8 Aralık 2017 Cuma

Pesneke Mamoste Mutlu

Robîn Reşvan
reng
Rojnamevan Mutlu Çiviroğlu, ku li civata Kurdî bi navê Robîn Reşvan jî tê nasîn, li ser Twitterê bo perxudresê ''Blogeke karîger ya mijarên rengûreng ku mirov bi dilgeşî dişopîne'' nivîsîye.

Bi her şiroveya ku pesna blogê dide kêfxweş dibim elbet, bi methên Çiviroğlu jî bask bi min ketin. Çinku..


Çiviroğlu di qada rojnamevanîyê de mamosteyê min î pêşî ye. Bi fêrkerîya wî ya bi sebir û sebat, ez gelek tiştên ku li kursan, li zanîngehan bi sertîfîka û dîplomayan bi dest nakevin elimîm.

Dema Herba Kobanîyê seba ku bîragiştî ya navneteweyî dengê Kurdan bibihîse, Çiviroğlu bi ro û şev bêwest û rawest dişixulî. Bi ya min dîtî ez dikarim bi rihetî, bi dil û qinyatê hasil bibêjim ku bandoreke wî ya mezin di bandrola Kurdan ya navneteweyî de heye.
Çiviroğlu û Benazîr Butto
Fas, Gulan 2002
Pêşbînîya însanên reşbîn pir tine, loma ew li siberojê şaşî heye yan başî têdernaxin. A Çiviroğlu, ew bi geşbînîya xwe ya ku li gor min zanebûna analîzkirina wî xurt dike, gelek caran ji pêşde dibîne çend rê li ber Kurdan vedibin û çi ji wan re xêr e û çi jî şer e.

Wekî din, ji 2014'an vir ve min bi sedan hevpeyvînên Çiviroğlu ji Kurmancî wergerandine Tirkî û bi xêra wergerandina pirs û bersivên di wan hevpeyvînan de ez ho bûme ku divê rojnamevek bi awayekî objektîf çi bipirse û çi nepirse.

Fokusa Çiviroğlu ew demeke dirêj e li ser rojavayê welêt e. Dema ez li Kobanîyê bûm, ji hemî derdorên siyasî, ku min silava Çiviroğlu ji kê re digo, ji devê wî/wê ser seran ser çavan dibarîya û pêrgînî û pêşwazîya xwe du qat germtir dikir.

Axir, ez bi pesna Çiviroğlu kêfxweş bûm û Xwedê jî kêfî wî xweş bike. Ûûû... Arîn Lorîn, keça wî ya ku dema cenga giran hate dinê, Xwedê ji wî û xanima wî re bihêle û emirli bike. 


Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails