24 Aralık 2017 Pazar

Pismam û Poz û Poşmanî

dêv
Îro bo taşteyeke ro li nîvro ji mal derketim û ber bi kafe-taştexaneyekê dimeşiyam ku çavê min li nivîseke ser taksîyekê ket. ''oda bulmuş bitane emioğlu dêvjê berde bikene''

Bişirîn û fikirîna min ya li ser nivîsê têra xwe ez ji taksîyê wêde biribûm, lê ez vegerîyam ku fotografeke nivîsa ser taksîya parkkirî bigirim.


''Wê jî yekî xwe dîye pismam, dev jê berde bikene'' min ji xwe re wergerand û di ber xwe de got. Kenîyam dûra, kenîyam û min telefon derxist ku fotografê bigirim, gêncekî jixwerazî hat derîyê taksîyê vekir.

''Pismam çiqas yaziyeke xweş e va yaw, kanim fotografa wê bigirim?'' min got. Kêfa pismêm ji pirsa min re hat û rû geş, li ber derîyê vekirî yê taksîyê bi sekneke pozdayî got: ''Çawaaa, bikşîne, bikşîneee'' 


Min wêne girt, xatir jê xwest û ez çûm. Paşê di rê de ku min vekir li fotografê ve nihêrî, min fehm kir ku min nivîs girtîye lê min şik nebiriye poza wî jixwerazîyî negirtiye; loma jî fotografa min nebûye ti fotograf.

Ser negirtina poza pismêm poşman bûm û qeherîm hinekî ji xwe re: Min poza pismêm jî tevî nivîsê bixista hindurê fotografê, wê fotograf çêbûya. Min tenê nivîs girtiye, fotograf çênebûye û loma jî niha nivîs çêdibe.




Axir, tesîra duzimanîya nivîsa li ser taksîya nivîsîbû herhal; min dît, ez di ber re ji Ayşe Şanê ''Sallana Sallana'' jî guhdar dikim gava berê. Li nivîs û fotografê, lînka muzikê jî ferz bû, çinku bi rastî jî yabancı değilem pismamê te me. De, dev jê berde dibêm, dest jî, bikene law dibêm, bes dibêm çito ji dest min filîtî min poza pismêm jî negirt!

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. :) seré sibé te kéfa min xweş û dilé min geş kir Omer, tu her hebî û geş buyîna dilé te netemire..

    YanıtlaSil
  2. Merheba Adsız,

    Serê sibê kêfa te xweş bûye, ez jî bi kêfa xweş nîvê şevê li te vedigerim. Li canê te sihhet be. Geşbûn û xweşbûn ji me kêm nebe. Hez û hurmet.

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails