12 Aralık 2017 Salı

Trump û Karapet û Mars

Mars
bi hêsanî
Serokê Amerîka Donald Trump, di merasîmeke li NASA'yê de dîyar kir ku ewê jinûve astronatan bişînin ser hîvê. 

Trump herwiha da zanîn ku bi bernameya nû ya fezayê Amerîkî dikin herin Marsê jî.

Bi vê axaftina Trump re ez yekser çûm ber dengê Karapetê Xaço. 
2014 bû herhal, demekê wer li ber min ketibû min her roj Lawikê Metînî guhdar dikir. 

Rokê dîsa ez li Uskudar ya Stenbolê seri li erdê, di guh de Karapatê Xaço di serberjorekê de dimeşime, min ji xwe re go ''Min di vê felekê no, ma va dikê tim wanî xayîn be wer?''

Ser vê pirsa ku qehr li zik zêde dikir, min anî helbesteke bi du rêzik ya sernavdirêj nivîsî: ''Eger ev feleka xayîn e me dixapîne, çima em berê xwe nadin Marsê?'' 

referans
Hevalekî min î li Washingtonê pêr Yekşemê xeber da min ku rojnamevanekî Amerîkî, ku dema Herba Kobanîyê me hev nas kiribû û min kitêba xwe jî dîyarî dabûyê, di ser hevalekî xwe yî şêwirmend re kitêba min gêhandîye Trump.

Trump, li Qesra Sipî kitêb kiriye destê xwe çend rûpel teqle kirine û tam ji şêwirmendê xwe re digotîye ku ''Kî ye va?'' çav li peyva ''Mars''ê ketiye. Ji şêwirmend xwestîye ku wê helbestê hema wergerînin. Min ew gotegotên gêhiştine ber guhên min piştrast nekirine hîn lê bi min rast hat hinekî.

Ne komîk e lê dikenim, xelk diçe Marsê, em jî xwe re xeyalan çêdikin îşte. Xeyal jî çi xeyal, Marsê sêri xwaro!

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

4 yorum:

  1. Ji bo çûna Marsê xeyal şert e. Yên çûn Marsê berê xeyala çûnê kirin. Bê xeyal jiyan vala ye heval...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Tu rast dibêjî Apo. Bêxeyal bi rastî jî pûç û vala ye jiyan.

      Sil
  2. Ya her şev ez di xewna xwe da diçim Marsé Omero,welleh pir xweş e, mîna çiyayén me çiya hene lé pirsgirekek heye,dema ku ez tam vedigerim dinyayé ji xew şiyar dibim.. ez dibém qey hevalruhé min a li Marsé naxwazi vegerim dinyaya xayîn û feleka bébext..:)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Çi xewneke xweş, bi pereyan bihata firotan minê xewneke weke ya te bikiriya ji xwe re; qîmetê zanibe.

      Sil

Related Posts with Thumbnails