5 Aralık 2017 Salı

Jin û Mêrên Rê

rêwî
Bi salan e wer li rê me. Di otobus û dolmişan de kesên ku bilêtan difiroşin û cî eyar dikin, tim jinan li ber jinan, mêran jî li ber jinan rûniştandin didin.

Belkî di balafiran de jî berê ew edeta hebû bes niha tune. Dibe ku tesîra ne dudu lê sê qoltixên li ber hev yên balafiran jî di vê de hebe. Wek ku bêjin du mêr û jinek, yan du jin û mêrek li cem hev rûnin talûkeya ku jin û mêrêk tenê li ba hev çêdikin çênabe.

Duhinî ku ez bi bi dolmişa Suruç-Birlikê ji Sirûcê ber bi Riha rêketim, li ser rê jinikek, berî em bi Alîgor gêhînin li dolmişê siwar bû û çû li kêleka mêrikekî rûnişt.

Dolmişên Sirûcê ku tam ne tije bin, li Alîgor jî bi qasî pênc deqîqeyan disekinin û muawên li wê rawestgehê heqî rê top dike.

Muawên ji rêwîyan gîyan pere sitand bi şûnde, ji wê jinika li ber mêrik rûniştî xwest ku derbasî qoltixeke tekli bibe û ji mêrikê li qoltixa tekli jî xwest ku derbasî şûna jinikê bibe.

De min got qey jinikê bi çav û serê xwe acizîya xwe raber kiriye û muawên jî ferq kiriye loma xwestîye cîhê wê biguherîne, lê ne werga bû.

Jinik rabûnê rabû, lê ser wekhevîya jin û mêran çi hat ber devî wê got: ''Çi bûye yanî, çi ferq dike, ma jin û mêr nikanin li cem hev rûnin, ez rihetsiz nabim tu çira min radikî'' filan.

Deng ji kesî derneket. Ku dolmiş bi rê ket, min ji xwe re got belkî bi bertekan re ew edeta jin li cem jinan mêr li cem mêran heta çend salan di dolmişên Sirûcê de jî biguhere, lê wê tek tiştek neguhere: Straneke İbrahim Tatlıses bû lêdiket: Ne Mecnun ne Kerem bir çare bulmuş, ayrılık her aşkın kaderinde var û rê bû wer heta mirinê diçû.

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

6 yorum:

  1. Îmana min ji dolmîşan diçe, ji şofêran jî ji simsaran jî ji birêveçûnê jî! Teyatroyekî derewîn.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Birêz Adsız,

      Xwezila te di şiroveya xwe de bigota ka jibo çi îmana te ji wan diçe. Spas.

      Sil
    2. Tiyatro ne.

      Sil
    3. Te gotîye çi bira wer be :)

      Sil
  2. Omero, nizam çima lé li herderé bakûr dolmîşçî û simsarén me xwe namus bekçisi dihesibînin?? Gelo li ser koltukan jin û mér dikarin çi bikin?? Ji wan re bibéje bila tené ji melayan bitirsin..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ka bila akademî li ser vê meselê xebatekê bike, ''wek metaforeke nekartêker xwenamusbekçisihesibandina sîmsaran û sedemên wê'' :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails