14 Aralık 2017 Perşembe

Qeyûmê Zimên

şêwirmend
Diyarbekir heta qeyûm hat, her çiqas pir ne bajarekî bi dengên bi Kurdî bû jî li derdorê bi şiklekî afîşên bi Kurdî yên şarederarîyê û yên reklam meklaman hebûn.

Cerku qeyûmê dewleta Tirkîyê hatiye ser şaredarîyê, ez dikarim bi rihetî bibêjim ku meriv qirtikek Kurdî jî nabîne li dereke Dîyarbekirê.

Belkî ez li Ofîs û Sûrê lê rast nêm nizanim, lê bi qasî diçimê û dibînim, kafeyên ku berê bi awayekî eşkere stranên YPG'ê, PKK'ê, YDG-H'ê lêdixistin, niha berde wan, çi bigir bo mişterîyên xwe wenda nekin û serî xwe nexin belayê, muzikên din yên Kurdî jî qet lênaxin û giranîya xwe didin ser pop û slowên Tirkî.

Îro ez dîsa bi acizîyekê ji dil bi ziqaqan ketibûm û çerx dibûm ku min li hêla Alî Emîrî, li tabeleyekê Kurmancîyeke di sîyê de maye dît û min bi kêfekî fotografa wê girt.

Şêwirmendê Darayî û Jımêyarê Bıserxwe.. Di vê tinebûna afîş û tabeleyên Kurmancî de, divê meriv qûsirên biçûk îdare bike bi min û ''ı'' yên ku divê ''î'' bûna efû bike. Ha, heta min xwend, min jî nizanibû bi Kurmancî bo Serbest Muhasebeci û Mali Müşavir wisa dibêjin.

Ji ser sosyal medyayê li çalakîyên ku li Enqere û Stenbolê li dar dikevin dinêrim. Heçku wan deran pêşengîya Kurdî careke din ji destê Diyarbekirê sitandîye.

Ser meselê, Rastak Ensemble, ku li dinê bi nav û deng e, wê dema hanê dikira li Diyarbekirê konserek bida, lê jiber ku ti eleqa çênebû û bilêt nehatin firotan konser betal bû. Bes konsera Stenbolê li dar ket.

Nizanim, ka em binêrin qedera qeyûmî bajêr heta çi wext ber bi kû ve dibe, meraq dikim.

Berfanbar 2017, Sûr - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. merheba mamoste, ez xwendevanek te yê nû me. nêzîkê 3 mehe helbestê te dixwînin û bloga te yê "perxudres" dişopînim. bi rastî keda te li ber çavê min zehf mezin dixwuyê. min xwast ku ji te re carekî bibêjim her bijî û serkeftin. slav li momeste îxb ra jî û slavên germ ji edene :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Selam Mamoste Adsiz,

      Li canê te sihhet be, nû nemîne, dilî te kînga xwest were û çend hevalan jî bi xwe re bîne :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails