17 Aralık 2017 Pazar

Li Qudsê Asê

Qudsa Dîyarbekirê
Îro Yekşemê, nola gelek bajarên din yên Tirkîyê li Meydana Îstasyonê ya Dîyarbekirê jî bo piştgirîya Qudsê mîtîngek li dar ket. Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.

Bo dîtina atmosferê, qeydkirina sloganan û girtina çend fotografan dilê min hebû wek weqanivîsekê ez jî herim mîtîngê, lê min got ku hinek pê bihisin edîtorekî bo malpera fermî ya Amerîka dişixule ne jiber karê xwe lê nola sîxurekî di nav wan de ye, wê tavilê wî reş û hêşin bikin û berdin; loma ez neçûm mîtîngê.


Bes refleksên rojnamevanîyê ez bernedam, ji dûr de be jî hinekî, min tek fotografek li ber qada mîtingê girt û ez nesekinîm derbazî mal bûm.

Ku ez gêhiştim mal min vekir li fotografê ve nihêrî careke din. Min nîşanên li ser ala û flamayan giş fehm kirin, lê IYI ya sipî ya li ser zemîna hêşin çi bû min nizanibû.

Paşê di ser Google re ez elimîm ku ew nîşana sipî û hêşin ya Qayiyên ji cisnê Oguzan e ku Tirk wan bav û kalên xwe yên pêşî dihesibînin.

Siyasetvan û sosyolog belkî di ser nasnameya Dîyarbekirê re belkî bêjin ''bi hezaran Kurd'' beşdarî mîtînga Qudsê bûn, lê li cîhê ku tûxreya Osmanîyan têrê nekiribû û rê û ro heta alaya Oguzan çûbû, kî li kîjan pirsê asê nemîne ku.

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails