3 Ocak 2018 Çarşamba

Tor û Topên Civakî

firotanê
''Kafiran serî Mislimanan jê dikirin û pê futbol dilîstîn, win jî topê tînin li hewşa camîyê pê dilîzîn. Arî cihenimê ji we ra jî ji gawira ra jî gur e. Careke din ez nebînim win di tenefusan de topê dilîzin'' gotibû Remezan Xoce.

Topa sor ya Îsmo li ber çavên me bûbû serekî xwînî yê jêkirî û bi ser de bi fikirîna agirê gur yê dojehê jî em zaroyên emirelifbê giş di şûna xwe de sar bûbûn.


Tê, sê, cim, hê hat û 12 sal di ser wê havîna 2002'an derbaz bû şûnde, di sala 2014'an de, vîdeoyeke ''futbola biserênjêkirî'' li ser profîlên torên civakî belav bû.

Dihat îdia kirin ku cilreşên di vîdeoyê de çekdarên DAIŞ'ê ne û serên wan bi nigan diavêt ber hevdu û ji ber hevdu direvand ji alîyê wan ve hatine jê kirin.

Di rojên pêşî yên 2018'an de, belkî emir li sînê bû êdî; û li Sûrê sê topên rengrengî tor diqetandin û diçûn şûna şîna li bîrê xwe bidarvekirî li civakeke girtî.

Çile 2018, Sûr - Dîyarbekir

2 yorum:

  1. Eré Omer,ji me ra jî hertim wer digotin, li ber çavén min ew top dibû seré Hseyn (neviyé mihemed péxember),cané min diéşiya, min xwe gunehkar îlan dikir û ji bo paqijbûné, agiré dojehé xweşa min diçu.. lé niha ez dinérim neviyén hseyn heman tişté dikin..

    YanıtlaSil
  2. Xwedê li me were kerem û rehmê. Amîn.

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails