13 Ocak 2018 Cumartesi

Bîr û Bekaret û Reqereq

qedexe
Di ferhengên gotinên pêşîyan de heye tune ye nizanim, lê li ser dev û lêvên kal û pîrên Sirûcê gotinek e: ''Bira rê be bira dûr be, bira bîr be bira kûr be, bira qîz be bira pîr be..''

Qest di vê gotinê de ne rêya rê ya dûr e ne jî bîra bîr ya kûr e; şor dîrekt diçe ser bekaretê ku hin dibêjin keçinî yan qîzînî jî bo wê.

Pêşîyên me qîmet dane xwîna bekaretê yanî û gotine ku gava we bûkek xwest pîrbûn ne xem e, bes ku bila qîz be.

Di van salên dawî de, di ser fikra ''azadîya jinan'' re çi bi Tirkî çi bi Kurmancî gotina peyvên wek ''kız'', ''qîz'', ''keç'' bû guneh û rexne karanîna ''kadın'' yan ''jin''ê ferz dikin.

Li gor mezinên me yên Kurmanc, ''qîz''ek heta ku ji bekareta xwe nebe çiqas pîr be jî ne ''jin'' e lê ''qîz'' e. Temenê wê çi dibe ferq nake, ya ku wê ji ''qîzbûn''ê derdixe û dike ''jin'', rijandina xwîna bekaretê ye.

Kesên jiber vê fikrê mehdê xwe tirş dikin divê careke din wê strana ku dibêje ''dest hine û bazin e / par qîz bû îsal jin e'' careke din guhdar nekin.

Heta çend salên berê jî gava bûk û zava diçûn gerdekê û xwîn dihat û xeber digihêşt hêla nasên zêve, bi şev dereng xwedîyên wî wek îşareta ''xwîn hat, spas''ê çend qurşîn diteqandin bo hêla bûkê.

Di Mem û Zînê de, fîlma 1991'an ya ku Ümit Elçi derhênerîya wê kiriye, ser xwîna li gerdeka Tajdîn û Sitî, Mem qurşînê diteqîne.

De her dewrek ji xwe re edetne nû çêdike: Jîyan bêyî ku xwîn birije nîv-bakîre didome di vê serdemê de, û li salonên dawetan bêreqereq îlanek e li ser dîwêr: Silah Sıkmak Yasaktır.

Çile 2018, Riha

2 yorum:

  1. Meriv bi kîjan nêrînê bixwîne. Li gor min sê nêrîn hene.
    1. Meseleya qîzbûn an jî bekaretî.
    2. Meseleya "Jin-Kadin nêrîna femînîzm.
    3.Meseleya li gorî dem û dewrana guherandina edetan.

    Tiştekî din li cem me varyanteke din heye di wir de bîr nayê gotin. Çi zanim belkî min xelet bihîstiye...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Unknown,

      Bi her sê nêrînan jî nivîs tê xwendin. Divê nivîseke berfirehtir were nivîsandin. Ji min ewqas.

      Sil

Related Posts with Thumbnails