4 Aralık 2017 Pazartesi

Ragihandineke Radîkal

çînik
Sosyal medya û jîyana sanal jiber ku ne ewqas emirmezin in erf û edetên li wan deran hîn tam rûneniştine. Ger meriv li deh salên dawî yên sosyal medya binêre, meriv kane bêje nola hemî ûsil û edebên din, li wir jî hinek qaîde bi tecirbeyên xirab çêdibin, hinek bi tevdîrgerandina pêşwext, hinek jî jixweber bê tahde.

Dema ez nivîsekê li blogê bar dikim ez lînka wê li Facebook, Twitter û Whatsappê diweşînim û li ser Instagramê jî fotografeke nivîsê belav dikim. Elbet meriv jibo xwendinê dinivîsîne û bi lînkan dixwaze mişterîyan kaşe hindur dikanê xwe bike, lê çaxa ku ez lînkan li dû hev li hemî mecrayan diweşînim ferq dikim ku bi rûye reş sor û mor dibim.


Yek gava wan lînkan li dû hev li Facebook, Twitter, Whatsappê bibîne û paşê li Instagramê jî li fotoya nivîsê rast were dikare ji min re bêje ''navgirano blogwêrano'' bêmane, yan heqê wî heye bêje ''nedî û dî'' û ''dinênedî''yekê li navê min vede.

Îro ro rojnamevan jibo ku nûçeyên wan pirtir werin tikandin, lînkên wan li ser profîlên sexte yên ku şopînerên wan bi dek û dolaban hatine zêde kirin diweşînin. Çi zanim, bo ku retwit û favên nivîsekê pir bin, hezar fîlim tên çerx kirin.

Li gor min di nav tingelinga van lînkan de heqê min tine ku ez jî nivîseke li bloga xwe di her derê re di çavên herkesî kutim. Ji kesên ku li ser hev li lînkên min rast hatine û aciz bûne lêborînê dixwazim.

Ezê vî xusetî xwe yî pîs biterîkinim û ji vir û wa heta rewşeke taybet tune be lînkê tenê li ser cîyekî belav bikim. Jixwe gava meriv ji webê dikeve vê blogê, li hêla rastê agahdarkirina bi mailê heye û xwendevanên sadiq bûne aboneyên blogê ku bo wan weşandina lînkê jî hewca nake.

Berfanbar 2017, Sirûc

4 yorum:

  1. Ez sadiqé te me Omer, ���� Va her sibe şiyar dibim li email a xwe dinérim gelo nivîs hene, mîna her sibe rojname xwendî xwe dihesibînim.. ev çend rojen neta min nebû min dereng xwend û xwe pir heja hîs kir

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Birêz Adsız,

      Spas bo vê şiroveya xwe xweşik û germik. Di vê rojnameyê de para te jî heye, ez her dibêjim, bi xêra xwendevanên sadiq ez li blogê germ û aktîf dibim. Spas.

      Sil
  2. Pismam ez ji rewşa te baş fam dikim. Ez ê jî êdî li ser storyên instagram ù whatsappê belav nekim. Derdê me ew e ku tenê haya heval û hogiran ji nivîsên nû çêbikin ji ber ku hemû heval û hogir li ser mecrayekê tenê tune ne lê gava ku hin heval û hogir li ser çar mecrayan jî rastî parvekirinên me bên, ew ê bi awayekî mafdarî ji me aciz bibin û madê xwe tirş bikin. Jixwe belavkirina li çar mecrayan jî ji wextê me dibe. A baş meriv li ser mecrayek du mecrayan tenê parve bike. Baweriya min jî wekî ya te bi xwendevanê sadiq heye. Ew li ku be jî ew ê hay jê hebe û bixwîne. Ne hewce ye em nivîsên di çavên hevalan re rakin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Înanolo,

      Jixwe meqsata belavkirina lînkê xeberdan bû. Demekê min par ve nedikir. Wê dema hanê xwendevanekî li Sirûcê got ku heta tu par ve nekî ez nabînim. Nizanim, a baş yek yan jî du mecra ne. Ku her der be pir bi west û teşqele ye.

      Sil

Related Posts with Thumbnails