12 Ocak 2018 Cuma

Qehweya Şîn û Şahîyan


Qehwe
du
Sofîyên Sirûcê berê bi her awayî dijî def û zirne û saz û orkestrayên li dawetan bûn. Li gor bawerîya wan reqs guneh bû û xwarin-vexwarina li wan dawetan jî heram bû. 

Gava sofî mecbûr diman û diçûn daweteke bi şahî ya nasekî xwe, li wir nan nedixwarin û av û çay nehesab, bêhtirê qehweyê jî tiştek venedixwarin.


Sofîyên ku her tiştên din yên wê daweta bi şahî guneh û heram dihesibandin bo çi û çito ji qehweyê re rêyeke helal dîtibûn nizanim, lê..

Ew sofîyên ku bi tundî dijî def û govendê bûn di van salên vê dawîyê de qaîdeyên xwe hinekî nermtir kirin û bo dilê keç û xortan geş be ketin rêyeke dualî: Bi şev saz û bi ro mewlûd.

Ser vê rêya dualî yên sofîyên Sirûcê şorbaz dibêjin "Sofî gî îşî xa zanin welle, bi şev li ber defê têr direqisin û bi ro jî bi mewlûdê tobe dikin..”

Di def û zirneyan de, di mewlûdê de, di şîn û şahîyan de ya naguhere qehwe ye ku gewende di destan de du fîncan wê heta ku şêni belav dibe digerîne. 

Mabeyna min û qehweyê pir ne rind e. Divê bo yên nizanin bibêjim, zen mekin ku gewende fîncanê tam tije dike û dide. Qehweya gêwende zêde zêde giran e, loma jî ji ribê ribê, erê ribê ribê, hindiktir tije dike bo her şexsekî. Edet vexwarina wê çîşkê ye û bi ser de jî dayîne bexşîşê ye.

Gava gêwende fîncan dirêjî te kir û te girt û qehwe vexwar şûnde, lazim e tu fîncanê bêyî ku li erdê yan li maseyê deynî dîrekt bidî destê gêwende. Li gor gotina mezinên me, eger te qehwe danî ser erdê yan maseyê lazim e tu fîncanê tije zêr bikî yan î ku qehweyê digerîne ku êrgan e geres tu wî bizewicînî.

De min got qehwe pir û pir giran e; hin kes dibêjin bo ku xwedîyê şînê bi qehweyê mirîyê xwe ji bîr bike werga giran dikin. Min şîn fehm kir, lê li şahîyan çima ewqas giran e qehwe? Bo ku xwedîyê şahîyê eşqên berê ji bîr bike? Dibe jî, dil î tim î di sîyê de ye çinku..

Çile 2018, Sirûc

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails