19 Aralık 2017 Salı

Şîretên Saramago

Saramago Blog
Saramago
Hinekî bi derengî be jî duh ne pêr min nivîsên José Saramago yên blogê qedandin. Hin hevokên Saramgo nola şîretan bûn; wek kesekî ku dixwaze bibe blogerekî rind min ders û hiseyên baş ji wî girtin.

Saramogo jiber ku xanima wî Pilarê jê re gotiye ''Karekî te heye êdî, blogê binivîse'', kitêba ku ji nivîsên blogê çêbûye îthafî wê kiriye. Pilar Xanim li ser vê kitêba blogî dibêje ''Va ne kitêbeke huznî ye, ne bi hêrs e jî, tenê xatirxwestinek e.'' 

Saramago di nivîsên xwe yên blogê de dijî Amerîka rexneyên tund nivîsîne. Mesela navê nivîseke blogê ''George Bush yan jî Serdema Derewan e''. Niviskarê komunîst, dijî serokê Amerîkayê ya wê dewrê çi hatiye ber dev û destê wî nivîsîye û qet xwe ranegirtiye.

Yek caran li ser Facebook yan Twitterê, gava nivîskarên me yên me ew bi wêjekarîya wan nas kirine tiştên siyasî dinivîsin em xwendevan hinekî xwe aciz dikin û dibên ''Divê nivîskar xwe dûrî siyasetê bide'', lê min bi Saramago re fehm kir ku ew fikreke hinekî şaş e. Ku îcab bike divê nivîskar ji herkesî tûjtir û tundtir binivîse û desthilatê bitirsîne.

Ma meriv tenê dijî yên ne ji xwe dinivîse? Bi qasî dijminan dostan jî rexne dike Saramago di gelek hevokan de û jiber rewşa çepgiran ya ne baş wan jî radike û li erdê dixe: ''Çep nafikire, hereket nake, xwe qirtikekê be jî nake rîskê..''

Saramago ateîst e. Li gor wî ger li dinê dîn tunebûna wê her tişt hîn xweştir bûbûya. Gava li ser metafîzîkê difikire, dibê ''Xwedê bêdengîya gerdûnê ye û însan jî qêrîna ku wateyekê dide vê bêdengîyê ye.'' Himmm, bi derbekê re nayê fehm kirin, min sê çar neqlan li ser hev, ancax..  Dîsa ew e dibê, ''Rast e Xwedê ebedî ye, lê nebûneke ebedî..''

Saramago, di nivîsên blogê de xêncî rojeva siyasî cî bi cî behsa Fuentes, Marquez, Pessoa, Borges, Galeano kiriye. Hinek bîranîn in, hinek tespîtên li ser wêjeyên wan. Her nivîsek nola ku teze û taybet ser wesandina kovareke wêjeyî hê nû derketine ku bo min îspata aktuelmayîna hin nivîsên blogê bû.

Di nivîsekê de Saramago dîyar dike ku kêfa wî bi nivîsandina li ser blogê tê û ew li wir xwe nola gêncan hîs dike. Di wê nivîsê de ez bişirîm berê û kenîyam dûra bêhemdî xwe ku Zinarê Xamoapê me yî li ser blogê her tim ji me çaktir, çapiktir û çalaktir hat bîra min.

elektronîk-matbû

Di kovara Expresso de, José Mario Silva, ser Saramago dibêje ku ew ''ne blogerekî rind î rast e''. Li gor Saramago, Mario Silva ew îdiaya xwe îspat jî kiriye. Çinku Mario Silva dîyar dike ku Saramago lînkan nade, bi xwendevanan blogê re dîyalogan çênake, bi derdorên din yên blogeran re nade û nastîne. 

Li ser bloga xwe fikirîm. Bi qasî ji dest min tê bi xwendevanên blogê re dîyalogê çêdikim û guh didim rexneyên wan û berê blogê hin caran li gor daxwaza wan diguherînim. Lînkên ku ez li ser blogê didim hinekî kêm in heçku, divê zêdetir bikim. Derdorên din yên blogeran.. Bi qasî ji dest min tê alîkarîya hemîyan dikim û bi lîsteya Weşangerên Webê hewil didim wan bidim nas kirin jî.

Saramago dibêjê divê nivîskar di royên berê de nemîne û badanaj neke, divê bi demê re hereket bike û kêşe û arîşeyên serdema xwe zanibe. Rast dibêje Saramago.. 

Bi nav nekim, nivîskarekî/e me hemî hesabên xwe yên sosyal medyayê girtine û hewil dide berhemekê vê dewra me binivîse. Ger nivîskar di berhema xwe de behsa yekî/e ku hesabên xwe yên sosyal medyayê girtiye bike belkî berhemeke baş binivîse, lê ji bilî wê çi binivîse li ser vê dewra me ya niha wê ne berhema dewra me ya niha be.

Hevokeke Saramago, bi wergera Nesrin Akyüzê bû sîleke bi tîn û li rûyê min ket: ''Bazıları kaybettikleri çocukluğu arayarak geçirirler hayatlarını. Sanırım ben onlardan biriyim.'' Jiber ku zanim ku eger ez hewil bidim wergerînim Kurmancî ezê wê tehmê biherrîmîn, loma tiştekî wer nakim û dibêm erê la, ez jî eynî ji wan kesan im.

Saramago di 18'ê Hezîrana 2010'an de miriye û cara dawî di 2'yê Hezîranê 2010'de nivîsîye. Nivîs du peyv in: ''Obrigado, Mankell.'' Xanima Saramago, Pilar dîyar dike ku êdî destê nivîskêr diricifîyane, loma wî bi wan daye nivîsandin. Obrigado bi Portekîzî spas e, û Mankell jî nivîskarekî ji Swedê ye û wê demê hewil daye alîkarîyê bigêhîne Fîlîstînê.

Bo blogerîya wî ya rê li ber min hinekî din ron kir, ez jî dibêm spas û obrigado Saramago, obrigado!

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

Related Posts with Thumbnails