17 Aralık 2017 Pazar

Pitepitên Dîroka Dîyarbekirê

bajar û welat
Duhinî dinê mîna royên biharê xweş bû û çi şênîyên xerîb çi yên ji malê, herkes li hêla Sûrê kom û kulfet bi sûkan ketibû. - Min dikira bigota herkes herikîbû sûkên Sûrê, tirsiyam ku yek bêje, herkes Sur sokaklarına akmıştı, mantiqa Tirkî. -

Jiber ku min makîneya xwe çendakî berê dîyarî da birazîyekî min î ku hewesa fotografan dike, ji zûde ye min tiştekî sermîyan negirtiye. Bo arşîvkirina hin tiştan tenê bi kameraya telefona xwe çerx dibim.


Di sûka Zîya Gokalp de wer dimeşiyam ku çavê min li merîkekî rojnameyê dixwîne ket. Bi pêşketîna medyaya înternetê, hejmara kesên rojnameyan dixwînin ro bi ro hindiktir dibe, loma çav êdî ne kesên telefon di destan de lê kesên rojname di destan de ferq dike.

Heta min sernava li rûpela rojnameyê jî xwend, ez ji mêrik derbaz bûm. Jiber rojname û sernava balê dikişîne û di bîrê de dimîne, ez bi şûnde vegerîyam, bi şiklekî rûyê mêrîk nexewîne, min tek fotografek girt û ez çûm.

Berî ez fotografa mêrikî bi rojname bigirim, min fotografa afîşeke ku banga xwedîlêderketina Qudsê dike girtibû. Tirkîye, Kurdistan, Quds û Dîyarbekir di hişên min de li nêv hev ketin. Dîrokê derîyên xwe ji hemîyan re vedikir, lê kî berê bi ser diket bi ya wî dikir. Jê, ji serdestan re dilê bi kutekut dima tim, ji bindestan re devê bi pitepit.

Kolaja bi du fotografan, ji Kurdan re dawîya 2017'an.. Hêvî, bajar û welat, ji bihareke din re, ka hele tu jî were 2018!


NOT: Ez li ser navên fotogran pir difikirim. Min navê vê kolaj-fotografê Pitepitên Dîrokê Dîyarbekirê danî û bi berbangê re li ser Instagramê belav kir. Şener Ozmenê niha Amerîkî ye, ku ez ji wêjekarîya wî pirtir karên wî yên hunera hevçerx diecibînim, ser vê fotografê ketiye profîla min û ji seri heya bini li hemî fotografên min yên din nihêrîye û hinek ji wan mîna nirxandinekê ecibandine, kêfxweş bûm.
Bo fotografên berê: @omerfarukbarano

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails