18 Ocak 2018 Perşembe

Esrake47: Bloga Min Wek Oda Min E

Blogên Kurdî
esrakê
Va nivîsa ji alîyê esrake47.blogspot.com ve taybet bo Perxudresê hatiye nivîsîn. 

Demekê li ser Twitterê gelekî aktîf bûm. Wê demê Omer Faruk Baran û İnan Eroğlu rojê çar hevpeyvîn diweşandin li ser blogê xwe. Rojekê herduya bi Hesen Husên Rojhelat re (wê demê HHR fenomen bû) hevpeyvîn kirin. Û li ser hev weşandin. Min jî ji bo trolîyê bloga xwe vekir. Ji bo ku wan trol bikim min jî bi HHR hevpeyvîn kir. (Ji pirsê ku di DM de min ji HHR dipirsî, berbihev kir û hinekî jî tiştin bi ser ve zêde kir) û min weşand. Gelek bertekê baş hatin. Lê min qet niyet nebû ez tiştekî binivîsim. (temam gelekî qlasîk çêbû). Ji xwe ez miroveke kar û barê wê heme ihtiyacê min bi tiştê wilo nebû.

Rojekê Krîstîn Ozbey got yaw tu çima li ser blogê tiştna nanivîse ez twîtên te dişopênim mîzaha te xurt e. Hata niha di dibîstanê de filan tirsa min yek jê nivîsandina maqaleya filan bû. Min xwe neda ber. Ji xwe min digot qabiliyeta min î nivîsandinê nîne jî. Ji bo xatrê Kristîn min nivîsa xwe yî 'Evîneke Platonîk' nivîsî. Pir eciband. Got xêzekê jî çêbike. Min ew jî çêkir. Û min parve kir. Nivîsa min ji xwe re meşî di sosyal medya de. Di rojekê de ewqas tiq çêbû. Min fêhm kir min tiştekî baş kiriye.

Çiqas hat xwendin min bêhtir bloga xwe bi ciddiyet bi kar anî. Min biryar da serê heyvekê carekê nivîsekê parve bikim. Çiqas bertek dihatin min dixwestin bêhtir binivîsim. Lê pêşî ji bo xwe dinivîsim. Wextê dinivîsim têr bi xwe dikenim. Ez zanim ku bloga min wek oda min e. Dikarim binivîsim ku yek mirov jî bixwene dibe. Îddaayeke min î mezin jî nîne. Ne girêdayî kovarekê pirtûkekê me. Dikarim gelekî xirab jî binivîsim kes nikarê tiştekî bêje. Taybetiya blogê ya herî baş ez dibêm tiştekî wilo ye ku sînor nîne, mirov ne mecburê qural û qayîdeya ya tiştekî şaxsî ye. Ji xwe kes ne mecbûr e biecibêne an jî hez bike.

Hevalê ku min rû bi rû nedîtin xwedî blog gelekî piştgirî dane min. Gelek bertekê erênî dan û birastî jî ez teşvîk kirim.

Bi qasî bertekê erênî yê xirab jî hene. Carîna muameleya nivîskarê edebiyatê li min dikin û min dixin bin barekî giran de. Li ser xêzên min rexneyê pir pir xirab tên. An jî hinek mirov dikarin bipirsin bêjin 'ma nan di blogerîyê de heye' Yanî tiştekî wilo şaxsî dikarin bixin watênne din jî mixabin. An jî ma rast e ev kesa tu bahsê dikê tu yî? Hinek mirov karekî pir bê wate dibînin. Tişta herî gelek ku dubare dikim ez dibêjim nivîsê blogê xwe ji bo xwe dinivîsim keyfa min tê...

Carîna gelek hirs dibim dibêjim gelo van rexneyê giran li bloggereke ji rêzê yeke Tirk dikin? An ji ber ku ji bo me ewqas nû ye wilo muamelê dikin. Li her derê cîhanê bloger hene. Herkes dikarê vekê bi zimanê ku dixwaze xwe îfade bike li gorî min. Yê ku carîna pirsa dikin û dibêjin ez jî dixwazim vekim hata ji destê min tê piştgiriyê didim wan.

Blogerîyê tiştekî wilo ciddî ji min nebiriye. Rexneyê gelekî xirab jî li ser serê min in. Bi xêra blogerîyê min gelek hevalên şêrin nas kirin. Bi xêra herkesê ku şîroveyê xwe gotin ez hîs dikim ku bi pêş dikevim. Û hê jî dixwazim pêş bikevim. Min Kurdiya xwe ji alîyê nivîsê jî peyva jî bi pêş xist. Her bi nivîseke xwe dizanim ku ji bo pêşerojê şopekê dideynim. Belkî demek were hîç dewam jî nekim. Nizanim tenê niha dixwazim hata ji destê min werê binivîsim..

IBAN: 900100XXXX

Hesen Husên Rojhelat: Ez HDPlî me lê ji Barzanî re jî helbestan dinivsînim

Sed silav li bloga İnan Eroğlu!


Weşangerên Webê - 21: esrake47

Perxudres bo Blogeran Derîyên Telîfê Vedike

9 yorum:

  1. Esra,

    ez bi bloga te qayil im, tu tiştê qenc dinivîsî belê te bikirana mehê dido wê porfekttir bûna.

    bi her halî jî siheta te xweş be.

    Serkeftî bî!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez jî mîzaha Esra diecibînim û dixwazim ew mîzaha xwe bi xêzên xwe hîn bi hêztir bike. Serkeftî bî nola Adsiz gotî.

      Sil
    2. Spas dikim ji bo şîrovêyê we. :))

      Sil
  2. Heger em bûbin sebebê derketina bloga Esrake47 ev ji bo me rûmeteke mezin e.Bijî. Sihet xweş.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Înanolo,

      Xwedê nekirî wek ku em bûne sebebê serê Esra te nivîsîye :) Bêje çi xweş bi xêra me vekiriye. Ez jî kêfxweş bûm. Bi xêra wê jî wê hinekên din vekin. Kî çi dibêje bila bibêje, eşkere bû, li ser înternetê vemirî bû çirayên Kurmancî, bi blogan careke din şewq pê ket. Me rind kir, em rind dikin.

      Sil
    2. Welê bi xêra we û troltîya min bûm xwedî blog. Hûn hê jî îlhamê didin min. Ez di tirsim pêşerpjî de li Surûcê bijîm û întihalê edebîyata kurdî binivîsim :)) sjsjds

      Sil
  3. Esrake xatûn, bi dîtina min "zexeliyê" meke û blogeriya xwe ranewestîne, dewam bike. Nivîsên te jî, mîzaha te jî û zimanê te jî xweş e. Hêvî dikim tu yê dewam bikî û xwendevanên xwe ji mîzaha xwe bêpar nehêlî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar,

      Ez jî nola te difikirim, mîzaha wê xurt e û ez înan dikim hln jl xuttir bike û rojkê bloga Zinarê Xamo derbaz bike :)

      Sil
    2. Apê Zinar, gelek spas dikim :). Ji xwe niha nehta min nîne dev jê berdim hata nobela blogerîyê bistênim :)). Ez jî şopînera bloga te me. tu li ser serê me kêm nebe :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails