10 Aralık 2017 Pazar

Şampîyon 8-F

Çîft, Ûntî, Serqo, Keço, Îmam, Memedalî

Mîco, Bertolî, Mûrê
Li Yenîşehîr ya Rihayê îro Yekşemê turnovoya futbolê ya mekteba xwarzîyê min hebû. Li ser ferzên xalanîyê ez jî çûm piştgirîya taqima ku xwarziyê min Berat kaptanîya wê dike.

Li herêma me, ji berê de kêfa dê û bavan bi meyla zaroyan ya ser futbolê xweş nabe û wê lîstîkê wek bendeke li pêş serkeftina di dersên dibistanê de dibînin.

Zaroyên îro, ji dê û bavên xwe her çiqas nola yên duh dijî futbolê gazincan dibihîsin jî jiber ku ew li xali seheyan maçê dikin, ap û xalên li mehlê yên ku top digihêşte ber destên wan kêr ji bêrîka xwe derdixistin û di topê radikirin û ew fissssss diteqandin nizanin tabî. 

Taqima Berêt 8-F, jiber ku par wek 7-K bûbû şampîyon, îsal jî favorî bû. Maça wan ya yekê di saet 11'an de bi 8-C'yê re bû, lê ew û hevalên xwe di zûtika sibê de li pêş xali seheyê top bûbûn û îdman kiribûn. 


Mûrê

Futbolvanekî 8-F'yê, li bini Amedspor li ser Fenerbahçe, bi kombîneke ecêb ji xwe re formayek çêkiribû û xwest pozekê bide. Dilî min î ser gêncan pir î tenik e, min hema fotografa wî girt û ez hinekî li ser wê kombîna Amedspor - Fenerbahçe fikirîm, lê dûre min ji xwe re got ''Ne wexta fikirîna kûr e law, tu hatî temaşe û kêfê'' û min dev û dest ji xwe berda. 

Her maçek nîv saetek bû. Di maça pêşîyê de 8-F'yê 8-C 6-0 têk bir û di ya duduyan de jî bi skora 3-1 8-G li dû xwe hişt û rabû fînalê. Tabî di vê navberê de ne wekî teknîk dîrektor, lê nola xwedîyê taqima futbolê, ez jî cilên min yên bo def û dawetan li min, diçûm wî serî seheyê û dihatim vî serî. 


piştevan
Dibêjin zemanê berê mêr dema ku mêr diçûne qada cengê hinek jinên piştmêr jî seba ku quwet û cesaret were wan mêran bi wan re diçûne. Dîsa li gor gotinan dibêjin Baqî Xido dikira dest bi kilamekê bikiriyaye, lê pêjna jinan li dorê tunebûye, gotiye ''Hele bana anê kin bira ew were rûne..''

Li bankên temaşekirinê hin keçikên ku bi qîrewîrê piştgirîya 8-E'yê dikirin hebûn û taqima xwe heta fînalê jî rakirin. Bi xêra wan keçikan, kurikan hewil dida ku hereketên artîstîk bikin. Futbol ku meriv ji heq were der tam lîstika forsekan e jixwe. Ez nizam kê bi gol û pasan di dilê kîjan keçkê de ji xwe re cîyekî çito çêkir lê di fînalê de jî 8-F'yê 8-E 4-1 mexlûb kir û bû şampîyon. 



ber bi fînalê
Futbolvanên 8-F'yê li ser hev sê maç lîstibûn û nîvro jî teqle dibû hêdî hêdî. Min got heqê xalanîyê ye lazim e ez xwe di îşekî xêrê re kim. Min di guhên Berêt re go ''Hevalên xwe bi derekê de bermede, em herin li van nêzîkan nanekî bixwin''

Berêt hevalên xwe top kirin û cîh pirsî; kêfxweşên şampîyonîyê gotin ''Li vê jorê Yayla Döner heye, em herin wir.'' Em çûn; ku em 10 mişteri tev ketin hindur Yayla Donerê, rûyê xwedîyê dikanê geş bû. 

şampîyon
Berî em nên bixwin, min careke din futbolvanên şampîyon pîroz kir û wek mezinekî klasîk xeyalên wan pirsî: ''Hûn mezin bibin dixwazin bibin çi?'', tenê yekî ji wan got ''Dixwazim bibim futbolvan.'' Yên din dixwestin bibin, parêzer, polîs, leşker, endezyar û dixtor.

Ku nan li canê me noşî bû û em belav bûn, li ser xwe fikirîm: Ji emirê wan xortan heta vî emirî min xwest bibim, mamoste, dermanfiroş, mîmar, endezyar, parêzer, sosyolog, rojnamevan. Lêêê.. Lê niha bloger im û nola ku her tişt di bin hikmê min de ye û çi dixwazim ew tişt im, û, û kêfxweş im.

Berfanbar 2017, Riha

4 yorum:

  1. Çavdêrîyeke ji dil û ji nêv heyatê.

    Cuda bi naveroka xwe ji blognivîsên berî xwe.

    Zahftir be!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas, madem te jê hez kir ezê hewil bidim tiştên wanî ji jîyanê pirtir binivîsim.

      Sil

Related Posts with Thumbnails