18 Aralık 2017 Pazartesi

Tetirbe û Fanzîna Wê

fanzînî
Li Sirûc û Riha bo sûkên kor ''tetirbe'' tê gotin û ew peyva ne di ferhengên Kurdî de heye ne jî yên bi Tirkî de.

Bi qasî min nihêrîye di ferhengên bi Kurdî de bo ''çıkmaz sokak''a bi Tirkî, pirtir ''alûle'' hatiye nivîsîn, 'korerê'', ''nabos'' û ''zaboq'' jî hene, bes dûr yan nêzîk tiştekî nola ''tetirbe''yê  tew tune.

Bi salan ji min re bû meraq, ne zimanzanan ne jî etîmologan kesî dilî min li ser koka ''tetirbe''yê û sedema nebûna wê di ferhengên bi Kurdî yan Tirkî de honik nekir wer.

Hele dîsa min nebûna ''tetirbe''yê di ferhengên Kurdî de fehm dikir jiber berhevnekirina bi sedan peyvên din yên herêmên me yên cûda, lê peyveke ku di stranên bi Tirkî yên Rihayê de jî derbas dibû çito neketibû ferhengên Tirkî?

Şorê dirêj û pahn nekim, wê dema hanê ku min li ser Twitterê dît ku li Rihaye fanzîneke bi navê ''Tetirbe'' derdikeve, min got ''a-ha, hê ni don kete çirê'' û min hema hawara xwe gêhande edîtorê fanzînê.

silav
Min û edîtorê fanzînê İbrahim Tekpınar li Diyarbekirê hevdu dît. Tekpinar dîyar kir ku di serî de ''Tetirbe'' bi du sê hevalan xwe re tev derxistiye, lê niha ew tenê maye. Heyanî niha 6 hejmar derxistine, di hejmarekê de heta 1000 hebî jî çap kirine û her çiqas li ser fanzînê 1 lîra nivîsîne jî hema bêje hemî ji kîsî xwe belav kirine.

Gotinên Îbrêm girîng bûn, hîn dewam dikir agahî didan ku min kula dilê xwe kuta muhbetê: ''Tetirbe ji kû hatîye ketîye zimanê me û çira di ferhengan de tune?''

İbrahim Tekpınar da zanîn ku wî bi Natali Avazyan, ku li ser Twitterê bi belavkirina wêneyên kevn yên bajar û bajarokên Tirkîyê bû fenomen, sohbetek kiriye û wê gotiye ku di Ermenîya Rojhilat de ''tetirbe'' heye. Guman ew e ku peyv ji zimanê Ermenîyan derbazî devê Kurmancên Sirûc û Rihayê bûye.
Rihayî
Tetirbe hewil dide ku şair û hunermendên ji herêma Riha bide nasîn. Di berga paşî ya her hejmarekê de portreyek û gotineke bi wî şexsî tê zanîn hatiye nivîsîn. Bergek bo Urfalı Şair Abdî ye. Xezeleke Şair Abdîyê Rihayî heye ku çi wext ji dengê Mukim Tahir guhdar dikim, canê min gurzgurzî dibe û ji xwe re diqiherim dibêm ''Ê la ê me jî eşq e ma, vî zalimî çito li hev anîye wanî?..'' 


hüsnün senin ey dilber nâdide kamer mi
hûri misin ey âfet-i can yoksa beşer mi

gördükçe seni tazelenir sanki hayatım
sensiz bana bu can û cihan zerre değer mi

nergis mi acep didelerin gül mü yanağın
peymâne-i kudret mi lebin şirr û şeker mi

İbrahim Tekpinar got ku ewê di hejmara heftan de jî li berga paşî portreyeke Gulîstan Perwerê û gotineke ji stranekê wê deynin. Ka em li bendê bin.

Hemî hejmarên fanzînî duhinî bi dest min ketin. Min li ser nigan çavek li gîyan xist, lê ez li benda dawîya vê hefteyê me ku herim ji xwe re li kafeyekê rûnim û li ber salepeke germ û dûra jî çayeke namûsli tek tek li hemî hejmaran binêrim.

Tekpinar dîyar kir ku ewê hejmara 10'an jî derxînin û jê wêde nerin. Hêvî dikim çi fanzînî, çi blogî tiştên wanî li derdora Riha, Semsûr, Eyntab, Meletî û Meraşê zêde bibin. Çinku li gor min, heta niha jî tenê xuşexuşa çem û kanîyên Kurdên li wan hêlan hatiye bîhistin, lê ava wan ya zil û zelal pir nehatiye dîtin û nehatiye vexwarin.

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

6 yorum:

  1. Yahudi ên Ruhayê ji kuçe ra dibên "papor", Kurd dibên kuçe an zikak, Ermenî li Ruhayê zêdeyî wan bajarî bûn. Navê kuçeyên kor gotinê Tetirbe. Ruhayê hin dibên tetirbe.hevalên Ruhayi gotin bîra navê wê ew bê û me dest pê kır. Ew Fanzîna bu saya qu em hevdu naskin, bo wê ez keyfxweş bûm u spas kekê

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kekê Îbrahîm,

      Spas bo van agahîyên xweşik. Di hejmarên din yên fanzînê de jî Xwedê taqet û quwetê dixwazim bo we. Ez jî bi nasîna te kêfxweş bûm. Hez û hurmet.

      Sil
  2. Weleh ez jî bi xwendina nivîsa li serp
    Me li Wêranşarê ji rêya îpekê, rêya doiçû Rihyê ra digot "riya paporê" Yanî ne kuçan ra, ji rêyên mezin yê wasiteyan ra digot papor...
    Yanî wer di bîra min da maye

    YanıtlaSil
  3. Apê Zinar,

    Min ji bavê xwe pirsî, wî jî go mezinan bo rêya xeta trênê ya li Kobanî digo ''riya paporê'', min li ferhengan nihêrî, li Meletîyê jî bo rêya asfalt gotine ''papor''

    Yek jî min hevoka te ya pêşîn fehm nekir Apo. ''Welleh ez jî bi xwendina nivîsa li serp'' ?

    YanıtlaSil
  4. Cumle qurçimî ye, xwedê zane min xwestiye çi binivîsim. Belkî min xwestiye bibêjim, "Weleh ez jî bi xwendina nivîsa li ser paporê kêfxweş bûm", lê hevik qurçimî ye, yanî beşek jê ketiye...
    Bavê te rast gotiye, ji rêya dûz û rêya trênê jî dibêjin papor. Belkî ji trinê bi xwe ra jî berê digotin "papor" !

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar,

      Kêfxweşîya te kêfî min xweş dike, hez û hurmet.

      Sil

Related Posts with Thumbnails