25 Ocak 2018 Perşembe

Sê Sal û Şêranîya Perxudresê

xema zemên
Perxudresê îro 3 sal qut kirin! Min ji Bakırköy ya Stenbolê bi weşaneke zindî ya ji ser Instagramê tecirbeyên xwe yên sê salan gotin.

Pirsên xweşik hatin û min jî bi qasî zanebûna xwe ew bersivandin.

Paşê hinek xwendevanên ciwan yên blogê bi şêranîyeke li ser ''Rojbûna Te Pîroz Be Perxudres'' hatiye nivîsîn li min surprîzek kirin.

Dûra Birûsk Aryan, pastayeke taybet bo sala sisêyan şand. Aryan li jor pastayê ji nivîsa pêşî ya Perxudresê, Blog! Bike ku ez tim binivîsim çend hevok danîbûn.

Spas bo hemî suprîzan, şiroveyan û xwendevanan. Kêfxweş im, aqûbet li salek û gelek nivîsên din..

Çile 2018, Bakırköy - Stenbol

12 yorum:

  1. Bi xêr û xweşî bimeşe.. em di şopêde ne.. :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Keçikê bişopîn bişopîn, xulama xwendina xweş :)

      Sil
  2. Perxudres,

    tu her bi vê şewk û heyecana xwe re, gelek sê-salan bibînî.

    Geşbûna te divêm.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Xwendevanên nola te nêtxweşik yên ez nas dikim û nas nakim hez û hêzê didin min, spas.

      Sil
  3. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  4. Merhaba mamoste, ez jî vaye nêzî 8 slane karê nivîskariya Bloggerê dikim. Lê mixabin gelek kesan hay ji vê derfeta bêdirav tuneye. Kesên bixwazin ez Template blogeran Di wegerînim Zimanê Kurdî. Her wisa li gorî xwesteka wan ava dikim. Weke mînak hûn dikarin www.warbotan.com ê binêrin. Her wisa ji bo kêmasiyan bendewarê rexneyên we me. Silav û rêz

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba War Botan,

      Tu karekî xweş dikî, her serkeftî bî. Ger tu 8 sal in vî karî dikî, ka tu hinek şîretan li Perxudresê bike :)

      Sil
    2. SPAS...
      Şîret ne karê min e, min du sê malperên mînak, yên min wegerandî û bixwe gelek nûjenî ser wan ve zêde kirî nişan dan, ger pirseke we hebe ez ê hewl bidin bibim bersiv.

      Sil
    3. Bes weke mînak, ger tişteke balkêş ya hûn dixwazin ser malpera xwe ve zêde bikin di malperên min qala wan kirî de hebe, ez dikarim bibim alîkar. Silav û rêz.
      Nîşe: Ez we di mijara naveroka bloga we bê destheq belavkirinê de pîroz dikim û her wisa min di şîroveya xwe ya yekemîn de qala alîkariyê kiriye, bes min ji bîr kiriye bêjim ji bo alîkariyê tu xwestekên min ên aborî tuneye.
      Silav û Rêz

      Sil
    4. Warbotan,

      Spas, destheqê xwe ji bîr meke. :) Tu karên Kurmancî belaş meke û belaş kirin mede, bazarê geş bike :) Spas.

      Sil
    5. Ka hema bila ser qasî serê derziyê be jî alîkariya me bigihêje kesên Kurdîhez, me tişteke din navê. silav û Rêz
      SERKETIN

      Sil
    6. Tu jî xweş dibêjî, spas.

      Sil

Related Posts with Thumbnails