20 Ocak 2018 Cumartesi

Perxudresê Madalya Sitand

şampiyon 8-F
heqdest
Di Berfanbara 2017'an de li Yenişehir ya Rihayê turnovaya futbolê hebû û ez jî bo xwarziyê xwe Berat çûbûm piştgirî û temaşeyê.

Taqima ku xwarziyê min kaptanîya wê dikir maç giş qezenc kirin û bû şampîyon.

Em bi kêfekê vegerîyan mal û min wê rojê li blogê Şampîyon 8-F nivîsî.


Taqima xwarziyê min ji Ereb, Kurd û Tirkan pêk hatibû û tevî ku hin ji wan ji wê nivîsê tiştek fehm nekiribûn jî bi nivîseke ser wan pir kêfxweş bûbûn.

Piştî nivîsê, çûn û hatin gotin ''em di bin vê çêyîya te de namînin û suprîzeke me jî bo te heye''

Bipê bipê bipê, suprîz nehat. Çend caran min li ber guhên wan xist, min got ''Ka surprîza we çito bû..'' Bersiveke kin û kurmancî dane min: ''Ma hinekî bisekin hele..''

Mam heta duhinî esir û surprîz dawîya dawî hat.

Têqim, ser nivîsa derbarê şampîyonbûna wan ji min re jî ji madalyayên ku wan sitandine yek çêkiribûn û bi merasîmekê dane min.

Kêfxweş bûm; Perxudresê ji xwendevanên ciwan yên tewrî ciwan xelateke pir giran sitandibû.



Ez tiştên xwe zû wenda dikim, lê jiber ku va madalyaya taybet bo Perxudresê hatiye, ezê wê heta dinê û bloga min xweş ava be veşêrim.

Aqûbet li nivîs û serkeftin û madalyayên mezintir...

Çile 2018, Riha

4 yorum:

  1. Perxudres,

    madalya heqê te ye, li te pîroz û bimbarek be.

    Bi dehan madalyayan!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Adsız,

      Şiroveya te ya xweşik jî nola madalyayekê ye, spas.

      Sil
  2. Nîşan li te pîroz be û aqûbeta Perxudres rojekê li serê "hindik-rindik" jî be...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Apê Zinar, tuyê madalyayên hîn mezintir bistînî, a-va min li vir nivîsî.

      Sil

Related Posts with Thumbnails