4 Ocak 2018 Perşembe

Bajarê Hespên Hesinî

ber
Di dawîya sala 2017'an re min ji pirtukakurdi tevî çend kitêbên din Hespên Hesinî ya Ülkü Bingöl jî sitand. 

Bingöl piştî sê kitêbên şi'ran romanek nivîsandibû û wexta min vaya nû bihîstibû, peyvên wî yên di sê kitêban de li dirêjîyê qor çêkiribûn, pat û çûbûn pahnanîyê li ber çavên min û ew bi min ecêb hatibû. Çi bigir wî îşekî şaş kiribû çinku: Deftera xwe ya çîrokan çirandibû, û li rêza ku ferz bû ku şi'r, çîrok û roman be bêmane, heqaret kiribû heçku.
Hespên Hesinî
terikîn
De kitêb hene, eyn mîna wî nanî germ î çarşîyê ku meriv dema ji firnê distîne tîne mal bi nefsê xwe nikane û di rê de parçekî jê qut dike dixwe, meriv di rê de vedike çend hevokan jê dixwîne.

Wê roya min kitêba Bingöl jî sitandî li tala İşBankası ya li Ofîsê ez sekînim û min vekir li rûpela pêşî ya Hespên Hesinî nihêrî.

Romanê ji roya Çarşemê destpê kiribû, ez di Pêncşemekê de bûm û min qirar da ku ez di royeke Çarşemê de dest bi xwendina wê bikim. Bes çavên min, di rûpela pêşî de bi min re xayîn ketin û dest û qelemê jî bi ser de derbek li biryara min xistin..

Hesin bi vê zengê, wek erdê havînê terikîbû. Û firçaya boyaxê kaniyek bû. 

Piştî min binî vê hevokê li çarşîyê xêz kir min kitêb avêt çenteyê xwe û li benda Çarşemekê mam û jiber karûbarên din min ew di wir de wer ji bîr kir.

Ma. Duhinî, şevê xwe ji Sêşemê radestî Çarşemê kir şûnde, xewa li min herrimîbû û neta wê ya helalbûnê tune bû, ji nişke ve ''Laaannn, ne rast romana Ülkü Bingöl hebû'' li mejîyê min xist.

Min hêza xwe kir, bo talûkeya xewa li ber xwendinê re şêrîn dibe dûrî xwe bidim avek li çavên xwe xist û dest bi xwendina romana şairekî kir.

Bingöl, di romaneke tenik de, di ser Dara yê ku hespên hesinî boyax dike û difiroşe re, û Cengoyê Feylezof yê ku tê yek serîyan li wî dixe, sê nig li edebîyatê, tabloya meydana bajarekî çêkiriye û bi nigekî kêm î paşê temam dibe re jî li dora felsefeya hebûn û nebûnê, çûyîn û neçûnê çerx bûye.

Sê nigên ku ji çar paran sê parên wan şairîya Bingöl e kirine ku di hevokên wî de tehma helbestê hebe û ew xweş biherikin. Para mayî jî çavdêrîya xurt ya Bingöl e ku wî pê hema bêje di her rûpelekê de herî kêm fotografek girtiye.

Ê her xwendevanekî/ê kêfa wî/wê ji tiştekî re tê û bala xwe pirtir dide ser wî tiştî dema xwendinê. Min felsefe û tehma helbestê hinekî dan hêlekê û ez li dû şopa çavdêrîyên Bingöl ketim.

Hespên Hesinî
şar
Di roja Pêncşemê de, Bingöl bi hevoka lê ev bajar êdî zû vedikişiya nava xwe û dereng ji nava xwe derdiket pirsa ''kîjan bajar?'' xist meraqa min û heta dawîya romanê ez bi xwe re xuşandim. Çinku Bingöl, berovajî biwêjeke bi Tirkî, sir û kir dida, lê ser nedida.

Mesela bi hevoka bedenên li dora bajêr wek gulîskek reş, li dor vê dilopa zîvê bû wek xwendevanekî li Dîyarbekirê dimîne û nivîskêr jî li vî bajarî dibîne heqê texmîna min hebû ku di serê sêrî de bi ser Dîyarbekirê de here, lê Bingöl ji destpêka romanê heta dawîya romanê tevî ku tim atmosfera li pêş Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê daye jî qet û qet navê bajêr nedaye.

Di Hespên Hesinî de, mekanên sereke Mizgeft, Xana Belek, Çarşiya Zêrkeran, Kuçeya Hedadan û Çarşiya Dîrokî ne. Nivîskar dilî xwe çilo bixwaze wê wer bêje wer binivsîne elbet, lê ez bêjim xwendevan dikare van deran wek Mizgefta Mezin, Xana Hesen Paşa, Çarşiya Zêrkeran, Kuçeya Hedadan û Çarşîya Şewitî bixwîne. Xêncî van deran nivîskêr bo xanekê jî gotiye Kuçeya Hedadan wek gerdeniyekê li dor stûyê xanekê geriyabû ku ji vir jî qest bi îhtîmaleke mezin Xana Zêlûyan yan Sülüklü Xan e.

Bo ez dilê xwe li texmînên xwe honik bûm, kitêb di destê min de ez rabûm çûm meydana ku hevokên kitêbê li ber çavên min çêdikir.
şêr
şêr û ganêr

Berê ez çûm min li derî û dîwarên Mizgefta Mezin nihêrî. ''A îva ye!'' min got ew şêrê hilkişiyabû ser pişta ganêrî; wek ku min delîleke dizîya nivîskêr ya li ronka royê dîtîbe kêfxweş bûm û min çav li dora xwe gerand.

Dîyarbekir
vala
Bo ku pirtir delîlan bi dest xînim ez li geh li bank geh li jî kursîyekê rûniştim û tevî ku ne edeta min e jî, bi vexwarina heft çayan ez li benda Darayê Hespênhesinîfiroş, Cengoyê Feylezof û karakterên din mam.

Çayvan çayek bê şekir ya din şekirek danî kêleka bardaxê û li ser masê danî. Ev jî diyar bû ku kalemêr jî parçeyekî vê meydanê bû. Ev taybetiya çayvan, ji alî kesên her roj dihatin û diketin bin çavên şêrên li kêvir hatine kolandin dihate pîrozkirin. Difikirîn bê ka çawa çayvan ji bîr nake, ku kî çayê bi çend şekiran an bêşekir, kî çaya zelal an ya tîr vedixun. Carna mêvanên kesên ku her roj li meydanê bûn dihatin, ev rêbeza çayvan hê bêtir xweşa wan diçû û li ba mêvanên xwe hinekî bi fors dibûn.

Çayvanê ku Bingöl qalê dikir, di çaya duduyan de li şûna du şekiran yek li binika qedeha min danî. Çayvan ku di çaya sisêyan de dîsa bi kitek şekir hat, min got ''Ka çayekê bide apo'' jî ku hê nû li kêleka min rûniştibû.

Dengbêj Keremê Şemo
bi deng

''Tu ji kû yî xwarzê?'' got mêrikê ku min xwest çayekê îkramê bikim. Ser şora wî min nav lê rast kir û li şûna ''apo'' got ''Xalo, ez î ji Sirûcê me'', ''Ser çavan'', ''Ser û çav nêşên Xalo'' Piştî qurta pêşî ji çayê ''Sirûûûcc..'' got, hinekî wa li dûrê dûr nihêrî û dûre behsa meseleya alvêreke bi yekî Sirûcî re kir.

Bi qasî 20 salên berê li hêla me berx kirîbûn firotibûn Xalo û Şêxoyekî me li wî los kiribûn. Di axaftinên hevnasînê de, tevî ku meriv ji dûr yan nêz hev nas nekiribe jî, ser sûcên hemşehrîyekî xwe meriv xwe sûcdar hîs dike. Xalo ku hema di pêşîyê de wisa nerazîbûna xwe got, min hinekî serê xwe di ber xwe da xwar kir, lê ew nesekînî û dewam kir. Li gor gotina pir bi detay ya Xalo, jina wî Şêxoyî ocaxkor û derîmor, qîzeke mêran bûye û hin berx û hin pere bi zorê ji mêrê xwe sitandine û gêhandine wî.

Şora me ne ew e, di rabûnê de ez elimîm ku Xaloyê ku li kêleka min rûniştî Keremê Şemo yê dengbêj e. Bi hevnasînê ez kêfxweş bûbûm, lê bi di sêrî de nenasîna wî, mîna ku ez xwendevan bim û giregirekî wêjeya me nas nekim, mehcûb bûbûm.

Ser fenekîya Şêxo û fêdebûna jina wî, min ew ''mêrxasên Deşta Sirûcê'' ya di ''Bilûra Min'' ya Celadet Alî Bedirxan de guherand kir ''jinxasên Deşta Sirûcê'' û di ser meqama muzika ''Hespên Hesînî'' ya Ülkü Bingöl re jî min navê romana Keremê Şemo li cem xwe kir ''Berxên Berîyê''

''Dev ji niha berxen berde hele niha, li hespan binêre'' min got ji xwe re dûra û min li dora xwe nihêrî. Min kameraya xwe derxist û hin fotografên ku nivîskêr bi hevokên xwe girtibûn, girtin. 

Ev bajara wek dayikekê bû û ev meydana ku Dara hespên hesinî lê danîbû wek pêsîra vê dayikê bû. Kesên ku şîr ji vê pêsîrê vexwaribû wek zarokên ji şîr venabe li vir dima. Parsekê kor, kalemêrê sergindor, kûçikê zer, titûnfiroş û misheffiroş, li vir wek wan zarokên ji şîr venedibûn, devê xwe her roj li vê pêsîrê digerandin. 
karakterên romanê
hinek
Li meydanê herkes hebû, lê Darayê Hespênhesinîfiroş û Cengoyê Feyleseof nedixewinîn. Bi nêta ku wan li Çarşîya Şewitî, ku nivîskêr nav Çarşiya Dîrokî danîbû û li şûna ''dîrokî'yê ''kevn'' jî gotibû cîh bi cîh, meşiyam. Yan minê ew îro îlle bidîtana yan ezê li vî bajarî, bi nav nakim bajêr, wenda bûbûma bêmane.

Ülkü Bingöl
şewitî, dîrokî, kevn
Ku ez çito ketim Çarşiya Şewitî du hevokên li dû hev yên ku min ji kitêbê herî zêde ecibandinî hatin bîra min. Min kitêb vekir û li wan hevokan gerîyam: Lê ew xêliyên sor yên dardakirî gava mirov bidana alîyekî wek ku çavên mirov rastî jinên çavên wan wek bircekê mezin û kilkirî bihatana. Mirov ew cêrên li ser dezgeyên cilfiroşan hilda, li erdê bixista û bişkanda belkî bûkek ji hespê peya biba, belkî zarokan xwe biavêta ser wî cêrê şikiyayî. Careke din min xwend, careke din, careke din. Bişirîm jî di ber e, bûk e li hespê bû, ji gotineke pêşîyan, kesî nizanibû qismeta kê bû.

Paşê çûm wî serî Çarşiya Şewitî hatim vî serî, min ne Darayê Hespênhesinîfiroş dît ne Cengoyê Feylesof. ''Belkî çûbûn Xana Hesenpaşa'' min got, bi devê nivîskêr ''Xana Belek'' Nav ne lazim, dagerîyem xanê, lê li wir jî pêjna wan nedihat. ''Hebe nebe vana tev çûne Kuçeya Hedadan'' min got û di hinda zêrkeran re min berê xwe da wê hêlê.

Ülkü Bingöl
qedexe
Li serê kuçeyê, hedadekî îlanek li pêş dikana xwe xistibû: FOTOĞRAF VE KAMERA ÇEKMEK YASAKTIR. Ferqa nivîskar û fotografçiyekî di vê hevokê hewandîbû heçku. Nivîskêr dikaribû bi dehan peyv bidana ber hev û bi sedan şiklî behsa vê qedexeyê bikira, lê tek fotografeke fotografçi ya tevî qedexeyê etîka wî di erdê dida, ez mesela, ya min kirî ji çendan yek bû..

Dengê kutandina hesin ji kuçê dihat û diket nav mûzîka ku li xanê lê diket. 

Ku min li Kuçeya Hedadan jî Darayê Hespênhesinîfiroş û Cengoyê Feylesof nedît, bi ''herhal ne li vir in jî'' ez ketim hindurê xana ku nivîskar şibandibû jineke bedew. Tune bûn, li çarşîya zêrkeran jî, li vir jî û li wir jî û li ti derê jî tune bûn!

Ülkü Bingöl
hed
Êvar bû êdî û ez westîyabûm. Belkî min şop li ser Darayê Hespênhesinîfiroş û Cengoyê Feylezof rast nekiribû lê min rind zanibû ruhên wan li van deran li cîhekî ye. Xuya bû, nivîskar jî di meheke Mijdarê de li van deran pir çerx bûbû. Min anî li ser romana Ülkü Bingöl, ''Va kitêba di destê te de, bo xatir û bîranîna Cengoyê Feylezof, li Kuçeya Hedadan hatiye danîn. Kî berê rake kitêb ya wî/wê ye'' nivîsî û bi awayekî ti hedad min ferq nekin, kitêb danî ser kevirekî pahn û mîna min tiştekî bi talûke kiribe - bêguman wan hedadan Cengoyê Feylezof û Darayê Hespênhesinîfiroş baş nas dikirin - ez ji kuçeyê firtî firtî revîyam.
Ülkü Bingöl
li wir
Bi xwarina xema nedîtina Cengo û Dara diçûm ku yekî ku min rû nedît, bes ferq kir ku kitêbek di destan de ye, di bi ber min re bi sazekî buhurî: ''Dinya derewîn e hem demrevîn..'' Cara pêşî bû min straneke wisa ya bi Kurmancî seh dikir û min ji xwe re hîna hîn digot ku ''hella hella, qey guhên min giran bûne êdî, belkî min 'xemrevîn' wek 'demrevîn' bihîstibe'' pirsek pijiqî mejîyê min: ''Laaann, va ne Cengoyê Feylesof bû?''

Ez hema doş bûm û di rêka xwedîyê sêz di ber min re derbaz bûbû çûbû re çûm Kuçeya Hedadan. Kitêb ne li cîhê xwe bû û hemî hedad çûbûn. Kuçeya teng û tarî tirs xiste dilê min, di ser çûyîna min ya ji wir hîn pênc deqîqe derbas nebûbûn ku..

Çile 2018, Sûr - Dîyarbekir

6 yorum:

  1. Destê te sax be, heta davîyê min jî cengoyê feylesof wek dît. Lê kî çi zanê belkî cengoyê feylesof tuyî :))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kekê Xelef

      Spas. Ez jî dibêm qey Cengoyê Feylezof tu yî û hatîyî henekê xwe bi min dikî :)

      Sil
  2. ev çi felaket bû yaaaw. heta gotina paşîyê kit û kit, jê têr nebûm 👏🏅

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Rênas,

      Paşxaneyên her berhema dixwînim, guhdar dikim meraq dikim. Meraq carna xerab e carna rind. Meraqa bo talîya vê nivîsê li kê rind hatiye, li canê te û wan tevan sihhet be.

      Sil

Related Posts with Thumbnails