23 Ocak 2018 Salı

Çar Car Neçar Ciwanmerd Kulek

Çar Neçar
bêberg
Çi li rojnameyan çi li kitêban, çi wext hevokên Ciwanmerd Kulek dixwînim, li pêş çavên min, di ber bûyerên ku hevok raber dike re, serîyekî bi ser defterên xwe yên dişibin ferhengan de xwar bûye çêdibe: Herku hevokek li dû hevokekê dimîne, serî tine serê hinek peyvan çixîz dike û bêyî ku careke din li wan vegere, di rêya xwe ya bê serûber de bi hinekên din re dewam dike, diçe.

Kulek di Çar Neçarê de çar çîrokên xwe yên bi gumana wî berî sala 2010'an di kovar û malperan de derketine civandine. Gava min kitêb xwend, ew serîya di her hevokê de dîsa li pêş çavên min bû. De, min ji wî serîyî û ji wan çar çîrokan pirtir, çîroka çar çîrokan eciband ku Kulek ew ji neçarîya nav daye kitêbê mîna pêşgotinekê nivîsîye.


Kulek dide zanîn ku wî her çar çîrok bi temamî ji bîr kirine, heta ku xwendevanekî navnedîyar wî bi ew wan hesandine. Li gor wî xwendevanî, berhemên din yên Kulek ''bi ihtîmaleke mezin, gişt ji van çar çîrokan zane'' Min hemî berhemên Kulek nexwendine, lê bi ser yên min xwendine re min hinekî heq da xwendevên.

Nivîskarê neçarîyê, her çiqas bi guherandina şêl û timtêla karakteran her dixwaze berhemên ji hev cûdatir binivîse jî - belkî jî dixwaze berhemên dişibin hevdu binivîse, ez ji kû zanim! - bi min wer tê ku ew dema nivîsînê di destan de deftera xwe ya ferhengî, tim behsa xwe û derdora xwe ya nêz dike û vê jî kêmasî nahesibîne.

Gava Kulek behsa bîranînên bêjeyeke mirî dike mesela, meriv dibêje qey bêjeya mirî ew bi xwe ye. Ez cara pêşîn kînga ketim ser zimanan, nayê bîra min dibêje Kulek; wek ku bêje ''bêjeya pêşî kengî hat ser zimanê min nayê bîra min.'' Bêjeya pêşî kînga ketîye ser zimanê wî ew nizane, lê ji wê deftera xwe ya ferhengî dizane bi her dengî bi her rengî bilîze di çîrokeke din de:

Lewma wexta çavê xwe li bin holikê û qelebalixiya nava gund digerîne, wan şewqe, şaşik, kofî, egal, kum, kolos, temezî, çarik, şar û kesrewanên cuda ên li ser gundiyan dibîne, çav li jin û mêrên serqot û servekirî dikeve, bala xwe dide wan şal û şalwar û êlek û fîstanên cûr bi cûr, gotinên ku qet nizane ji devê neferekî zurriyeta xwe dibihîse tepekê li çoka xwe dixe û nizane ku kêfxweş bibe yan li ber bikeve ku li vî aliyî jî dem û dewran tenê wiha tê pîvan. 

Li gor Kulek, her çîrokek serbixwe ye û xwedî qedera xwe ye; her xwendevan, xwedî şiroveya xwe ye. Şiroveya min li ser şaşîya vê fikrê ye ku her çîrokek li ser çîrokekê ye û ti ji wan na serbixwe ne. Yek jî jiber ku Ademîzad pirr hez dike dawiyan bike destpêk, tenê tim destpêkek heye û hemî çirok li ser wê destpêkê ne, ne bi serê xwe ne wisa serbest.

Çar Neçar
bi lez
Min Çar Neçar ya Kulek li Diyarbekirê kirîbû û nîvê wê li Riha û nîvê din jî li Stenbolê xwend. Îro Sêşeme dema ez, xwarziyê min Berat û Murat Bayram tev bo cîhê nû yê Avestayê çûn serdana Abdullah Keskin, min kitêb ji çenteyê xwe derxist bi dizî danî arşîva weşanxaneyê.

Çar Neçar
daxuyanî bo kitêbekê
Nivîskêr nivîsîbû, xwendevên xwendibû li nivîskêr vegerîyabû, nivîskêr li nivîsîna xwe nihêribû, weşanxaneyê xwendevan û nivîskar xwendibû û nivîsîbû, xwendevên xwendibû li weşanxaneyê vegerîyabû û nivîsîbû. Bi girêkeke mezin bi hev ve girêdayîbûn hemî çîrok ku, girêka biçûk jî dibû çîrok, ku nedibû jî dibû, neçar.

Çile 2018, Bakırköy - Stenbol

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails