2 Ocak 2018 Salı

Bodle û Deftereke Deşta Sirûcê

nehfek
Li bakurê welêt, çi kesê bi xwendin û nivîsandina bi Kurmancî re eleqedar dibe, ferqa devoka xwe û zimanê standart çê xerab dizane û bi awayekî tali lê nayê ferhenga xwe ro bi ro qalindtir dike.

Jiber ku ez di axaftinê de zêdetir bi standartê şorê dikim, kesên em hevdu nû nas dikin, ser pirsa ''Ez ji kû derê me bi te be?'' ji Dîyarbekirê heta Colemêrgê navên bajar û bajarokan dibêjin lê qet têdernaxin ku ez î ji Sirûcê me.

Peyvên Devoka Sirûcê heta Herba Kobanîyê jî ji aliyê kesên ji herêmên din ve pir nedihatin zanîn. Devoka vê deştê berê bi şorên rêvebirên partî û yekîneyên Kobanîyê û sîvîlên wê herêmê li dinê alemê belav bû. Wexta herbê, medyaya seranserê cîhanê li Sirûcê bû çinku.

Rojnamevanên me yên Kurd yên ku merhebeya me li hevdu hebû, dema dihatin Sirûcê bo nûçeyan em tev diçûn çadirên penaberan. Jiber kar, ya rojnamevanan bixwazin nexwazin zimanê wan zû diqulibe ser standartê.

De, gava rojnamevanên zimanstandart ji kal û pîrên penaber re digotin ''Çawa yî baş î xalo/xaltîk'', kal û pîran bi devên bêbersiv û bi awirên ku ''Va dibê çî ye xwarzê?'' jê dinizilîn li min dinêrin. Qey zihar xwîn dikşîne ku wan tevî ku ez cara pêşî didîtim, bêyî ku tek peyvekê ji devê min bibihîsin, ez ji rojnamevanê ji zimên dîyar e xerîb e cihê digirtim.

''Xalo'' yan ''xaltîyê'' min digot ''ji te ra dibê tu çitonî'y rihet î?'' Ser fehmkirina pirsê, zimanê di devê kalê yan pîrê de dibû hesp û dişeqîya: ''Ê xwarzê ma halî me naxewîne ye? Çito bêtar bû va bi ser me da hat ya rebbî! Bodle bûbûma bimrama bes me va perîşanîya nedîya. Heri li serî me bûyo,  ê me zirar tine, zari ye gî tî ne werg î birçî ne..''

bûd
Devoka deşta Sirûcê bi romana ''Kobanî'' ya Jan Dost re hinekî din berbelav bû. Jan Dost karekterên romanê bi devokê şor kirin dabû. Ecêb e, hevalên min yên ku ew romana dixwendin, mîna ku li hev kiribin, hemîyan ji nêv wiqas peyvên devokî, pirtir wateya ''bodle''yê dipirsîn ji min.

Heta hevalan wisa li ser hev ji min pirsî jî min digot qey ''bodle'' li gelek deveran li lêv û devan de ye, lê ez î şaş bûm. Min anî vekir li ferhenga D. Îzolî niherî, li wir ''bûdele'' hebû lê xwendevana/ê bakur ya/yê ku li ser guherîne tîpeke tik î tenê ji zanîna xwe dikeve şikê dikira ji kû zanibûya ku her du jî eynî peyv in..

Tevî ku min li ferhengê nihêrî û ''bodle'' bi ''bûdele''yê piştrast kir jî dûmana gumanan bi serê min girt û min rabû telefona İbrahim Halil Baran kir. Wî got ku ''badala''ya Erebî ''budala''ya Tirkî û ''bodle''ya Sirûcê eynî ne û maneya wan ''kesên ku bedel danî'' ye û di tesewûfê de jî mertebek e. Li gor wî, ''abdal''a Tirkî û ''evdal''a Kurmancî jî digêhişt ''bodle''yê.

''Axir, kêmasîyeke mezin ya ''Kobanî'' ya Jan Dost nebûna ferhengokê bû di dawîya kitêbê de'' min digot ku Abdurrahman Aydoğdu yê ku gotinên pêşîyan berhev dike li ser Whatsappê ji min re da zanîn ku ferhengoke peyvên Sirûcê hazir dike.

Evdirrehmên dîyar kir ku wî berê di defterekê de bi sedan peyv top kirine, lê dema ketiye hepsê diya wî jiber gumana dayîna cezayên giran deftera wî avêtiye sobeyê û şewitandiye. Pir li ber ketim lê p
ar û pêrar kê çi neşewitand ku? Li mala min ya li Sûrê sobe tune bû, min jî li balkonê di satileke mêst de hinek kitêbên xwe şewitandibûn.

Dema her du birayên min li Hepsa Rihayê girtî bûn, Evdirrehman jî bi yekî re di eynî qawîşê de bû. Car caran ku gardîyanan destûr dida, min li ser telefonê bi Evdirrehmên re jî şor dikir. Digot ku ''Ez peyv û gotinan berhev dikim'', lê bêyî ku hay ji şewitîna deftera xwe ya salan hebe tabî..

Piştî hepsa neh mehan, Evdirrehmên niha xwe daye ber jinûve peyvên Sirûcê top dike. Bo ku çavekî lê xim hinek ji min re şandin.

Yek caran jibo ku ji bîr nekim - yan wenda nekim - ez jî peyvên devoka xwe li blogê direşînim. Ezê ji peyvên ku Evdirrehmên berhev kirine, çend mînakên ku min di ferhanga D. Îzolî de û di ferhenga tirşikê de nedîtine li vir deynim.

fêde: Bo kesên karan pir dikin û ji heq tên der tê gotin.

''Ku ti werg î mêr î pir î fêde yî here çîyê''

hewş: Xêncî wateya wê ya di ferhengan de li Sirûcê bo kêlîyeke ji demê, kurt e ew dema, tê gotin.

''Hewşekî berê hat vir û nesekînî çû''

xerbilîn: Di ferhenga D. Îzolî de bo ''ketina halê zor'' û di ya tirşikê de jî, bi maneya ''çerxbûnê'' hatiye nivîsîn. Li Sirûcê dîrekt bo ''xeriqîn''ê (bi Tirkî: bayılmak) tê gotin.

''Ku ez avê sar vedixwim xirt û dixerbilim''

hizandin: Di ferhenga D. Îzolî de tune, di 2016'an de li ferhenga tirşikê hatiye zêde kirin, ''hejandin'' e.

''Hîro nîvro erd hizîyaye em pê nehisîyan''

sonxi: Bi maneya ''dawîya dawî'' tê goin.

''Sonxi ti dikî vî deynî bidî, qene balo zirarê meke''

dixewîne/tê xane: Bi maneya ''xuya dike'' tê gotin.

''Ê merîya ji merîya va naxewîne/nê xanê''

gêrmi: Jibo ''girarê'' tê gotin.

''Xoce xoce vizvizî gêrmi xwar sihen dizî''

ûd: Xêncî wateya xwe ya di ferhengan de li Sirûcê bo ''xatir'' û ''hêjabûnê'' tê gotin.

''Ji xwe ra niha ûda Facebookê nemaye, te berê bidîya''

Çile 2018, Ofîs - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. Xerbilîn, soxî, gêrmî, ûd.
    Li Wêranşarê(Qerejdaxê) gava hişê meriv here, meriv bêhiş bikeve, meriv dixerbile. Min çer hilmlek li qelûnê xist ez xerbilîm. Ez ji vêsê da ye li ser zenga dirana me, ji birçîna xerbilîm.
    Soxî, em mecbûr in herin. Soxî, gerek em pê ra alîkariyê bikin.
    Gêrmî, em ji meyira dan û mast ra dibêjin. Bi dew jî çê dikin. Noka jî tevê dikin.
    Ûd, meriv dikeve ûdê, di ûdê da dimîne. Yanî şerm dike, ji fediya mecbûrî kirina tiştekî dibe.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar,

      Spas bo hevokên li ser van peyvan. Ez ji peyva ''ûd''ê pir hez dikim. Li cem me jî ''di ûdê de hat girtin'' heye bi maneya fedîkirinê.

      Dikira bigota ''na ez nakirim'', lê di ûdê de hat girtin.

      Sil

Related Posts with Thumbnails