23 Aralık 2017 Cumartesi

Peyama Perxudres

perxudrez
Hinek bogerên Kurmanc îro Şemîyê li Stenbolê kom bûn. Xebera civînê duh bi şev gêhişt min. Ez jî bi peyamekê beşdarî civatê bûm. 

Blogerên ezîz, 

Di vê civîna we ya ku îhtîmaleke mezin xweş derbaz dibe de min dixwest ez jî hazir bim, lê hûn zanin ku Stenbol ji Dîyarbekir bi otobusê çiqas dûr e û bilêtên balafiran jî di royê de werin sitandin çiqas buha ne. Loma xeman dixwim ku niha ne di nav we de me.

De, blogerîya me ya bi Kurmancî ro bi ro hîn geş dibe û nola we kêfî min jî pir xweş dibe. Ez hêvî dikim ku di demeke kin de blogên me, wek yên gerê, xwarinê, wêjeyê, moda û makyajê kategorîze bibin. Wê çaxê emê di blogerîyê de ji ''blogerîya Kurmancî'' derkevin û bi ziman lê bêziman bigihêjin qonaxeke nû.

Mîratê Google hîn jî zimanê me nas nake, loma reklaman nade blogên Kurmancî. Ez di karên kolektîf de ne jêhatî me, lê bo Google di blogê de Kurmancî nas bike meriv dikare çi bike gelo? Gerek em li ser vê bixebitin. 

Ez dixwazim piyaseya reklaman bo blogên me çêbe. Sembolîk be jî bi 5 lîrayan, 10 lîrayan em reklamên kafeyan, kitêban, lînkên malperan li quncikekî bloga xwe deynin ez dibêm. Tu tişt heta ku bazara wê tune be pêşde naçe, blogerî jî wisa ye. Fikrên min niha ew in.

Ji Dîyarbekirê hez û hurmetên xwe bo we dişînim û bejna xwe bêmane li ber blogên we yek bi yek ditewînim. 

Omer Faruk Baran

23.12.2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails