30 Ocak 2018 Salı

Weşana Zindî ya Instagramê - Çile 2018

ji weşanê
Merheba ji we re guhdarên hêja. Dengê min tê? Ez berê pirs bikim, dengê min tê ya na? Yek heke bersivê bide ezê kêfxweş bibim. Li gorî wê em dewam bikin. Temam, gelek spas, ‘ali.tilweser’ û ‘omerozcan4’. Bi rastî, tam saet di dehan de gelek kes wisa beşdar bûn, heyecan hate min. Gelek sipas bo we. Hûn tev de bixêr hatin. Emê hêdî hêdî dest pê bikin.

Sê Salên Perwerî û Xudreste

Îro rojbûna perxudres.blogspot.com’ê ye, bloga min sê salî ye. Bo wî, min dixwest ez tecrûbeyên xwe yên blogeriyê bi we re parve bikim. ''Min çi kir, çi nekir, berê min li kû ye, ezê çi bikim, çi nekim?’' Ez ê van yek bi yek ji we re bibêjim. Hinekî heyecan hatiye ser min. Weşana zindî hewqas ne hêsan e çinku.


Perxudresê berî niha sê salan dest bi weşanê kir û di vê dawiyê de gelek populer bû bi xêra we. Perxudres navekî ku min bi xwe çêkirî ye, min bi xwe li hev anî.  Ji ''perwerî'' û ''xudreste’'' çêbûye. Ehmedê Xanî, tesîra wî li ser me herkesî heye. Min jî anî ji risteyên wî, ''perwerî'' û ''xudreste'' dan ber hevdu, ji wê ''perxudres'' çêkir. Yanî ji kerema xwe di ferhengan de lêmegerin, hûn nikarin bibînin. 

Peruxdres wisa peyvek e ku hinekî min tarîf dike. Çinku ez hinekî xwe ''xudreste'' dibînim. ''Xudreste'', yanî kesên xwe bi xwe perwerde dikin. Ez her tim alîgirê ''self-study''ê me, him perwerî dibînim xwe him xudreste. Ji ber wê jî, min navekî wek ‘perxudres’ bijart em sê sal in dewam dikin.

Nivîsên Pir Hatine Xwendin

Ez dixwazim bo kesên ku Perxudresê dişopînin, heşt nivîsên di van sê salên dawîyê de pir hatine xwendin bibêjim. 
Li Blogên Gerê Digerin

Di vê lîsteyê de bo min ya ecêb xwendina zêde ya bo ''Riha bûye Heleb e'' ye. Ez bi xwe ji gerê hez nakim û di wê nivîsê de min hinekî behsa gerê kiriye.

Jibo kesên gerê hez dikin, dibêjim ku blogên gerê vekin û tecirbeyên xwe yên gerê, kirîn-firotanên li gerê, wan bi detayan binivisîn, wê bala gelek kesan bikişîne.

Kekê Salih Kevirbirî.. Jixwe kesî wek wî gerok tune li vê cîhanê ji nêv Kurmancan. Divê blogeke gerê veke. Çapkirina kitêban, parvekirina wêneyên gerê li ser Instagramê û Facebookê têra me nake. Blog dike ku her tişt bi awayekî sîstematîk her tişt li cîhekî bicive û ji wî cîyî peyda bibe.

Ji Blogerîyê Pere Qezenc Dikim

Gelek pirs tên, dibêjin ku ''Ma tu ji blogerîyê pere qezenc dikî?'' Ji ser Whatsappê, ji ser Facebookê, bi mailan, rû bi rû, her tim dipirsin. Erê ez ji blogerîyê pere qezenc dikim. Çawa qezenc dikim? Ez bi şêwirmendîya bo blogan û reklaman pere qezenc dikim.

Reklam tê fehm kirin, lê şewirmendîya blogan çi ye, tiştekî çitonî ye? Yanî blogekê divê mîzanpaja wê çawa be, fontên nivîsê divê çilo bin, yek bo ku xwendevanên wî/wê ji dest neçin gerek çi bike, divê meriv çawa destpê bike û çawa bidomîne.. Ser tiştên bi vî rengî şêwirmendîyê dikim.

Belkî ne pereyên ewqas pir û gir in lê qezenckirina ji blogerîyê, ji qezenckirina ji rojnamevanîyê û ji karên din bi zewqtir û xweştir e bo min.

Blogên Cihêreng Divê Vebin

Gava meriv dibêje ''blogerî'' ez fehm nakim ji çi ye yekser ''wêje'' tê bîra Kurmancan. Kesekî ku koleksîyona wî ya şerab û vodka û vîskîyan hebe dikare ser alkolê binivîse tenê, yan meriv dikare ser sînemayê binivîse. Çi zanim, bi hezaran tiştên din yên ku meriv dikare ser binivîse heye.

Perxudres pirtir ser wêje û wêneyan e, ez ji her duyan jî hez dikim, loma wan dinivîsim. Dema hanê nanoziko vebû. Blogeke spesîfîk e, tenê li ser xwarîn-vexwarinê ye. Kêfa min pir jê re tê, ez li bendê me ku hin kes tenê ser moda û makyajê binivîsinin.

Berdin Bila Herkes Binivîse

semiraziwan dibêje ku ''yaw bila herkes hema li ser her tiştî nenivîse.'' Rast e, bila herkes binivîse, lê bila herkes li ser her tiştî nenivîse. Dibêjin ku ''gelek blog çêbûn, herkes bû bloger'' Tevî ser hev kî, 100 blogên aktîf tune ne di Kurmancî de. Lê bi Tirkî, bi Îngilizî bi hezaran, bi deh hezaran blog hene. Yên me hema çi pir dibe, dibêjin ''Divê herkes nebe nivîskar'' Divê herkes bibe nivîskar, çima nebe? Meriv yên baş dibijêre. 

Di vê dewrê de, di vê dewra ku kameraya herkesî heye de, herkes dikare fotografan bigire. Lê wê tenê hinek fotograf bimînin û pir werin ecibandin. Nivîs, blogerî jî wisa. 

zozanyasarr dibêje ku ''Omer ezê çawa jîyana xwe bigîhînim blogerîyê?'' Zozan Xanim, qasî min bihîstiye tu çûyî Londonê. Te jîyana xwe gêhandîye cîhê blogerîyê yanî. Bi qasî zanim tu ji gerê jî hez dikî, divê tu bi wêne û nivîsên xwe sûkên Londonê li blogê deynî û bînî ber çavên me. Te rojnamevanî jî kiriye, jiber wê jî ewê jibo te ne zor be. 

serhedserhedi dibêje ku ''Mamoste reklama Chalak Eventsê jî bike ji kerema xwe'' Ezê reklama Chalak Eventsê bikim, çima nekim? Ez gava bixwazim Chalak Events reklama min bike, ezê heqê reklamê bi wan dim, emê bi awayekî profesyonel li hev bikin. Gava ew ew bixwazin ez reklama wan bikim jî divê heqê min bi min din. Herhal hinekî pêwendîya Chalak Events û Kovara Bar heye, di hejmara pêş de florta min û Kovara Bar jî wê hebe.

Blogerên Nû û Zinarê Xamo

muhsinozdemirr dibêje ''çima we û hinekan nû dest bi blogerîyê kir?'' 
Kekê Muhsîn par û pêrar belkî ji ber şer, belkî ji ber tiştên din, me dît ku Kurmancî li ser înternetê kêm bûye; yanî çi li Facebookê, çi li Instagramê, çi li Twitterê ew atmosfera wêjeyê ya bi Kurmancî hinekî sar bûye, sist bûye û vemiriye. Me bi çend hevalan re wisa li hev kir ku em geş bikin atmosferê. Me got çi ji dest me were em binivîsin, em hev rexne bikin, hev sor bikin, her carê motîve bikin hevdu û vê blogeriyê pêş de bidin. Yanî wek ciwan, min jî ciwan bihesibînin ji kerema xwe, me wisa dest pê kir. Belkî dereng bû. Lê bo geşkirina Kurmancî li ser sosyal medyayê ez bawer im bi awayekî pozîtîf pirr faydeya blogan hebû. 

salih_kevirbiri dibêje ''Behsa blogerîya Zinarê Xamo bike'' Apê Zinar ji xwe şahê blogerîya Kurmancî ye Kekê Salih. Ji 2007'an heta 2018'an bênavber, hîn jî li ser bloga xwe dinivîse û vê daw3iya min jibo bloga wî jî hinekî şêwirmendî kir. Ew 11 sal in dinivîse, lê bi xwe jî çend royên berê nivîsî, tikandina bloga wî rekorê dişkîne. Li bloga wî binêrin, reng û rûyê blogê ji berê xweştir bûye.

agirfirat dibêje ''Tu derheq Serbang Emrah de çi difikirî?'' Em li ser blogerîyê diaxifin, bibore ez naxwazim li ser vê meselê tiştekî li vir bibêjim.

Zeman û Xelatên Blogerîyê


payizzbihor dibêje ''Wextê te pirr digre gelo? Min xwe ceriband û min go ez nikarim heqê wê bidim'' Yanî ya rast blogerî wext dixwaze û distîne. Ro heye, ez heşt saet neh saet dibêjim ez çi binivîsim, bi çi awayî binivîsim, xwendevan ji çi hez dike, bi çi awayî ewê xwendevan zewqekê jê bigire, divê meriv bo karê xwe ji heq were der.

pisikaseredare dibêje ''Çend kesê bloger hene û dixwazin blogerîya Kurdan di çi riyê de bimeşe?'' Ez dixwazim blogerîya me ber bi aktûelbûnê bimeşe, ber bi popûlerbûnê bimeşe, ber bi fenomenbûnê bimeşe. Yanî bi blogên me bila bi blogên cîhanê re werin miqayesekirin. Mesela di Tirkî, Almanî, Ingîlîzî û Fransizî de xelatên blogeriyê hene. Mesela li medyaya Almanyayê ‘Deutsche Welle’ heye, ez bawer im ew ji 2011an vir ve xelatên blogeriyê dide bi deh zimanan. Chalak Events her behsa xwe dike, bila xelatên blogerîyê bide û çalaktir bibe mesela. 

serhedserhedi dibêje ''mamoste ev meseleya blogeriyê hinek dijwar xuya dike ya rastî. Mînak bikaranîna Kurmancihê de gelo ez ê têr werim an neyêm. Ji hêla gramer û hwd…' ji Kurmanciya xwe metirsin. Kurmanciya min jî gelek gelek xerab bû û ez her ku dinivîsim tiştên nû hîn dibim. Her ku ez dinivîsim ez pêş de diçim. Her ku ez dinivîsim ez dizanim ku ez ji berê baştir bûme. Nivîsên min ên sê salên berê û yên îro ne wek hevdu ne. Ez di blogeriyê de ro bi ro bi xwe ferq dikim, ez hevok bi hevok pêş de çûme. Yanî ji ber wî jî tiştên wek gramer, ‘Ez bi Kurdî hindik zanim, Kurmancî hindik zanim, şaş dinivîsim…’ Ji xwe re nekin problem. Dest pê bikin û hêdî hêdî pêş de biçin. Kes di zikê diya xwe de gramerê neelimiye. Hêdî hêdî meriv dielime, hûn ê jî hêdî hêdî bielimin

Reqabet û Aqûbeta Blogan

mirad_bayram dibêje ''Reqabet di navbera blogerên Kurd de heye?'' Helbet reqabet heye. Blogerên aktîf hene; ew min dişopînin ez jî wan dişopînim. Car caran em hev rexne dikin. Bi awayekî tûj sor dikin, reş dikin. Çawa reş dikin, ne reşkirineke wisa bi hesûdî yanî. Bo ew blogerî geş bibe reqabetek heye û ew reqabet vê dawiyê jî ew reqabet zêde bûye. Ez wan blogerên aktîf wek raqîbê xwe dibînim. Ez dinerim ka wan çi nivîsiye, nivîs baş e ne baş e, xitabî xwendevan dike nake. Û ez gava ya xwe dinivîsim jî piştî wî ez dinerim ez dibêjim heger ez xwendevan bim ezê bêjim ‘Omer Faruk çi nivîsiye yaw di vir de?’ Yan jî ez dibêjim ‘Waow, nivîsek bi rastî mûkemmel.’ Ez wisa xwe diecibînim. Gava ne baş be jî ez dibêjim ‘Te nivîsiye  lê nivîs ne baş bû.’ Wek xwendevanekî ez dibêjim. Blogerên din jî ez wisa taqîp dikim û reqabet bi rastî heye û ez dixwazim ew reqabet geştir bibe. Apê me Zinarê Xamo dibêje ku ‘Ez ji we xorttir û xurttir im û hûn ê negîhîjin bloga min.’ Her wisa dibêje, ew qayîşkêşan e. Ez ê her binivîsim, her aktîf bim, her çalak bim. Em jî dixwazin xwe bigîhînin wî. Wî nêzîkî 5000 nivîs li bloga xwe bar kirine heta niha.

pisikaseredare dibêje ''lê belê çima Kurdên bloger her tim li ser mijarên em dizanin dinivîsin? Ma nav me de lgbti tune ne? Nav me de kesên ku li ser mode dixebitin tune ne? Yên ku behsa partiyan vexwarinê dike tune?'' Ji xwe ez jî behsa vî dikim; bila blogerên me behsa mode û makyajê bikin, bila behsa motorsîkletê bikin, bila behsa erebeyên klasîk bikin, bila behsa vodka şerabê bikin, bila behsa Sûfîzmê bikin, bila behsa dîwaran bikin, sînoran bikin. Her carê wêje û wêne û tiştên bi vî rengî têne nivîsin. Ê min, ji ber ku bi wêjeyê re eleqedar im ez wê mjarê dinivîsim. Heger min tiştên din zanibûna minê li ser wan binivîsanda. Di demên pêş de belkî ez li ser gerê binivîsim ,heger ez bibim însanekî gerok. Ez însanekî ku ji hûndir dernakevim im pirr.

serhedserhedi dibêje ''mamoste nivîsa ku te derbarê pirtûka Kawa de nivîsîbû pirr xweş bû.'' Gelek spas serhedserhedi. Ez derbarê kitêban de dinivîsim û wan kitêban li sûkan berdidim. Min bi kitêba mamoste Arjen Arî dest pê kiribû, min kitêba wî li ser tirba wî berdabû û wisa dewam dikim. Dîsa eynî pirs hatiye ‘Ji bo Kurdî bazar heye?’ Belê bazar heye. Ez tekrar dikim; ez ji blogê qezenc dikim û ez dixwazim kesên din jî qezenc bikin.

sakinogrenci dibêje ''di blogeriyê de tecrûbe çi ne?'' Di blogeriyê de meriv tecrûbeyên xwe dinivîse, tecrûbeyên xwe yên şexsî. Blogerî ne cîhekî wek Wikipediayê ye ku tu agahiyekê bidî, filan bêvan tişt bûye. Lê tu çi dinivîsî? Tu tecrûbeyên xwe yên ser meseleyekê, mijarekê dinivîsî. Tiştekî şexsî ye, nêrîn û fikrên şêxsî,  ew aliyê blogeriyê baş e.

omerozcan4 dibêje ''Blog di nav gencên me de zêde nayê zanîn. Bi çi awayî em bala gêncan bidin ser blogê?'' Ya ez dibêjim bazar e. Ne tenê ziman û filan û bêvan, çi tişt gava bazara wê tunebe bala kesî nakşîne. Bo aktûelbûna wî tiştî divê tu bazara wî tiştî çêkî. Gava ez dibêjim ez ji blogeriyê qezenc dikim, gelek kes şok dibin. Dibêjin ‘Çawa yanî, Kurmancî?’ Ez dibêjim ‘Erê.’ Û ew bi min, hinek gêncên din jî teşwîq dike. Ya min, divê em reklaman bidin blogên Kurmancî, reklaman ji wan bistînin û wê reklamdayîn û stendinê heger em geştir bikin, ez dibêjim bala gêncên din jî wê bide ser blogeriyê. 

Berbend Dewam Dike


shevin_ dibêje ''silav Omer, we çima Berbendê terikand? Nameyî rengek cuda bû.''  Merheba Şevîn. Berbend projeyeke gelekî xweş bû. Me du kesan ji hevdu re name dinivîsand, min û Înan Eroglu û Birûsk Aryan jî wêne lê bar dikirin. Nameya dawî min nivîsîbû. Lê ez li bendê bûm ku Înan ji Parîsê nameyan binivîse û ez jî ji Sirûc û Diyarbekrê, geh ji Stenbolê bersivan bidim. Lê Înan hinekî wisa cangiranî kir û bersiv nenivîsand. Ew projeyek e, hîn dewam dike. Car caran meriv wisa ji nivîsê dûr dikeve, ji nameyan dûr dikeve. Jiber wê  niha sekiniye. Bo min nesekiniye. Emê dewama wê jî bikin. 

Weşanxaneya Blogê Kitêbên Min Çap Dike

omerozcan4 dibêje ''gelo tu dixwazî pirtûkekê binivîsî? Bawer bike ezê êdî her tiştên xwe; çi name, çi helbest, çi çîrok, çi rojnivîsk, her tiştên xwe li ser blogê biweşînim. Tesîra Saramago li ser min zêde bû. Wî di 86 saliya xwe de dest bi blogeriyê kiriye û di du salên xwe yên dawî de her tim li ser blogê nivîsiye. Yanî ew jî wek serdemekê ye; serdema nivîsandina ser blogê

semiraziwan dibêje ''Omer ka te rojnivîskên xwe çap dikirin, ew çi bû?'' Li ser blogê ez şerha rojnivîskên xwe dikim. Dema min ew nivîsiye min çi hîs kiriye û ez niha dema wan dixwînim, çi hîs dikim filan. Di blogê de Şerha Rojnivîskan kategorîyek e. Min di 2001ê de, gava ez yanzdeh salî bûm min dest bi rojnivîskan kir. Ez niha şerha wê salê dikim û ezê hêdî hêdî ber bi îro ve bêm. Ez ê wan hemû rojnivîskan jî li ser blogê biweşînim.Yanî ez dikarim bêjim ezê her tiştî li ser blogê çap bikim.

hatice.kamer dibêje ''bila hem blog hem weşana zindî dewam bike.’ Gelek spas mamosteya min a hêja.

mehmetsalihbaran dibêje ''rojbûna perxudres pîroz be'' Gelek spas. Wek zaroyek e bo min Perxudes.. Ew sê sal derbas bûne, ez pir kêfxweş im, blogeke Kurmancî ku gelek tê şopandin. Li vê derê bo tirsik.net’ê jî spas dikim. Gotibûn ku yek ji blogên Kurmancî yê herî aktîf e. Ez bi wê pesnê jî kêfxweş bûbûm. Bo hemî pesnên din jî spas dikim.

payizzbihor dibêje ''a rast tu li ser perxudresê kitêbek biweşînî baş dibe.'' Ez kitêb naweşînim. Lê ez dibêjim; çi kesê dixwaze, dikare nivîsan ji blogê derxe, kopî bike, belav bike. Min li ser blogê îlan daye. Kesên ji hevdu hez dikin, dikarin wan hevokan wek ku aîdî wan e ji dergîstiyên xwe re, ji hezkiriyên xwe re, ji evîndarên xwe re bişîne. Yanî nebêjin ku me ji blogê girtiye, ew li wan helal e. Ez çapkirina kitêban êdî nafikirim, her tişt li ser blogê ye.

Nivîskar Xwîner Bloger

nujin_jin dibêje ''ez ji vê nêrînê ti tişt fam nakim. Li gor te hewce dike her xwîner binivîse?'' Nujîn ez wisa difikirim; çawa ku herkesî profîleke wî ya Instagramê heye, ya te jî heye ya min jî heye, çawa ku herkesî profîleek wî ya Facebookê heye, Twitterê heye… Nivîsîn jî: divê meriv binivîse. Lê wê xwendevan diyar bike ku wê taqîp bike, taqîp neke, biecibîne neecibîne. Divê herkes binivîse. Esnafek bila bîranînên xwe binivîse, karmendek bila deynê xwe binivîse. Nivîsandin divê her hebe û her xwîner jî bila binivîse, çima nenivîse. Nivîskar jî ji xwe xwîner bû, rabû nivîsî. Ez li dijî wê fikrê me. Dibêjin ku ‘Herkes dinivîse.’ Bila herkes binivîse. Wê xwendevan yên baş ji yên din cuda bike û wan bişopîne. Divê her xwîner binivîse.

bicukedkurmancan dibêje ''te danasîna me kiribû, em spasdar in.'' Ya min, min hinek meraq jî kir a rast. Ji navên mûstear helbet wisa meraq çêdibe. Ez spasdar im. Ya rast hinek tiştên ku min neecibandin hebûn di fanzîna we de. Lê hinek tişt jî gelek gelek baş bûn, ez spas dikim. Ez dixwazim ku hûn dewam bikin. Hûn jî tiştekî ecêb in. Xwezila ne malper lê we blogek vekiriba; ‘bicukedkurmancan.blogspot.com’ tiştekî wisa. Herhal herî dawî  hejmara we ya duduyan derket. Hejmara sêyan jî em li bendê ne. Çiqas li benda Kovara Bar im, li benda bicukedkurmancan im jî.

*Weşana Zindî ya li ser Instagramê bi qasî 50 deqîqeyan dewam kir. Jiber problemeke teknîkî 10 deqîqeyên dawî yên weşanê nehatiye qeyd kirin, jibo nenivîsîna pirs û bersivên di 10 deqîqeyên dawî de lêborînê dixwazim. 

2 yorum:

  1. seetxweş. nizanim çima instagram. instagrama me tune ye pismam ya. careke din çêbibe divê an li ser YouTube'ê an facebookê an twitterê be. spas

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Rênas,

      Careke din ezê hewil bidim ku li ser YouTube'ê weşana zindî bikim. Çinku hin Instagramî ji Facebookê, hin Faceookî ji Twitterê hez nakin. Her yek li derekê ye, lê herkes li YouTube top dibe. Spas bo hişyariye.

      Sil

Related Posts with Thumbnails