15 Ocak 2018 Pazartesi

Perxudres bo Blogeran Derîyên Telîfê Vedike

berê
Çavçilîya min ya li ser reklam û telîfa bi Kurmancî kir ku ez li ser xwe bifikirim û bi qasî hikmî xwe hin derîyan vekim li ser piştê bihêlim.

Heta niha min çi karê bi Kurmancî bi kê kirin daye min heqê wî/wê dayê. Dema pereyên min tunebûne jî min bi wesandina xwarin-vexwarinan, bi şiklekî xwe ji wî deynî xelas kiriye.

Bes şor ne ew e, dibêjin dilive lêv e, gotin e li ser dêv e: Blogerên Kurmanc ku tecirbeyên xwe yên blogerîyê taybet bo Perxudresê binivsînin û ji min re bişînin, dema nivîsa wan li ser blogê hat weşandin, dê 25 lîra telîf bistînin. Nivîsên wan dê di kategorîya ''Blogerên Mêvan'' de belav be. 

Dibe ku hin kes bêjin ''ma 25 lîra çi ye!'' û pê qayîl nebin, lê ku ew sembolîk be jî destpêk e bo min û ez dixwazim di rojên pêş de bi projeyên dîtir telîfê jî zêdetir bikim.

Niha bo şaşî çênebe ez dixwazim hin tiştan bi pirs û bersivan eşkere bikim.

Kî dikare tecirbeyên xwe yên blogê bo Perxudresê binivsîne?

Herkesê ku bi kêmî ve 3 meh blogerî kiriye dikare tecirbeyên xwe blogerîyê bo Perxudresê binivîse.

Kesên blogerî nekirine jî dikarin binivîsin?

Kesên blogerî nekirine jî dikarin çavdêrîyên xwe yên ser blogên Kurmancî binivîsin.

Tecirbeyên blogê çi ne, divê meriv behsa çi bike?

Qala çi dikî bike heyran. Te çawa destpê kir, çima destpê kir, çi ji te bir, çi li te zêde kir bloga te û her wekî din bi dehan mijarên rehên wan digihêje tecirbeyan.

Her blogerek dikare çend nivîsên tecirbeyan binivîse?

Her blogerek dikare yekê binivîse. Piştî salekê ku em man û tecirbe zêde bûn, dikare yeke din jî binivîse.

Di mehekê de çend nivîsên tecirbeyên dê werin
weşandin?

Di mehekê de herî zêde du nivîs. Ku di mehekê de nivîs zêde hatin dê bimînin meha din.

Gerek nivîs çiqas dirêj be?

Kesên ku sê mehan blogerî kirine dizanin nivîseke normal çiqas dirêj e, ewqas dirêj bes e.

Wekî din pirs hebin ez dikarim bipirsim?

Erê, çi hebe tu dikarî di şiroveyan de bi navê xwe bipirsî. Na newêrî bi navê xwe bipirsî, dikarî bi navê anonîm bipirsî.

2 yorum:

  1. Blogerê kurd ê herî kevn Bajarê Agirî ye. Nizanim ki ye lê, tecrûbeya wî heye. Ez dikarim bêjim ku min xwe bi saya wan tiştekî bi navê blog bihîst.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Baş e, her blog bi şiklekî tiştekî li meriv zêde dike. Divê meriv li blogên nû binêre, li yên kevn binêre, ji kîjanê çi bigirî baş e ne xerab e.

      Sil

Related Posts with Thumbnails