2 Aralık 2017 Cumartesi

Ziqaqên Edebîyatê

cîranî
Mala me ya li Sirûcê ji 1993'an vir ve - bi zimanê bavûkalan yên ku tenê salan bi Tirkî dibêjin: ji doqsanûçê vir va - li Sûka Mehmet Akif e. 

Duhinî ez ji mal derketim ku fotografeke tîr û nivîsa sor ya ku sûkê raber dike bigirim, lê ez çûm wî serî hatim vî serî min li ser ti dîwarî Mehmet Akif nedît. 

Bi apartmanên li ser hev bilind dibin û hebûna hewşan pûç dikin, û bi boyaxên nû lê dikevin û nîşanên dewrekê di bin xwe de dihêlin re Mehmet Akif jî wenda bûbû çûbû. 

De dûra ez bi morala xirab digerîyam dadigerîyam ku carê min dî law lawwwww ziqaqên mihela li jor me kirine kozika edebîyatê.

Min dît Orhan Veli ye lê hêleke, Behçet Kemal û Faruk Nafiz in li hêleke e û jê wêde Mevlana. 

Ê bindestan, ji seksê heya sentaksê ew çi bikin çi bîbinin ferq nake kesereke wan tim hazir kesera li ser keserê ye.

Bi nedîtina Mehmet Akif rûyê min tirş bûbû û bi dîtina ewên din mirûzê min tehl. 


Min kesera kûûûûûrrrr berda û ji xwe re go, qey wê rojkê bêjin "Osman Sebrî çend şevan jî di vê mala vê tetirbê da maye" û navê wî li ziqaqê kin. 

Yan hinekên din wê bêjin "Rojen Barnas li vê mektebê mielim bûye" û navê wê taxa dibistan lê, bikin Dîlbera Qeşeng.

Lê ka kînga, nizanim, ne bi serbestî, wê jî bi bindestî nizanim. 


Kanık

Çamlıbel

Çağlar

Celaleddîn

Berfanbar 2017, Sirûc

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails