25 Aralık 2017 Pazartesi

''İltîfat'' û ''Tacîz''a li Koma Whatsappê

li zanîngehê

Galegala Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê çend ro ne ''tacîzeke li ser koma Whatsappê'' ye.

Malûm e, xwendekarên her sinifekê bo parvekirina notan, pirs û bersivên îmtihanan ji xwe re komeke Whatsappê vedikin.


Li gor hin gotin û screenshotên gêhiştinê ber guh û destên min, di koma Whatsappê ya ''DH DERS GRUBU'' de, ku koma xwendekarên sala sisêyan e, keçikek li ser dersekê agahîyekê belav dike û piştre mêrikek di mesajeke taybet bo wê keçikê dibêje ''spas bo agahîyê'' û ''qazaxa sor jî çi xweş li te hatiye'' lê zêde dike.
screenshot - 1

Keçik radibe screenshota wê sohbetê digire û diavêje DH DERS GRUBUyê û dixwaze ku mêrik ji komê were derxistin. 

Mêrik di berevanîya xwe ya li ser komê de îdia dike ku bavê zaroyan e, wî bo agahîya dersê tenê spasîya keçkê kiriye û di çarçoveya edebê de bo wê gotineke xweş li hev anîye.
screenshot - 2

Di dawîyê de ser daxwaza piranîya kesên di komê de mêrik ji komê tê derxistin lê mesele li vir naqede. 

Îro bêmane û bêhevî ez dîsa çûbûm îmtihanan kevim ku min dît li pêş kantînê her ku diçe xwendevan zêde dibin û vixevixek e jî têye.

Çûm û min dît ku keçikan ew mêrika xistine orta xwe û ji wî dixwazin ku li ber wê keçka jê re mesaj şandî ji hemî jinan lêborînê bixwaze. Mêrik bi israr xwestina lêborînê red kir. Ser vê, hîn diketin pêsîrên hevdu ku karmendên ewlekarîyê yên zanîngehê hatin mêrik û koma keçikan ji hevdu dûr xistin.

Jinan bi yekdengî ji mêrik re digotin ''tacîzcî'' û ''tecavuzcu'' û jiber ji Türk Ceza Kanunuyê hin tişt dixwendin. Mêrik jî tim digot min ji ''îltîfatê pê ve tiştek nekir'' û dixwest ku bila zû polîs werin.

Axir, meseleyê hîn wanî dewam dikir ku min dît saeta min ya îmtihana Ceza Hukuku Genelê ye. Ketim îmtihanê, min wa carê di ser re li pirsan ve nihêrî; giş hema ketin min ku ji tacîzê pirtir tecavuz bû heçku.

Piştî êşa 15 deqîqeyan, nola her tim ez dîsa bûm ew xwendekarê ku berî herkesî kaxetê xwe dide û derdikeve; ne derd bû lê li hewşa zanîngehê ne mêrik hebû ne jî ew keçik.

Bes hinek mêran di nêv xwe de pistepist bû li ser meseleyê: ''Ûlan, asas tacîzcî tu yî, tu her ro ji deh jinan re dinivîsî li ser Instagramê..'' filan.

Belavkirina screenshotan ji alîyê keçkan ve wê di rojên pêş me de hîn zêdetir bibe ez dibêm û emê bibînin ku - em hemî dizanin lê emê bibînin - ''tacîz'' yan ''îltîfat''a li ser sosyal medya ji ya li sûkan qat bi qat hîn zêdetir e.

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir


2 yorum:

  1. Gor vi meseleyé ezîzem Omer,ger mirov xwe ji derûniya binpé kirî dur bixe.. derûniya me kecikan ewqasî binpé kirine em peyveké xweş mina taciz dihesibînîn, ev nexweşiyeke û ger mirovén hiquq nas nizama dadgehé bizanibin, bi lincé mirovén sapik nabin xwedî namus û mirovén xwedî şeref jî nabin béşeref.. ez qehirîm ku keçikek hiquqnas meseleya xwe ewqasî diréj û bénizam kirî, ka sibe çawa té mafe min biparéze?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Adsız,

      Ez hiqûqê nizanim û jiber wê ez nikarim li gor qanûnên dewleta Tirkîyê bersivê bidim. Hinekan digot ku keçik pir pêda çûye û mesele mezin kiriye, hinekên din jî digot ku jiber ku koma Whatsappê ya ne platforma hevnaskirinê ye, ji wê komê rasterast çûyîna ser mesaja taybet ku nêt çi be jî di hindurê xwe de tacîzê dihewîne.

      Îltîfat elbet xweş in, çi jin dibe çi mêr dixwaze gotinên xweş bibîhîse. De îcar di wê xeta tenik de, çi kê dibe ber tacîzê gerek meriv wê derê rind ji hev derxîne.

      A ez zanim, min nexwest ez li şûna mêrik bim, bi dehan keçik li dorê top bûbûn û li dora wan jî bi sedan kurik, li mêrik temaşe dikirin. Mêrik jî her digot ''min tenê îltîfateke biçûk kir, tacîz ji kû derket?''

      Axir, mesele dawîya dawî gêhişt ku nizanim. Qafî herkesî lihevketî ye di vê dewrê de, têgeh giş ketine nav hevdu.

      Ka li bendê be ezê bibim hiqûqçi qey rojkê û ezê te biparêzim bêmane. Bes lazim e tu heta hetayê li bendê bî.

      Sil

Related Posts with Thumbnails