6 Ocak 2018 Cumartesi

Besta Darbestê

li qêf
Eyn di wê kêlîyê de me ku meriv jiber êşê dibêje ''ay'' û ''oy'' û ''tiştekî ji sihhet û saxlemîyê muhîmtir tine lan..''

Piştî performansa ku bi qasî sê mehan dewam kir, per û baskên Perxudresê îro Şemîyê şikestin; nexweş ketim.

No fotograf, no fîlm, no kitêb, no blog û no muzîk. 
Ezê çend royan ne li vir bim, heta ku xwe topî ser hev dikim yanî.

Min got bila ew xwendevanên xweşik yên ku ew demeke e her ro bi heyecan li benda nivîseke nû ne, siba du siba gava ketin blogê û tiştekî nû nedîtin, qene be bila bi van çend hevokan zerar zîyana xemsarîya ser bedenê bibînin û dersekê jê hilînin.

Dibişirim dîsa jî hinekî; nivîsê kefena min dibirî lê min lê dinêrî û dinivîsî.

Hez û hurmetên ku dinalin û dixwazin hewşekî pêşde xwe bigêhînin Riha û Sirûcê.

Çile 2018, Ofîs - Dîyarbekir

9 yorum:

  1. Înşele zû baş bibî û zû vegerî nav me. Ez ê bêriya te bikim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Înan, hewceyî bêrîkirinê nekir :) Pir zû vegerîyam.

      Sil
  2. Silametî be. Li xwe miqate be.
    Hêvî dikim zû derbas be.
    Di dem û rojên wiha da her kurd nexweş e, fizîkî tişt tunebe jî rûhî em gî nexweş in.
    Ez jî nexweş im lê ji "bêariya" xwe, ji canbêzariya xwe, ji qerez û qayişa dijmin ra nakevim nava nivînan û her roj dinivîsim.
    Wî dilê te yê bi namûs maçî dikim

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ribê qerez û qayîşa te bi dest me çend gêncan keta, meyê qiyamet rakira Apo. Spas dikim, têm destên te. Baştir im.

      Sil
    2. Apê Zinar sela elîkîm. Ez bi xwedê min jî hêca di bin parvekirinekê de behsa te dikir :) xwedê hêz û quwetê bide eleştîrî yönüya te ya xurt :)

      Sil
    3. Emero ka bloga mamoste Marûf? Deh sale dinivîsîne? Navê blogê emrê çûyî cardin nayê. Millîyetçîkî çak û pak e.

      Sil
    4. Ez dikim bloga wî jî bidim.. Lîste hîn temam nebûye, temam jî nabe ti carî.. Hêdî hêdî..

      Sil
  3. Omer, deh roja ku ez nexweşim û nikanim nivîsén te bixwînim, min li e-mail a xwe nért heşt nivîsén te hatine mîna mirovén stû tewandî li benda min sekinîne, Va tu jî nexweş ketî û baş jî buyî, yaw ez ji sermaye zimistané hez nakim yaaaa..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Şûkir ez baş bûm, Xwedê şifaya xêrê bide te. Xwedê stûyê netewîne, stûyê nivîsan xwar bûye ne xem e.

      Sil

Related Posts with Thumbnails