ekranê girt û paşê dîsa vegerîya û bi ''himmmmmm''ê kontrol kirin ew.


Piştî xwendina manîfestoyê, ji helbesta pêşî ya hejmara yekê heta şi'ra dawî ya hejmara duyê, di qafî xwendevên de pirsekê tim olan dida: ''Kî ye/ne ûlan va biçûka/na?..''

Tozo Refikzade, Peyameddîn Mikemmelij, Teyrik Oksîcan, Meyra Cîmeylê..

Navên ku xwendevên berê li ti malperan, kovaran, fanzînan nedîtibû du guman bi xwendevên re çêkirin:

Yek, şairekî ku em nas dikin bi çar navên mustear dijî rewşa helbesta Kurmancî serî hildabû û yekî jî bo sosyal medya û malperê alîkarîya wî kiribû.

Dudu, çar gêncên ku ji sosyal medya baş fehm dikin xwe dabûn ber tehn û tinazan û di vê atmosfera xwedeketî de li kenê digerîyan û ya rast helbest melbest ne derdê wan bû.

Her çiqas tomarên Whatsappê yên di her du hejmaran de nîşan dida ku bi kêmî ve çar kes hene û gumana pêşî qels dikir jî, xwendevên dixwest bi dilê yeqîn îdiayên xwe qewîn bike û loma jî serê pêşî çarçove fireh digirt.

Li gor xwendevên, helbestên di Biçûkêd Kurmancan de ji alîyê peyvên teknolojîyê xistine jîyana me de têr û tije bû, lê mîzaha ku di her derê re xwestîye xwe bide der bi xwendevên pir tahmsarkî hat.


çitonî
Rêzikeke di helbesteke di hejmara duyê de pir bala xwendevên kişand: ''joyce werga şoran dike.'' Ti peyv li ser ti kesî ne tapu kirine, bes ji ''werga'' û ji ''şor''ê yên Sirûcê xwendevên xwe bi xwe re go ''Ya vî Kobanî ya Jan Dost xwendiye yan yek serîyan li bloga min jî dixîne..''

Hejmara yekê jiber manîfestoyê belkî bi xwendevên pirtir dagirtî hat, lê xwendevên asas di hejmara duyê de xwe ragirt: Di hevpeyvîna ku Peyammedîn Mikemmelijê bi Meyra Cîmeylê re kiriye de, keça 26 salî ya li Amedê tiştên bi xwendevên pir ecêb hatin dibêje.

Meyra Cîmeylê dîyar dike ku li ser înternetê tacîza sanal zêde ye û kêfa wê ji îfşakirina mêrên Kurd re tê. Xwendevên ji jêderên saxlem bîhistibû ku di nav hin keçan de lîsteyeke doxînsistan çerx dibe, lê tevî ku ew pir şopê ketibû jî wî lîste bi dest nexistibû û dernexistibû ku kê ew hazir kiriye.

Di hevpeyvîna ku xwendevên du caran xwendî de, Meyra Cîmeylê ji Peyameddîn Mikemmelij re dide zanîn ku ew jî di lîsteyê de heye û di pirsên li dû de jî dibêje ku ti kes newêre wê tacîzê bi lêv bike û wê xwe kiriye bin vî barî.

Di vê dewra ku êdî zewac bi flortên di ser Facebook, Twitter, Intastagramê re destpê dikin çêdibin, li xwendevên şik û şubhe peyda dibin: ''Navê min jî eceb di lîsteya Meyra Cîmeylê de heye yan na..''

Bi serê bi duman xwendevan tomarên Whatsappê datîne hêleke û dide dû gumana yekê dîsa: Dibe ku şairekî mêr bi çar navên mustear dinivîsîne û Meyra jî yek ji wan e.

Berfanbar 2017, Sirûc

6 yorum:

  1. Ev Xwedênehişt, biçûk in, nû ne, paqij in. Bi her awayî dixuye. Bala min lê ye gotinên nemayî ji wan re têne nivîsînê, lê ew pir bi xweşî ji gişan re dibêjin ser seran, ji ber vî tiştî bi tenê be jî helal be ji wan re.

    Qet nebe ji klîşeyan aciz in, li dijî "pîroz"an û otorîteyan in, di fikarekê de ne û fikirên wan hene û bi cesaret in.

    Karê ku dikin, girîng dizanin, ji her tişta wan ez vê yekê dibînim. Belkî îro şewqa wan qels dixuye, lê bi vê ked, lêhûrhûn, nûjenî û heyecana xwe ez ji wan bi hêvî me, bila bimeşin Biçûkêd me.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Birêz Adsız,

      Ez ne li dijî tiştên nû me û min du sê helbestên wan jî ecibandin. Xuya ye dixwazin teknolojîyê bixin helbesta me ku hewildaneke xweş e ne xirab e. Ka em binêrin çi jê derdikeve, royê Xwedê pir in lê hejmarên wan pir in yan hindik in em hîn nizanin niha.

      Sil
  2. heyfa nave li xwe kirine
    berradayên heram!
    edepsizen dera han!
    çi zanin helbest çîye!!!!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Birêz Adsiz,

      Min navê wan eciband welle. Biçûkêd Kurmancan. Hatta gava min nû dî, ez kenîyam. Ha heyf ne heyf, ez wê nikarim bibêjim ya rast, tu jî xwendevan î te ya xwe gotiye.

      Sil
  3. Ji bo xatirê nivîsa te min hejmara duyem jî xwend çend deqeyan de. Bila hewesa biçûkan neşikê lê hejmara duyem ji hejmara yekem a xirab jî xirabtir e. Xuya ye derdê wan ne helbesta baş û mayînde ye lê helbesta rojane û demkî ye ku pê wextê xwe derbas bikin û kêfa xwe bînin. Helbestên wiha piştî demeke kurt tên jibîrkirin û diçin. Hejmara nû ser xêrê be, hêvîdar im her berdewam û serkeftî bin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Înanolo,

      Helbest jixwe demkî ye; di demekê de bo demekê tê nivîsîn. Li gor min yek du helbestên baş di her du hejmaran de hebûn ya rast. Di bîra min de rexneya li ser bergên weşanxaneya belkîyê ma mesela.

      Sil

Related Posts with Thumbnails