13 Aralık 2017 Çarşamba

Perxudresa Bixaltê

bi-bi
Kurê metê min yê ku jê re dibêm bixaltê kartvîzîteke ku nav û mottoya blogê li ser şandîye ji min re; kêfxweş bûm. 

Ku ez blogên berê nehesibînim, tenê tecirbeya min ya nêzî sê salan ya li ser vê blogê rind raberî min kir blogek bi qasî nivîskarê/a wê bi xêra xwendevanan jî li ser pîyan min dimîne.

Yek ji min re dibê ji blogê sûd werdigirim, yek dibê peyvên devoka Sirûcê ho dibim, yek dibê hemî nivîsan ji dawîya hefteyê re dihêlim li ber qehweyekê bi kêf dixwînim, yek dibê pê Kurmancîya xwe pêşde dibim, yek dibê filan yek dibê bêvan.

Jiber berdewamîya nivîsên blogên ya li ser çil royan xistîye, pesnên ser perxduresê vê dawîyê zêde bûne. Hêvîya min ji min ew e ku ez ji van pesnan hêzekê bigirim û pê fasiq nebim.

Haaa, bixaltiyê min bi teşwîqa min ji xwe re bloga bi navê Çizgisiz Defterim vekir û ekserî ji Rihayê ser mamostetî û fotografan dinivsîne. Xwe li ser blogerîyê di demeke kin de wer pêşde de ku ser reng û rûyê blogê niha ez bi wî dişêwirim.

De, perwerî me bi ro, bi şev xudreste û dewam dikim heta mirina li benda minê!

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. Bixaltê em bi blogê te kêfxweş dibin. U bo teşwîqa te jî spas dikim...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez jî bi pêşketina te ya li blogê kêfxweş im, hez û hurmet.

      Sil

Related Posts with Thumbnails