7 Aralık 2017 Perşembe

Vazoya Zer

sor û reş
Tesîra nivîsa duhinî bû yan nifira xanimeke xweşik bû nizanim, çîşkî berê min di xewnê de Kawa Nemir dît.

Di destan de vazoyeke zer, di ser rêyên qaçax re direvîya başûrê welêt. Vazo min dîyarî dabûyê.

Kawa Nemir hîn tam diket menzîla tifingên eskeran, li pişt xwe fertilî û vazo veweşande wan.


Vazoya zer nola bombeyekê peqîya hûrhûrî bû û Nemir şop li ser xwe wenda kir.

Lazim e kêfxweşî be, lê kabûs ketibû ser min; min bi qîrînî xwe ji xew çe kir.

Derfetên îro ro rê didin ku meriv di deqê de xewna xwe bigêhîne her derê: Min xewn nola min dîtî li ser Twitterê ji @KawaNemir1 re şand.

Dibêjin ku we xewneke xwe dît û hûn dixwazin hema ji yekî re bêjin, berê tiştekî biavêjin devê xwe bixwin, paşê bibêjin. Li gor gotinan, heta meriv tiştekî nexwe eynî ew şexsî xwe yî di xewnê de ye li rastîya jîyanê jî.

Min xewn ji Kawa Nemir re nivîsî bi şûnde hat bîra min ew doktrîna xewn û xwarinê. Dîsa jî ez çûm mutfaxê, min mandalînayek û çend heb fistiqên bo ku nerm bibin min kiribûn avê xwarin.

Ro hilnehatîye hîn, azana sibê nexwendîye. Piştî vê hevokê ku di xwe re bibînim, ezê cilên xwe li xwe kim û derkevim arode arode ji xwe re li cadeyên Ofîsê bimeşim, bi xewn û bêmane.

Berfanbar 2017, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. Va çito rism e, merî ditirsînye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Vaya risma tirsa min e, min xwe ji xew avêtibû û çûbûm ber eynikê.

      Sil

Related Posts with Thumbnails